🔴Li gorî anketa CNN’ê, li DYA’yê %41’ê raya giştî piştgiriyê dide operasyonan, %59 jî êrîşan pesend nakin. %60’ê beşdaran jî di wê baweriyê de ne ku Plana Serokê DYA’yê Trump a derbarê Îranê de ne eşkere ye.
Li gorî anketa ku li DYA’yê hatî kirin, %54’ê raya giştî difikirin ku êrîşên li ser Îranê wê ji bo welatê wan bibe gefeke mezintir.
Di anketa ku şîrketa lêkolînê ya serbixwe ya CNN’ê, SSRS’ê, di navbera 28’ê Sibatê û 1ê Adarê de bi 1004 Amerîkiyan re pêk anî de, berteka yekem a raya giştî ya li hemberî êrîşa li ser Îranê hat lêkolînkirin.
Pesendkirina Êrîşan: %59’ê beşdaran êrîşên yekem ên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê tasvîb nakin, %41’ê wan jî diyar kirin ku ew piştgiriyê didin van operasyonan.
Gefa Îranê: %54’ê beşdaran fikarên xwe anîn ziman ku êrîş wê bibe sedem ku Îran ji bo DYA’yê bibe “gefeke mezintir”, lê %28’ê wan gotin ku ew difikirin Îran wê bibe “gefeke kêmtir”.
Plana Trump: Li ser pirsa gelo planeke eşkere ya Serokê DYA’yê Donald Trump ji bo birêvebirina meseleya Îranê heye yan نا, %60ê beşdaran bersiva “na” dan û %40ê wan jî nêrîna berevajî parve kirin.
Guhertina Rejîmê: %44″ê beşdaran alîgirê wê ne ku DYA hewl bide hikûmeta Îranê birûxîne, %56’ê wan jî li dijî vê yekê ne.
Îhtîmala Şer: Li ser pirsa îhtîmala pevçûneke demdirêj a di navbera DYA û Îranê de, %56’ê beşdaran gotin ku ev “hinekî mimkun e” û %24’ê wan jî gotin ku “îhtîmaleke pir mezin e”.
Êrîşên DYA-Îsraîlê yên li ser Îranê
Dema ku di navbera rêveberiyên Tehran û Washingtonê de hevdîtin berdewam dikirin, Îsraîl û DYA’yê di 28’ê Sibatê de li dijî Îranê êrîşeke leşkerî dan destpêkirin.
Îranê jî bi êrîşên li ser hedefên ku li Îsraîlê û hin welatên herêmê yên ku baregehên DYA’yê lê ne (bi taybetî Qeter, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb û Behreyn) bersiv da.
Di êrîşên DYA û Îsraîlê de, tevî Rêberê Îranê Ayetullah Alî Xameneyî, gelek rayedarên payebilind hatin kuştin.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Huseyîn Kermanpûr ragihand ku di êrîşên DYA û Îsraîlê de 926 kesî jiyana xwe ji dest dane.
/Çavkanî: Nûçeyên Cîhanê/












