“Bila şerav biniqute ji lêvên pêt
Ew in agirê li şikefta me
Li hafa çiyayên rabirdûyê dikişe tê avên me
Rûbarên camkî de dikişiyan diçûn hibrên sor
Damarên belor di qedeha behrê de arezû
Heqîqeta xalî şadûman bû evîn
Şevnem jê diçilke tê ber cama we çîk
Arezûyên nerm li daristana şevê
Ew a ku naha dibe berf û pûs
Dipişire bin dara xwe. “
(Şeva Berfê/Xunçeyên Heyamê)
*
Piştî ku Cemal Nebez tevî fikriyata xwe kete nava jiyana min, gelek nihêrînên nuh bi xwe ra anîn. Fikar û fikrên Nebez, jî rûpelan wêdatir ruh û ramyariya rojên me teswîr dike.
Fîlozofan û hunermendan tim caran bi hişmendiya zeman lêyîstinê helbet, lê dîsa jî hinek fikrên wan zêde zêde dibin serborîyên zemanê xwe. Ya ku di nav qire cira jîyanê de me hêvidar jî dike ev mucîzatên hanî ne.
Helbet em xwediyê dîrokeke gellekî dûr û dirêj û hunermendane ne. Gelek tiştên me yên karekterîstîk hene. Helbestkarî û helbest yek jî van şaxên karektera me ne. Helbestkara bîreke bi zimanê neteweyî, dengbêja jî bîreke civakî bi vê rojê xîstîne.
Cizîrî bi eşqa xwe, Feqî bi hevalbendîya xwe Xanî bi bangewaziya xwe û Şêx Silê bi xwe bawerbuna xwe, Li Olymposa huner û helbestê hîna rastîyê temî me dikin.
Rizgar Elegez yek ji van şebçiraxên helbesta kurdî ye. Weke hostayên xwe helîm e, lê kûrahiya risteyên wî derdora xwe tesîr dikin. Ew ji eklê erdê Xanî ye helbet. Lê babet û bêhna helbestên wî hemû Kurdistan e. Helbestkarî şixulê wî yê ‘esil e helbet, lê belê çîroknûsî û wergêrî jî parekî jiyana wî ya edebî ye. Her wisa ew jî Ji tayên niviskariya me ya vê sedsala modern e.
Lê belê dilê me li vê berbiharê nerihet e. Piştî erdheja ku birînên wê hê jî kew negirtine li gel me dil û moral nema.
Min xwaste di van rojên reşbîn û şînbarî de bila piçekî jî hunerî sebr û teamilê li me bike.Dengê hunermêndê me,yanî nasên me bila bala me sivikî bikine. Lewma min Vê hefteyê berê hevpeyvîna xwe jî Parisê, Jérulselamê, Amsterdamê û Berlin ê vegerande Kurdistan ê û li gel Rizgar Elegez, di derbarê edebiyata wî da,çend pirsên arasteyî jî Rizgar Elegez kir. Elegez wekî le gentilhomme, kî ez ji bersivandim, jê ra spasdar im. Merci mon bel ami!
Behîce Feride Demîr: — Berî ku em dest bi pirsên xwe bikin, pêşîyê tu piçekî behsa şi’ira xwe bikî çawa te nivîsî û hinekî der barê poetîkaya xwe.
Rizgar Elegez: — Helbet, lê pêşîyê spasiya te dikim Ferîde can, ji bo ku te ev derfet afirand.
Jiyana hunerê da em bêjin, berîya meriv vegere li xwe binihêre, yan jî li şi’ra xwe binihêre lazim e wekî şêwazî, wekî terzê jiyanê ku te tiştin berhem hênabe, a piştî wê hingê tu bere bere bi xwe dihesî ka çitorî ye şêwaza te, ji ku dizêyî, çi dizêyî, poetîka wê demê reng dide.
Şi’ira min a pêşîn di odeyeke qedîm e xalî da pêk hat, ez jiyam, wekî zayînekî û bêyî navekî lê bikî ku bizanibî ev “şi’ir e”, jixwe şi’ir û bi firehî hemû hunera xas derbarê hebûnê û ontolojîyê da ne, her behsa çi dike bila bike.
Şi’ ir xwe dispêre cewhera zartîyê û piştxan û mîrasa me, ew mîras bi me ra dikişe, qey dibêm habitus a ku Bourdieu behs dike ji wê mêlê tê.
Helbet şi’ir bi xwe herdem “ya nayêgotinê” ye, tevî ku berdewam arezûyeke jînê, xwe bi te dide gotinê jî.
B.F.D: — Gava pîvandinên jîyanê tên guherandinê, bandora wê li ser derûnîya rojane û hestewarîyê jî çêdibe, gellek kes dibêjin helbest û helbestkar êdî fena berê nikare xwe li ber guhertinan rabigire, li gor te rastiya wan çavdêriyan hene?
R.E. —Jîyan hê di roja roj da di nava guherandinê da bû, û bi ya min hertişt di nava qanûnên xwe da dikişe. Bi giştî huner belkî ew tişt e ku wê herk û guherînê di xwe da derbas dike, bi vê nihêrînê helbestkar mîna masiyê di çêm da û bi çêm ra dikişe ye, bi ya min şi’ir xwe li ber guherîna heyatê nake tiştekî qerisî, lê helbet şa’ir bi terzê xwe, bi hebûna xwe di çilka jîna xwe da payîdar dibe, helbet bi hunera xas.
Helbet mirovahî di sedsala bihurî de û dusid salên berîya wê di nava qonaxên ecêb ra derbas bû. Sedsala bîstî û serê vê sedsala teze pê da jî, êdî bû ciyê şikê ka ew hemû nirx yanî wekî tradîsyon ew hemû nomos, çima bû hîva binewr. Gelek fikr wekî îzafî (relative) jî kirin, di vir da guherîn piştî heyna ku post modern jê ra hate gotin bû wekî krîzekê, heta wekî dawîya tarîxê nav lê kirin.
Lê bi raya min însan piştî hezaran sal hê jî di meseleyên hebûnê/î de di eynî pirsê da maye; ” wateya însan çî ye?” Loma bi raya min şi’ir ji wê reha însan a qedîm û taze dizê û tu car jî zû bi zû xilas nabe. Belê krîza gotinê û ya edebiyatê heye, yekî mîna Barthes heger ji bo edebiyata Fransî behsa krîzê dikir, bi raya min ji bo edebiyata me jî her dem jixwe krîz hebû. Eva meseleyeke afirînerîyê ye. Bibore, texmîn dikim babet hinekî belav bû, lê jixwe mesele ji reh û şaxên zemanan pêk tên, her tim berbelav in.
Ya din jî helbestkar, bi raya min, ji reha rabirdûya xwe hildiçine ava xwe, erê di gav û qasê da dizê, lê texmîn dikim hibra zeman têra xwe divêt bimeye ku bête nivîsandin, bi vî awayî helbestkar piyekî wî li wî aliyê zeman e.
B.F.D: — Teknîk, medyaya civakî û têkîliyên sanal, êdî bûne qada hezkirin, hest û nêzîkatiyan, aya helbest dikare bi van tiştan re çiqasî bijî?
R.E. — Di nezera min da teknîk bi tena serê xwe wekî “problem” nîne. Jixwe însan wekî homo faber dê ev hemû tişt çêkirana. Erê însan jî parçeyekî xwezayê bû lê wekî firşikê însên di roja roj da gunehkar bû, gunehkariyeke afirîner! Wekî Walter Benjamin mealen digot tu berhema kulturî tune ye ku tê da barbarî nebe, îja ew peyva sanal yanî gelo em îmaginary bêjin jê ra? nizam, lê jixwe ew e ku însan bi texeyulan jî heqîqetan ava dike. Paşê ew peyv qey dibêm rabû, çimkî însan di medyaya civakî da heye, erê temsîlî ye lê real e jî.
Helbest bi min îmgeyên xwe herdem ji zemanan derbas dibe. Helbet jiyanneve ye yanî jiyana her civakê di kontexa xwe da heye. Babetên şi’ira me teze temasê civakeke xeyalî jî dike. Lê li şi’ira modern û ya îmajîst dinihêrim temasên ruhê însan dîsa jî bi min universal tên, ku qal û behsên her hene. Û vê bêjim wekî teknîk û derfetên kominîkasyonê îro ro bo kurdî derfetên gelemperî (public) jî anîne, ew sînorên ku kurdî derbend dikin nisbeten wana radike, û eva bo belavbûna metnan îmkan e.
B.F.D. — Di nava kurdan de helbest hunera herî kevnar û xurt e. Heta em dikarin bibêjin fikr û ramana neteweyî gelleke caran bi helbestê û di helbestan de xwe parastîye, tu jî weke helbestkarekî xwe nêzîkî vê rastîyê dibinî an na?
R.E. — Jixwe ‘eyan ku em miletekî, di van sedsalên dawî da bi taybet, çendîn caran hatine hincirandin, û hê jî berdewam e ku hê em ji mafê zimanê xwe bêpar in, gerî hê sed sal berê meseleya ziman bigihîşta dereceyekî. Ciyê mixabiniyê ye ku niha jî şi’ira me, ji Xanî vir da, ji layekî ax û fîxana netewetiyê pêk tê. Lê xêncî kêşeya me ya neteweyî, wekî T.E. Eliot jî gotî, şi’ir ew tişt e ku tu tê da hest û ruh û endîşe û bi giştî ruhê miletekî tê da bibînî. Di vê wateyê da, belê, helbet ez jî bi xwezayî ji kan û kaniya zimanê xwe me. Kesên weke Fêrîkê Ûsiv, Şikoyê Hesen, Çerkezê Reş, û li vî berî Arjen Arî, Ehmed Huseynî,Berken Bereh ta Kawa Nemir, Fatma Savci, Osman Memed û hê gelekên ku navên wan mezin in, em jî bi rengê xwe dixwazin li tanga wan ciyekî piçûk bigirin.
Lê erê gerî metnên miletan ên xîm û kanonîk hebin, wekî mêrikî gotiye, gotî şa’irên we yên zindî jî hebin. Xweşbextane şa’irên me yên mezin e hê li dinyayê xweş hene.
Kevnarbûna helbestê di hemî civakan da jî qedîm e, lê Kurdî û Kurmancî sedan sal e zimanê şi’irê ye.
Helbest xwe hunerek e ji pirs û raza hebûnê dizê. Hebûn ew der e zindî ye, dijene û xweberê dikêlime. Lê wekî Xanî şi’ira wî him temasê Kurdistanê dikir lê meseleya ku wî, hebûn û pirs û raza wê çawa disêwirand, wek nimûne xêncî Dîwana wî, di qismê mezin yê Mem û Zînê da qal û behsa hebûnî yanî pirsa ontolojîk e. Loma ez xwe jî çiqasî temasê jana me ya cimaetî dikim, hem zeman û bi wê, xweberê li pey zemanê çûyî dikevim da ku bi xeyalê poetîk wêya berceste bikim. Bi vî awayî ziman hebûna xwe vediguhêzîne dema hazir. Lê şi’ir zorê dide ser îmkanatên zimên.
B.F.D. — Helbestên te ji Kurdistaneke aram û asayî tên. Xweza, çavdêrî û li hêvîmayîneke bê fexr heye di risteyên te da, çawa risteyên te aqasa bi sebr in?
R.E. — Ez bi xwe li şi’ira ku tê da qîtbûn heye, ya bijene, ya birîndariyeke afirîner digerim.
Lê belê şi’irên min ên pêşîn, piştî ku têra xwe zeman di bîra zartiya qedîm û terr û teze da meyiya, yanî hibreke meyiyayî di xew û xewnên şevan da xwe dane der, wê hingê wekî me got, bêyî ku ez bêjim ev şi’ir e, ew nivîsîn. Qey dibêm sebra wan ew zemanê kûr ê giran ê rojên berê ne, zemanê ku pîrika min çavên xwe yên sedsal berî berr û besta kewşenê li biniya xwe dida, çaya sor e Îranê di tebaxeke ferfûrî da berî gewrîya xwe dida. Sebra cotkarekî ku apê min bû, wî salewaxtê erd radikir, û zemanê wî meriyî ku zemanê zeviya genimê kirrik bû, sebra ku deraxlêveya serhedê li hêvîya reşêlekan dima. Belkî jî însan ew ruhber e ku tenê û mixabin tişta jidestçûyî nas dike, wekî Orpheusê para vegeriya nihêrî, lê xeyal ma jê ra, qey dibêm kînga min bêhemdê xwe be jî, para vegeriya li rêya li dû xwe nihêrî, dûr va ew jiyana antîke ew jiyana di efsûnîya cinên li aşê avê, ku ew aş mekanekî wisa qedîm bû, paşê wekî “mekanê poetîk” pê hesiyam, lê ew cî û war qey dibêjî însanên pêşîn ewên ku cin û îns in, hê ji hev veneqetîyabûn. Di şevê da dagêr dibûn ew “kelam û kilamên qedîm” û wana dadida ser min ku paşê di dilqê nivîsê da zam. Helbet ew hemû rabirdû bi xwendina şi’ra kurdî delavekî avê li ser vebû.
B.F.D— Tu rewşa helbestê çawa dibînî? Gelo helbest dikare bi qasê, roman û sînemayê bi dîtbarî û nivîskariya aktûel, serî bi teknolojiyê ra bikişîne? Mirov li dijî vê xirecira hesînan, berjewendî û xwe xwe xwarinê çawa hestên xwe bikaribe bijî, bêje û biparêze?
R.E. — Pirseke zehmet e helbet, rewşa helbestê û pirsa helbestkar pirsa zeman e. Heger şi’ir bi xwe di krîzekê da be eva helbet bi zemanê civakê û bi şiyana şa’irên heyî ra jî têkildar e. Lê belê mîrasa ferhengî bi têra xwe neyê eleng û bêjing kirin şi’ir wê bê ruh be.
Pirsa der barê roman û sînemayê da; helbest bi min bi îmgeyan zêhna însanan dide herikandin û ruhê wan ji gilê û gilêfîtkên zeman difilitîne. Lê roman piranî behs e, fiction e, roman wekî hunera modernîzmê, berî sînemayê, hêz û hunera girtina kamerayejî ruhekî berî nava cesteyê honakî. Lê bi raya min sînemaya hunerî, ku zanim babeta me ev nîne, yan saf û sade tişta diqewime digire yan jî bi awayekî şi’irkî jan û hestên însên nîşan dide. Wek nimûne, sînemayek heye wekî derhêner û nivîskar Jean Cocteau dike, Trîologiya Orphîk (The Orphic Trilogy), ew sînema bi xwe şi’ir e yan jî ew bi hunera şi’irê fîlman dikişîne ku şayanê behsê ye di vir da meriv bêje.
Îja wexta em li jana însan dinihêrin, wekî îro me behsa teknolojiyê kir di der barê şi’irê û însên da, însan hestên xwe najî, her çend serdemeke ku derfetên wê nisbet bi berê zêdetir in, însan zêdetir bi hev ra pêwendiyan dadînin, lê çima însan, mesela, eşqê najî, kêmtir e kûrahî em bibêjin, herhal her dem kêmtir bû. Lê belê wekî Byung Chul Han behsa hevaltiya li ser mecrayên înternetê dikir, yanî wekî reqem tam “şexs” nînin, ew cûre temas, nikare însan nêzîkê temasa hebûnî bike. Ya din şêweyê aboriyê û bajarvaniyê û qelebalixiyê, heger em têgehên Hannah Arendt’ê deyn bikin (vita activa) jiyaneke aktîv mecbûr dike, lê belê heger pêkan be, bi qasî zemanê tiştan ê gerdûnî, wekî zemanê zayîna tiştan, jiyaneke bi hemdê xwe (vita contemplativa) hebe, wê demê însan “dê bijî”, helbet wekî biharê hurrbûn wekî havînê kamilbûn divêt. Lez her dem teqabulî tiştekî jimarî/nîcel nake, bi raya min zeman xwe her dem jimar nîne, car heye saetek, rojek ji salekî zêdetir e. Mesele keyfîyet e, û vêya herî baş qey dibêm şi’ir nîşanî me dide yan jî evîn yan jî jan.
Ji ber ku huner hê jî ruhê însên xweyî dike, caran huner starek e lê belê car heye rev e car heye îsyan e. Yanî şi’ir bi xwe ji bo parastina hestên meriva berevajî ku me aram bike, heye ku hestan tûj dike û însan rûbirûyê tazîtiya wî dike. Bi min însan çiqasî bi tazîtî û hem zeman bi tenêtiya xwe ya fanî bihese belkî wê çaxê bijî, wekî kêliyeke saf û tazî.
Em dîsa berê xwe bidine serê pirsa te, bo min û bo şi’iran, rewşa “baş” tiştekî temam rave nake, şi’irên me yên baş hene lê wekî jiyan heye wate şi’irên hê nehatine nivîsîn jî û yên “nayêne nivîsîn” jî her hene.
Û bi vê em serê loda xwe bigirin, îro ro heger Ulyssess a James Joyce wergeriya be ser zê û zar û zimanê kurdî, şa’ir û wergerê êgin î hosta, Kawa Nemir hê li rûhewatê ye bextê çê ra, dêmeg ev zimanê han ê firewan dê axiriya xwe bi xwe ra bîne heta zimanê me di dev û ruhê me da bigere.
*
Rizgar Elegez:
Şa’ir û nivîskar, di sala 1984an da li gundê Barzirgana bi ser navçeya Giyadînê hate dinyayê. Şi’ir û kurteçîrok û wergerên wî di kovarên kurdî de hatine weşandin. Heta niha sê berhemên wî yên şi’irê; Hibra Sor (2015), Havîna Li Serfêza Behrê (2018), Xunçeyên Heyamê (2020) çap û belav bûn û ji soranî jî berhema nivîskara naskirî, Ehlam Mensûr, Hawar (2022), wergerande kurmancî. 2018an da Xelata Edebiyatê Ya Ehmedê Xanî wergirt.