Bafil Talebanî li Washingtonê bi Brett McGork re civiya

Kurdi

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li Washingtonê bi Kordînatorê Koşka Spî bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGork re civiya.

Di civîna ku bi amadebûna Derbaz Kosret Resûl Berpirsê bûroya Peywendiyên Derve YNKê  hat lidarxistin, behsa bûyerên dawî û guhertinên siyasî yên li Herêma Kurdistanê, Iraq û Rojhilata Navîn hate kirin û tekez li ser hemahengî û karê hevbeş di navbera hêz û aliyên siyasî de hate kirin,ji bo parastina aramiyê, pêşkêşkirina xizmetguzariyan û pêşxistina demokrasiyê li herêmê.

Serokê YNK Bafil Talebanî got ku hilbijartinê parlemena Kurdistanê  mafekî bingehîn ê welatiyana  û stûneke girîng a demokrasiyê ye û gaveke girîng e ji bo nûkirin û guhertina di proseya hikûmraniyê de. Ji ber wê jî em li dijî hemû hewlên ku rêgiriyê li pêşiya lidarxistina hilbijartinên dadperwerane bikin û metirsiyê li ser pêkhateya Herêma Kurdistanê û pêşketina wê çêdike .

Derbarê yekxistina hêzên Pêşmerge û hewlên hevpeymaniya navdewletî bi taybetî Amerîka bo çekdarkirin û bilezkirina proseyê jî Serok Bafil got:’’hewldan giring in û em rêzê lê digirin, berdewambûna hevkariyê, hevahengiya serbazî û istixbaratî ya di navbera hêzên Pêşmerge, hêzên Iraqî û hevpeymaniya navdewletî de ji bo rûbirûbûna terorê û parastina aramiya navçeyê dûpat dikin.’’

Bafil Talebani amaje bi pêngavên rêkevtina nû ya di navbera Îraq û Amerîka de jî kir û got: ‘’Pêwîste hemû pêngav di çarçoveya parastina berejwendiyên bilind û netewî de bin û biryar jî ji bo aramî û bexteweriya welat bin.’’

/Jêder: PukMedia/

İlginizi Çekebilir

Neçirvan Barzani Bağdat’a gidiyor
Cumartesi Annesi Fatma Kırbayır yaşamını yitirdi

Öne Çıkanlar