Gava navê Bextîyar Elî di lîsteya Prix Nellys Sachs da (bi Elmanî, Nelly Sachs Preis) li kêlaka navê Elias Canetti, Milan Kundera û Nadine Gordimer dibînim, hêvîyek li min peyda dibe. Bextîyar Elî yê ku di sala 2017an de ev xelat wergirtibû û ji wê rojê heta îro hin berhemên din jî li karîyera xwe ya edebî û li cîhana entellektualîteya Kurdistanê zêde kirîye.
Di vê serdema cîhana dijîtal û hişê çêkerî de naskirina nîvîskaran ne zehmet e helbet. Lê ji bo nivîskarekî Kurd ev agahî û dîyarî pir bi qimet e.
Sîyasetmedarekî populer dibe were ji bîr kirin, fermandarek dibe têk biçe, lê ku hunermendek ji bo xilasîya welatê xwe berpirsiyarîyek dabe ser milê xwe, ew gerek were nasîn jî.
Bextîyar Elî yek ji van nivîskaran e û hişê Kurdbûnê li gor edebîyata modern amade û azad dike. Bextîyar Elî ne tenê bi fîksîyon û materyalên edebî, lê bi nivîskarîya kurdî, bi geşbûna ziman bi xwe, peyamên xwe ji hin ezberan xilas dike. Pîvan û nîqaşên ku serdestan li ser derûnîya me kirine wekî zanist, ji wê jî wêdatir ew hesta ji xwe nebawerî, di berhemen Elî de ew tev tên hilweşandin.
Weşanên Avestayê di bihara borî de berhemeke din a Bextîyar Elî ya bi navê “Deryas û Laş” weşand ku ev berhem ji alîyê Payîz Mîlan ve ji kurdiya soranî ji bo kurmancî hatîye wergerandin.
Weke her caran bi hin ceribînên stîla Bildungsromanê ji vê romanê jî tê. Lehengên Elî lehengên xwedî hikayetên dualîst in. Him bi problemên xwe yên şexsî dijîn û him jî bi nakokîyên civakî û sîyasî re mijûl in. Heta niha tu lehengên Elî bê sîyaset û bê nerazîbûn nînin. Karakterên wekî Mihemedê Dilşûşe, Sewsena Elî, Celadet Kotir qet ji meseleyên sîyasî para nemane.
Bextîyar Elî valahîya di edebîyata kurdî de û daketina dîroka wê ya modern dibîne û li gor wan lehenga hildiberîne.
Deryas û Laş jî li ser vê anomalîya sîyasî hatîye nivîsandin. Deyas xortekî Başûrî ye piştî xwendina xwe ya li Ewropayê vedigere welat û di arşîvekî de dest bi kar dike. Lê ne hêvîyên ku Deryas ji xwe dike, ne jî şertên welat him yên ji şoreşên derveyî him jî ew şerê navxweyî ku jê derbas bûne, rê li ber demên aram venakin.
Bextiyar Elî, di romanê da Deryas wek karekterekî rojavayî anîye Kurdistanê û bi bûyer û encamên derdora wî lêpirsîneke sosyal û sîyasî daye çêkirin.
Di vê romanê de, Elî problemên ji ber otorîte û otokrasîya ku li Rojhilata Navîn û li Kurdistanê çanda xwe ya antî demokratîk û klîkçî daye organîze kirin, lê bi zimanekî edebî dinirxîne.
Elî kes negirtîye û kes jî neavêtîye. Li gor zagonên edebî û rewa, pirsyaran li ser vîzyona rêbertîyên ku li Kurdistanê dest dane ser aqil û asoya civakeke serbixwe, bi afirînerîyeke modern û zanistên nûgihîştî rexne dike.
Bextîyar Elî wek her tim ti peyv û paye belasebeb nexistîye mijar.
Gava min xwendina Deryas û Laş xilas kir , ji alîyê edebîyatê ve kêfxweş bûm lê ji bo doneyên ku Elî bi kar anîye ji metirsîdar dibim.
Kurd û organîzasyonên wan, rêber û partîyen wan, girse û geşbûnên wan, hê gelekî dûrî cîhana modern in.
Lê dîsa qet bêhêvî nînim, çimkî Bextîyar Elî û berhemên wî hene. Edebîyata kurdî hêdî hedî ji hînbûn û dubendîyen cîhana berê deşîfre dike û wî xîmê entellektuelîya Kurdan ji nû ve ava dike.
Yek ji kitêbên havînê ye Deryas û Laş, 244 rûpel wek çîrokeke navmalî nasê me ye. Ken û girîn, ecêbî û fehmberî bi qelema Elî geh sax dike geh jî mirî.
Bi hêvîya xwendineke ronahîdar.