AMED – Piştî encama lîstika li hemberî Sakaryasporê, klûba Amedsporê bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku peymana wan a bi Teknîk-Dîrektor Sinan Kaloglu re bi dawî bûye.
Rêveberiya Amedsporê piştî lîstikê civînek awarte pêk anî û di encamê de biryara veqetîna bi Kaloglu û ekîba wî re hat girtin. Klûbê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin:
”Piştî civîna ku êvara îro di navbera rêveberiya klûba me de hat lidarxistin, biryar hat girtin ku em bi rahênerê tîma me ya A Sinan Kaloglu û ekîba wî ya teknîkî re xatir ji hev bixwazin. Em ji bo keda wan spasiya Sinan Kaloglu û ekîba wî dikin û di kariyera wan a nû de serkeftinê dixwazin.”
Pêvajoya Kaloglu li Amedsporê
Sinan Kaloglu di demeke krîtîk de erk girtibû ser milê xwe, lê piştî encamên dawî yên di lîgê de, rêveberiya klûbê biryar da ku ji bo serkeftina tîmê guhertinekê di serkêşiya teknîkî de bike. Tê payîn ku di rojên pêş de Amedspor ji bo teknîk-dîrektorekî nû bi çend navan re rûnê ser maseya danûstandinê.











