Behice Feride Demir: Car caran Céline Dion

Yazarlar

 Îro êdî ne tenê dinya, zeman jî zemanê berê nîne. Em kesên ku di jenerasyona şoreş û dewrên giran da mezin bûne ji bo me cîhan zêdetir hêsan tê. Wexta televîzyonên bi markeya Grundig, Nordmende, Toshiba û Saba di malê da derî li cîhaneke din vedikirin me qey digot jîyan hema ev e. Di heman demê da vîdyo û teyîban jî ev tişt temam dikirin. Heger televîzyon, vîdyo û teyîbên malekî hebûya, ew mal xwedî cîhaneke din bû.

Gava cd çalar (cd driver) hatine nava vê alêmê, mal û cîhan gaveke dinê jî guherîn. Êdî me ew fîlm û muzîkên ku ji bajêr dihatin bi saetan dubare guhdarî û temaşe dikirin. Tîtanîk yek ji wan fîlman bû ku me bi cd çalarê bi dehan caran temaşe kiribû.

Fîlma navborî di sala 1996an da ketê vîzyonê û li hemû cîhanê eleqeyeke mezin dît. Helbet bi senaryo û artîstên xwe yên navdar fîlm ketibû rojevê, lê bi qasî vana, muzîkên fîlmê û stranbêja wê jî bal kişandibû.

Heta ew trajedîya Tîtanîkê bi dengê Céline Dionê bû romantîzmeke globalî. Ji wê demê şûn va di muzîkê da Céline Dion wê bibûya star û sektoreke bi serê xwe.

 Céline Dion ku bi eslê xwe ji malbatek Kanadayî ye. Ji çardeh xwûşk û birayan ya dawîn e. Hîna di zaroktîya xwe da dest bi stranbêjîyê dike û hemû hewldanên wê li ser muzîkê ne. Ew bi şans e ku dayîka wê her tim jê ra dibe alîkar. Jixwe Dion, bi besteya dayîka xwe yekem kilama xwe distrê û êdî tê nasîn. Di 1982an da bi besteya dayîka xwe ya bi navê “Ce n’était qu’un rêve” (Ew bi tenê xewn bû/Nothing But a Dream) karîyera wê dest pê dike.

 Lê ew bi profesyonelî di Eûrovîzyona 1988a da, gava li ser navê Swêdê hate bijartin, yê êdî bihata naskirin. Weke stareke frankofonî (Francofonia) karîyera wê dest pê dike êdî. Dion di nava sî û şeş salan da 26 albûm derxistîye. 50 milyon kaset firotîye, li çar alîyên cîhanê 12 konsertên bi milyonan daye. Weke Oscar, Grammy û Kureya Zêrîn jî xelatên muzîkê girtine. Dayîka sê zarokan e. Di qesrekî da dijî û yek ji hunermenda vê sedsalê tê binavkirin.

 Dion her çiqas bi eslê xwe Kanadayî be jî ew hunermendeke Fransî jî tê hesibandin Lewma jî gava behsa Céline Dionê tê kirin Fransî bi şanazî jê ra rêz digirin. Di radyo û televîzyonan de saet û frekans tune ye ku bê kilameke Dionê derbas bibe.

Û li pey her stranekê, anonseke wiha tê kirin; Céline Dion, yek ji hunermendên vê sedsalê.

 Mirov car caran dikare Céline Dion guhdarî bike. weke di fîlma Tîtanîkê da dibêje:

 My heart will go on and on…

İlginizi Çekebilir

Irak’ta ABD’ye ait MQ-9 insansız hava aracı düşürüldü
Ali Engin Yurtsever: Korkunun Hükümranlığı 

Öne Çıkanlar