Hema hema sembolên her demê li gor danûstandina xerc û hilberînên sosyo-ekonomîk derdikevin pêş. Pîvanên şaristaniyê çi qas di nava sedsalên modern de binav bibin jî, ev sembol ji manewiyatê zêdetir navê çanda madî digrin. Guherînên xwezayê, birçîbûn, koçberî, serma, ziwabûn, şerê navxweyî û nakokiyên olî û etnîkî bingeha vê çanda maddî xwedî dikin, lê di dawiya dawî de her xerabî an jî wêrankerî bi xwe re şoreşan jî tîne. Lewma şoreşên herî bi bandor ne yên îdeolojîk in, şoreşên herî domdar û berfireh yên sosyo-ekonomîk û çandî ne.
Îro em dikarin bi dehan şoreşên wiha û sembolên wan bijimêrin. Ji keşfên wek barût, erebeyên posteyê, makîneya bûxarê, hûnandina mekanîk ya hiriyê, sîstema pereyan, elektrîk, telefon û bazara li ser van keşfan bigire heta, sazî û pergalên wekî BIG DATA, CERN, NASA, Wall Street, City of London, La Défense û Newala Sîlîkonê (Silicon Valley), bi hezaran cih û bûyerên dîrokî hene ku şaristaniyê bi pêngavên mezin pêş ve birine.
Şoreşa Endustriyê ya mezin hema hema tiştek li rûyê dinyayê nehişt ku neguhere. Car caran difikirim, gelo ev şoreşa ekonomîk û civakî neba, wê borsa, banke, şirketên sîgorteyê û sektorên curbicur wê hebûna yan na? Wê sîstema aboriya cîhanê bi kîjan rê û têgihiştinê xwe bi hev ve girê da, û bi vê re jî wê kîjan sîstemên siyasî ji xwe û ji me re rewa bihata dîtin?
Di nava vê rewabûna tevlihev de, tişta ku herî zêde bala min dikişîne borsa ye: Mekanekî mezin, bi ekranên matematîkî tijî, kesên bê moral û bi stres, di destên wan de çend telefon, li vî alî û wî alî dipeyivin û hin agahiyên ne diyar not dikin. Ev not wek satelayteke cîhanî ji hemû borsayên cîhanê ne û qîmeta şirketan û hissedarên wan bilind an kêm dikin. Ji bo biyaniyekî, rabûn û ketina endeksê wek çîrokekê tê, lê ji bo sîstema bazirganiya cîhanê ev berjêrî û berjorî rîsk û firsendên zêrîn in.
Lewma jî di van salên dawîn de, ji salên berê zêdetir borsa kete nava jiyana me û bû agahiya herî polîtîk. Piştî ku Neronê bazirganê û hiqûqê Trump fitîla şerê gumrikê û bazirganiyê vêxist, bersiv û bertekên herî tund ji borsayên cîhanê hatin. Wek kevirên domînoyê yên li pey hev, ji borsaya Tokyoyê heta Frankfûrtê, ji Londonê heta Parîsê, fîyeta sened, zêr, petrol û hisseyên razemenî û mewdûatan serûbin bû. Tevî vê krîza navneteweyî jî, Trump paşve gav neavêt, her roj kaxizeke nû ya qumarê diavêje ser maseyê û bacên gumrikê li ser piyaseyên cîhanê zêde dike.
Helbet wek her car, “gur tê dîhara, delîl li halê feqîr û fiqareyan.” Borsa bişewite yan neşewite, yên ku dişewitin civak û derfetên civakê ne. Cîhana navneteweyî bi fikar û reşbîniyê li gavên Trump dinihêre, lê ew bi milyonan mirov û nirxên şaristaniyê wekî topa golfê dibîne. Her carê ku li topê dixe, top li borsa, sazî û sîstema bazirganiya cîhanê dikeve û carê aliyekî sîstemê hildiweşîne. Xuya ye wek di kilameke kurdî de tê gotin: “Heta Mistoyê Kemal li Enqerê rûne, li vê derê rihetiya me tune.” Her wisa heta Trump li Koşka Spî rûne, wê rihetî ji bo borsayê û ji tevahiya cîhanê re tunebe.
Lê belê, borsa bikeve jî mûzîk nakeve. Belkî bi vê baweriyê, demsal jî demsala festîval û konseran e. Bi vê sedemê, hunermenda ciwan û serkeftî Rewşan Çelîker yekemîn konserta xwe li Parîsê li dar xist. Çelîker û ekîba wê pir profesyonel û serkeftî bûn. Şeveke xweş û romantîk diyarî Kurdên li Parîsê kirin. Ji bo çend seatan, me Trump, borsa, maddiyat, bac, endeks û golf ji bîr kirin.
Borsaya manewî bi kilam, helbest, hest, çepik û bîranînan derbas bû. Wekî gelek hevkarên xwe, Çelîker jî bi serkeftin û qayîlî ji Parîsê veqetiya û sozê konsertên nuh da. Wekî ku Rewşan Xanê li salona “La Scène La Parisienne” digot:
“Gava şer xelas bibe
Bi vênî, bi şênî, bi serûber
Em ê darê xwe deynin
Li başûr, li bakûr, çarmedor
Ba bê, bahoz bê, berf bê
Nadome heta hetayê
Gava dem û dewran bê
Bi hemdê xwe ji te ra dibê”
Bi hêviya hefteyeke xweş û tijî muzîk!