Behice Feride Demir: Çîrok wê çawa biqede?

KurdiYazarlar

Tu tişt nikare li pêşîya xeyalperestîya mirov bisekine. Şaristanî hemû ekla xwe ji xeyal û cûreyên bêsînorîya aqlê mîrov digire. Li gor dem, hewcetî û derfetan ev jê girtin xwe digihîne wate û sembolên şênbêr û razber. Ji jimara Pîyê (π) heta elementên atomê. Ji Girê Mirazan heta Hattûşaşê. Ji Birca Babîlê heta Pîramîdên Misrê. Ji Îskenderîyeyê heta Celsûsê. Yan jî ji New Yorkê heta Şanghayê bi sedan mînakên mirateyên fîzîkî û fikrî di saya bêsînorîya xeyal û meraqên mirovî de rêwîtîya xwe ya jîyanê didomînin. 

Lê pîştî sedsala Ronakbîrîyê ti sedsalekê bi qasî şoreşa dîjîtal bandor li ser domandina hiş, hîs û xeyalên mîrovatîyê nekirîye û ew qas encam wernegirtîye. 

Gava ku teknîk û teknolojî bûn sîstema sedsala me, êdî paşeroj û pêşeroj bi her awayî ji hev du cuda bûn. Duh bû sepandinekî, îro jî bû ekranekî.  

Çend roj berê CIOyê Googlê yê kevn Eric Schmidt li Unîversîteya Stanfordê li ser cîhana dîjîtal û bandora hişê çêkirî (Artificial Intelligence, AI) hin texmînên xwe gotin. Di gotinên Schmidt de him hîşyarî him jî hêvî hebûn. Bi ya Schmidt, hişê çêkirî wê piranîya tiştên hînbûyî û rastîyan serobin bike û wek emperyalîzma zanîstî ji nû ve wê tevahîya jîyanê biguherîne. Lê dawîya dawîn tevî hemû emperyalî, serkeftin û hêsanîya xwe jî wê nikaribe xwe bigihîne hişê mirovî.

Gava ku min Eric Schmidt guhdarî dikir di destê min de du pirtûk hebûn. Yek ya Thomas Mann bû, ya din jî ya Lewis Carroll bû. Thomas Mann li pey Îtirafên Félix Krull bû û Lewis Carroll jî bi Serpêhatîyen Alice li welatên ecêb bû.

Ji ber ku Serpêhatîyen Aliceê li welatekî ecêb bi kurdî bû, berawirdkirina wê ya bi hişê çêkirî û hişê mirov ra bi min hêsan hat. Gava Alice a nerihet di navbera cîhanan de digerîya û her carê di cîhanekî de metelî, meraq û mirazê xwe bi kar dianî, gotinên Schmidt û mînakên hişê çêkirî jî yek bi yek xwe dida ber çavên min.

Lewis Caroll ê di navbera salên 1832 û 1898an de jîyaye, wekî gelek hevkarên xwe asta aqlê mirov û kûrahîya xeyalên mirov di nava fezayeke hêvîdar de çiqas bê zirar, aram û zarokane gerandîye. Li ba min gava em beramberîya her du hişan dikin, em dikarin çîrokên ku bûne utopya û dîsutopya an jî çîrokên ku bûne stûnên edebîyatê bi bîr bixin û bibînin. 

Lewma jî di ber xwe da bi Herr Schmidt kenîyam û Serpêhatîyen Aliceê li welatekî ecêb kêfa min zêde dikir. Lê mixabin mesele ne êdî tenê kêf, zarok û çîrok in yan jî bandora wan e. 

Mesele êdî; çîrok, zarok, mezin, bihîstin, jîyan, çanda kesayetîyê, xwendin, xeyal kirin û bêxeyalîbûn bi xwe ye. 

Gelek caran wek nîqaşeke hunerî jî tê rojevê, gelo nivîsandina çîrokan bi dawî dibe yan jî bi dawî bû? Gelo her tişt aqasa amade û li ber dest û çav e, bi wan derfetan mirov çawa hest û hişê xwe bi hilberînê biparêze, bijî û bide jîyandin. 

Helbet gava mirov li bûyerên teknolojîk û yên roj bi roj li cîhanê ji binî va dihejînin mêze dike, tatêlek  mirov digire. An jî tîrek li bîra me dixe û bîrewerîyên me tengav dike. Bi yek bûtonekî dîrok tê guherîn, di yek bûtonê de dinya rêya xwe şaş dike. Baş e helbet sînor radibin û zanist bê otorîte li cîhanê belav dibe. 

Lê li alîyê din tu lê dinihêrî ya ku hemû bûyînî û nebûnîyan vedişêre ji hêza afirînerîya aqlê mîrov bi xwe ye. 

Bê hemd gotinên canbazekî ku di nava dijitalîzmê de histû qalind kirîye, bi me xweş yan jî xerab tê. Bê guman hişê çêkirî bi qasî hişê mirov refleksîv û bandorî nabe. 

Alice a ku bi hişê mirovî me kêfxweş û xwedî pirsîyaran dike, helbet wê ji robot û programên daxistî çêtir be.

Lê di van rojên dawîn de him berdêla cîhaneke nû tê dayîn him ji binesazîya zêhnîyet û hişmendîyen nû tên avakirin. 

Cîhana ku Kurdî tê de zîmanekî fermî nîne û cînarên ku ji Kurdî û çîroken Kurdan re hurmetdar nînin helbet bila têk biçin. 

Lê gerek cihê ku ew têkçûn lê diqewime em û çîrokên xwe cî bigirin bi her awayî. Di serî de çîroka serxwebûna me bê gotin. Sîyaset û edebîyata me di serî de xwe ji bona serpêhatîyen welatê me û zarokên me amade bike. 

Helbet êdî cîhana duh tune. 

Hin çîrokên nuh lê zêde dibin. 

Li alîyê din Serpêhatîyên Xapînok Félix Krull jî ne hindik e û bi serê xwe welatîyê xwe Herr Schmidt piştrast dike. 

Hişê çêkirî cîhanê biguherîne jî, hişê mirovan jî jîyanê azad dike. 

Em li benda çîrokên xwe bin! 

Ji bîr nekim pirtûka bi navê Alice’s Adventures in Wonderland (Serpêhatîyên Aliceê Li Welaketî Ecêb) ji ingilizî bi wergera Ciwanmerd Kulek ji Weşanên Avestayê derketiye.

Bi hêvîya rojekî xweş! 

İlginizi Çekebilir

Trump: İsrail’in İran’ın nükleer tesislerini vurması gerekir
Ali Engin Yurtsever: Hizbullah, Hamas ve Sol Tavır

Öne Çıkanlar