Behice Feride Demir:  Destxetên Rizgar Elegez 

KurdiYazarlar

Nivîskarê Almanî Thomas Mann dibêje: “Kevneşopî û bîranînên ku bi devkî nifş bi nifş dihatin veguhastin rasttir, pêbawer û bê asteng bûn…”

Bi ya min di vê tesbîta hanê de ji bo me Kurdan û ji bo hikayetên me bêtir derbasdar e. Kurd bi hemû giranî û geşbûna xwe derbasî nava dîrokê nebûne û milletên cîhane hîna hînê dewlemendîya huner û cudahîya jîyana li Kurdistanê nebûne. Mehek berê û salên berê jî, li Şikefta Şanîderê hestîyên mirovên Neandertal hatine dîtin û careke din eşkere bû ku Kurdistan axa şaristanîyê ye.

Gava em ber bi dîroka modern tên reng û remzên şaristanîyê tên guherîn û di şûna dewlemendîya kevneşopîyan de ekonomî, endustrî, teknolojî, hiqûqa makezagonî, nîzamkirina arteşê, sazîyên weşangerîyê derdikevin pêş û mirovahî dikeve nava pesn û fesleke din.

Piştî ku edebîyat bû beşek ji vê mîras û pesindayînê, milletên ku di hunerê de rol û rêberî wergirtibûn bi destên hunermend û wêjekarên xwe jîyana welatê xwe kirin materyal û meseleyen edebî û doktrînên çanda xwe bi van meseleyan qayîm kirin. Di vê çerxê de him edebînûs zêde bûn, him jî edebîyata neteweyî û cîhanî hev du nasîn, û him jî nasnameya neteweyê bû garantîyeke ji bona çanda civaka xwe.

Lewma jî ti hunermend bê nasname û bê piştgirîya sazîyan nayêne nasîn. Li pişt Victor Hugo dewleta Fransî heye, li pişt Anne Carson akademîya Kanadayê û li pişt David Bowie jî Îngilîstan bi hemû nirxên xwe xuya dike. Dîsa ya ku mîrate û mexbera Gogol û Çexov diparêze dewleta Ûris e.
Piştî ku Kurdan jî bona serxwebûna xwe bi hezaran berdêl dan û nasnameya xwe kirin kêlîyek ruhîyata edebî û sîyasî, helwesta edebîyateke xurt jî derkete holê.

Bakûrê Kurdistanê yek ji vê sehneyê ye ku edebîyat û ya edebîyane hey diçe cîhana me lê şên dibe.

Qurneyên nuh li hostetî û honaken nuh digerin û di heman demê de windahîya zeman û bêderfetîya li dijî edebîyata kurdî jî dixwazin têk bibin.
Rizgar Elegez ê ku heta niha me ew bi helbest û hikayetan nas dikir, dîsa bi berhemek ruhnerm û xewroşkî ya bi navê “Hikayeta Terzîyekî û Çend Tiştên Din” dîsa li ber vîtrîn û ekranên me ye. Kitaba Elegez ji Weşanxaneya Avestayê derçûye.

Ev demên ku me hikayet û heyat ji bîr kirine ku twîtek, vîdeoyek rojeva me diguherîne û medyaya sosyal moral û pîvanên me nîşan dike; her wiha nivîsandina hikayetan bi serê xwe sebrekî dixwaze. Lewma karê nivîskaran hey diçe zor dibe. Li alîyekî heytehola pîyaseyê, li alîyekî geremola medyayê, li alîyekî jî belavbûna dîqetê barê nivîskaran hey diçe girantir dike.

Heger nivîskarek bikaribe xwînerên xwe li pey xwe kaş bike û bala wan li ser berhema xwe bide hev, ew nivîskareke/î serkeftî ye. Elegez di vê kitabê de ev tişt bi dest xistîye.

Rizgar Elegez, nizam ji cografyaya Kurdistanê ye yan ji cînartîya hikayatên klasîk ên Asyayê ye, di “Hikayeta Terzîyeke û Çend Tiştên Din” de tehma hikayatên Gogol jî kirîye nava hikayetên kurdî û bi tevahî hikayet ji bayê jibîrkirinê û piçûkdîtinê xilas kirîye.
Elegez di fictiona kitêba xwe de terz û lehengên pir xwezayî bi kar anîye. Tevî “Hikayeta Terzîyekî û Çend Tiştên Din”, şeş hikayetên sereke û gellek hûrbînîyên hikayetên wekî rojnivîsk yan herikîn jî cih girtine.

Xwîner di navbera “Sîyarên Qumarbaz” û “Hikayeta Terzîyekî û Çend Tiştên Din” de bimîne jî, “Çend Destxetên Di Odeya Zexîrefiroş Da” xwedî suprîzeke mezin e. Tu dibê qey, Elegez bi xwe jî peyameke nixûmandî li ser vê çîrokê daye, wekî dibêje: “xwîner bi xwe dizane wê çi li ku bibîne û bixwîne.” Belê îro xwîner û temaşevan bi peyvên serdema xwe fonetîk û feyza jîyanê dixwînin û ramanên xwe pênase dikin. Teknolojî, ekonomî û medya tegêhên nuh direşînin ser me û hey diçin sîstema emojîyan li me ferz dikin. Îja hela kurdîya ku tu peyv û meseleyên xwe negîhandîye garantîyekê li dijî van pêlên asîmîlasyon û teknolojîk encax dikare bi berhemên xwedî hikayetek raweste.

Lewma jî hikayet wek bendekî hêzdar e ji bona bîrawerî û çavnasbûna ruhîyeta kurdbûnê.

Helbet di van mehên şer û tundî de, sansur û şîdeta li ser kurdan, huner jî bi serê xwe nikare encamekê bigire. Lê îro em ji reaksîyonên serdestan dizanin, xwedî derketina li ziman û çanda kurdî dikare ruhê milletekî pak bike.

Hikayeta Terzîyekî û Çend Tiştên Din bi zimanekî sivik û cazib hatîye nivîsandin. Elegez, Kurdistana ku ji bajarok û qezayên berê rengê xwe digire, qehwe, dikançîtî, bazirganî û cambaztî nivîsandîye heta kesên bênav û dîn û parsek.

Di destxetên Elegez de zaroktîya me, cînarên me û nav û nûçikên alegorîya civakê bi bîr dixe.

Wek karakterekî Elegez bi xwe dibêje:
 “Loryo, ka tu j’ çi kesî yî, ji ku hatî û tê herî ku?” 

Bi hêvîya rojeke xweş!

İlginizi Çekebilir

Ali Engin Yurtsever:  Rojava ve Seçimler
Muhsin Melik’in katledilmesinin üzerinden 30 yıl geçti

Öne Çıkanlar