Amedspor Ber bi Şampiyoniyê ve Dibeze: Li Stenbolê Serkeftineke Zêrîn

GündemSpor

​Amedspora ku di Lîga 1’emîn de têdikoşe, li Stenbolê di lîstikeke krîtîk de Pendîksporê bi encama 2-0 têk bir û derbeke mezin li rikberên xwe da.

Kêliya herî krîtîk: Qerta Sor

​Lîstika ku li Stenbolê hat lîstin, ji bo her du tîman jî wekî fînalekê dihat dîtin. Di nîveka yekem de her du tîman jî lîstikeke baldar nîşan da, lê deqeya 42’an de bûyereke ku çarenûsa maçê guhert qewimî. Futbolvanê Pendîksporê Hakan Yeşîl bi qerta sor ji lîstikê hat avêtin û tîma xwe 10 kes hişt. Nîveka yekem bi wekheviya 0-0 bi dawî bû.

Di Nîveka Duyem de Bahoza Amedsporê

​Amedsporê nîveka duyem bi avantajê dest pê kir û zexta xwe zêde kir:

  • Deqe 49’: Adama Traore derket ser dikê û tîma xwe 1-0 xist pêş.
  • ​Deqe 60’: Golvanê navdar Mbaye Diagne bi golekî serî ferq derxist duyan (2-0) û alîgirên Amedsporê dîn û har kirin.
Pendîksporê di deqeyên dawî de hewl da vegere maçê, lê hewildanên wan babihewa bû û maç bi encama 2-0 bi serkeftina Amedsporê bi dawî bû.

Stenbol bi Rengên Kesk û Sor Xemilî

​Tevî ku maç li deplasmanê bû jî, alîgirên Amedsporê tribûn vala nehiştin. Ji Stenbolê û bajarên derdorê bi sedan alîgir hatin stadiumê û bi dirûşmên “Şampiyon Amed” piştgiriyeke bêhempa dan lîstikvanan.

Hefteya bê: Sakaryaspor

​Bi vê serkeftinê re Amedspor pûanê xwe kir 49 û serkêşiya Lîga 1’mîn domand û bi vî hawî gaveke din nêzî şampiyoniyê bû. Tîma Kesk û Sor dê hefteya bê li qada xwe, di Stadyuma Tahîr Elçî de, pêşwaziya Sakaryasporê bike. Tê payîn ku ji bo wê maçê hemû bilêt bên firotin û stadium tije bibe.

​Amedspor bi vê lîstika xwe nîşan da ku îsal namzedê herî xurt ê şampiyoniyê ye.

 

İlginizi Çekebilir

“Türkiye’nin geleceği barışta”: Panelden çözüm ve diyalog vurgusu
Ağrı kesiciler nasıl çalışır? Neremizin ağrıdığını nasıl ‘anlar’?

Öne Çıkanlar