Behice Feride Demir: Çîrokên Zarokan û Dilşa

KurdiYazarlar

Yek ji weşanxaneyên ku havîna xwe bi xebat û çapkirina berhemên nû derbas kir  Weşanên Nûbiharê bû. Êdî li ser torên medyaya sosyal berhemên  nû tên çapkirin, bi  hemû xwendevan re roj bi roj tên parvekirin. Herkes li gor kêfa xwe dikare  berhemên xwe hilbijêre û bikire. Helbet ji bona her xwendinê demên cuda hewce ne, lê car caran naverok û konseptên cuda  kêfa meriva tînin û xwendinê bi me didin  şirînkirin.

Ev nêzîkî du mehan e Weşanên Nûbiharê behsa berdewawmîya seteke pirtûkên ji bo zarokan dike, ya bi navê “Dilşa” ku balê dikişîne ser xwe. “Dilşa” di 2022yan da bi şeş pirtûkan derketibû pêşîya xwendevanên piçûk. Ev kitêb hem bi Kurmancî û hem jî bi Zazakî hatibûn weşandin.

Gava mirov li rojev û mijûliya medya, siyaset û çanda me dinihêre, helbet çîrokên zarokan û çapkirina tiştên hunerî  zêde bala mirovan nakişînin heta belkî qîmeta wan jî kêm dibînin. Lê  gava em   niyeta sîstema global û bi taybetî jî mêtingeriya li ser welatê xwe  dikole,  di binê hemî polîtîkayan  de armanca bidestxistina hişê zarok û ciwanan heye. Îro êdî perwerde û qanîkirina zarok û ciwanan ji dibistanan dest pê nake. Êdî dagirkirina hişê zarokan li malê û di  şeş mehiya wan da dest pê dike. Mêtingeriya îdeolojîk  ji rêbazên sîstemên teknolojîk û dîtbariyê, êdî veguheriye asîmîlebûna hiş, ziman, şexsiyet, psîkolojî û çanda jiyana sosyalî.

Gava em li şert û mercên jiyana Kurdistaniyan û li derfetên wan ên li dijî stratejiyên mêtingerên wan dinihêrin û didin berhev, xêncî  perwerdeya zarokan û parastina jiyana nav-malê tu derfet namîne di destê me da.

Ji bona vê jî xwendin û nivîsandina kurdî, bi taybet ji bo zarokan gava herî girîng e. Heger zarok tehma zimanê xwe di nava jiyanê da û êdî di nava jiyana kitêban da jî û di nava derfetên dijîtal da jî rastî edebiyat û çanda xwe werin û wê baş binasin,  wê gelekî tişt ji bo wan bibin  wateyên   jiyanê.

Lewma jî ev xebatên ji bo zarokan ku Weşanên Nûbiharê wekî seta Dilşa amade kiriye bi çar kitêbên nû, bi min pirr bi qîmet e û layîqê danasîn, xwendin û parvekirinê ye. Seta Dilşa îdî ji 10 kitaban pêk tê.  Çîrokên vê setê bi eslê xwe almanî ne û li Almanyayê bi navê Connî hatine çapkirin. Wergera vê setê ji aliyê  pedagog û zimannas Abdullah Încekan ve hatiye kirin. Ev seta kurdî li Almanyayê ji nav weşanxaneya Almanan Reichert Verlag bi Kurmancî û Almanî, bi çapeke duzimanî hatiye weşandin. Lê hetanî niha tene mîqdareke piçûk (li dora 30 setî) hatiye firotin ku ji bo nifûsa kurdên li Almanya zehf zehf kêm e.

Tişta girîng naveroka van kitêban e ku ji bo perwerdeya zarokan evana materyalên hewce ne. Lewma jî seta ku ji 10 pirtûkan pêk tê ne tenê ji bona zarokan her wisa ji bona dê û bavan jî dikare bibe rêyeke  hînbûn û guhdariya bi kurdî.

Çîrokên di seta Dilşayê da  bi van navan in:  

“Dilşa  dest bi dibistanê dike”,

“Dilşa li nexweşxaneyê ye”,

“Dilşa winda dibe”,

“Dilşa diçe baxçeyê heywanan”,  

“Dilşa fûtbolê dilîze”  

“Dilşa hînî ajotina bisîkletê dibe”

 “Dilşa û pitika nû”  

“Dilşa dibe xwediya pisîkekê”

“Dilşa cara pêşî difire”

“Dilşa Pizzayê çêdike”

Helbet ji bo welatekî wekî  Kurdistanê çîrok ne mesele ne. Lê mesele ew e ku Kurd, bi kurdî ji zaroken xwe re çîrokên di nava mercên serdema modern de, di mekanên bajêr da û bi eleqeyên teknolojîk  bibêjin û bixwînin.

Îro êdî pêncemîn hêza cîhana Kurdan diyaspora û dijîtalîzm e. Bi dehan aplîkasyonên di xizmeta çand û zimanên biyanî da, li serê deqeyê   reklamên xwe  dibarînin bi ser me da. Li dijî van pêlan helbet heta hêzeke fermî û berpirsiyar tunebe, ti millet nikare xwe bi tevahî biparêze. Lê qet nebe beriya ku dibistanên me hebin û em baştir derfetên dîjîtal jî bi kar bînin, mirov dikare ziman û bîra zarokan biparêze bi xwendina kitêbên waha

İlginizi Çekebilir

Müslüm Yücel: Bu sese kulak verin!
Ali Engin Yurtsever: ‘Kürt Entelektüeli’nin Yalnızlığı ‘Türk Aydını’nın Kalabalıklığı

Öne Çıkanlar