Du rojên xweş di hefteyekî de li pêşîya me ne. Roja yekem 14ê Sibatê ye û jê re dibêjin “Saint Valentine”. Helbet wek hemî rojên pîroz, ev roj jî ji gotin û behsên kevnarî û dûrdirêj pêk tê. Lê ya ku vê rojê ji rojên din vediqetîne naverok e. Hezkirin di vê rojê de wek ‘rîtuele kî’ tê pîrozkirin. Helbet sal û salix sînor û sembol ji hezkirin û hezkirîyan re tuneye. Lê madem roja qiyametê, roja hesabdayînê, roja efû û beratê, rojên şer û agirbestan, li ser xîmên mîtolojîk û polîtîk tên pîrozkirin, çima roja hezkirin û hezkirîyan jî rewa nebe û neyê pîrozkirin?
Bi ya min, roja ku herî zêde ku qîmêt lê bê dayîn divê Saint Valentine be. Çimkî tişta ku hey diçe kêm û erzan, xerîb û xirab dibe hezkirin e. Helbet, hezkirin hesteke mezin û hilber e. Jê re zeman, mekan an jî astengî nîne. Her dem dijî û her tim bandora xwe digihîne mirov.
Şakiro di strane kî xwe de, balê dikişîne ser şêweyên eşqê û qala şahid û pisporên vî tiştî jî dike. Şahidên di kilamê de Xeca Îbê û Hesî Îbê Şemo ne. Ji ber ku her du jî xwedî ’emrên dirêj in û li gor temen û tecrubeyên xwe dinya dîtine, ew ji bo hezkirîyan jî bûne pispor. Helbet Xeca Îbê û Hesî Îbê Şemo ne evîndarê hev in. Lê wek dîroknasê hezkirinê û şahidê evînê ne û dikarin bêzemanî û bêmekanîya vî tiştî raveyê me bidin.
Hingî ku teknolojî zêde ketîye nava jîyanê, mesafe û meraqên mîrovan jî qetîyane. Dîtin, deng, hest û dil hey diçin dibin kiryarên farazî. Genetîka hezkirinê her roj tê guherîn û hest li bereksê berjewendîyan piçûk dimîne. Êdî dildar bi hesreta bêrîkirinê û li hêvîmayîna bi sedaqetê wekî tiştekî girîng nabînin, û pê ve girêdayî jî nînin. Ji ber ku teknolojîyê xwe daye ber serê me. Bi şev û roj, ji sibê heta êvarê, dema nan û avê, ji lêxistina dilê me heta hejmara gavên me bûne pîvanên “hezkirinên teze”. Medyaya sosyalî, telefon, mesaj û kamera nahêlin hest xwe berhev bikin û mirov guh bide dil û fikrên xwe û ji hezkirinê tiştekî fehm bike.
Lewma jî bi ya min, Roja Saint Valentineyê wê hey biçe ji zordarîya bazarê azad bibe û mirovan bigihîne hev. Mirov wê di nava west û windabûna jîyanê de bêhtir qîmeta vê hezkirinê bizanibe.
Helbet her kes li gorî xwe vê hefteyê pîroz dike. Lê Saint Valentineyê destpêka hefteya bextewarîyê ye. Ji 14ê Sibatê heta 21ê Sibatê du rojên eksepsîyonel li pey hev tên. 14ê Sibatê ji bona êvînê, 21ê Sibatê ji bona edebîyat û ziman rojeke muhim e.
Ev hefteya pîroz bê dîyarî nabe helbet. Lê belê her kes bi edebîyatê re mijûl nîne. Lê Kurdistanîyên di vê sedsalê de jîyan li wan bûye sîyaset, û xwedî derketina hin maf û mebestên polîtîk bûye jîyana rojane. Hin xwestekên ewilîn û ewlehî li gor hebûna xwe ya polîtik bi nav dike. Baş dizanin ku bê hûrmetî û dijminatîya herî mezin li dijî çand û zimanê kurdî tê kirin.
Rasterast, ziman û hezkirin, hezkirin û edebîyat, edebîyat û çand şexsîyet û bextewarî bi hev re girêdayî ne. Mînak, heger em bi kurdî nizanibin, em fehm nakin ka Şakiro çima Xeca Îbê û Hesî Îbo Şemo wekî şahid dide. Yan jî heger ziman nebe, em nizanin axirî û oxirîya miletan ji ku tê û wê bi ku de biçe.
Ji bo vê jî heger em bixwazin, di vê hefteya pîroz de ji hev re diyarîyekî bikirin, yek ji van diyarîyan seta pirtûken “Dîroka Edebîyata Kurdî” ye. Heft kitabên li ser dîroka edebîyata kurdî a ji alîyê Prof. Dr. M’erûf Xeznedar ve bi zaravayê soranî hatîye nivîsandin, sala borî bi wergera Zîya Avci ji bo kurdîya kurmancî hatîye wergerandin. Weşanxaneya Nûbiharê tu dibê qey ji bo vê rojê 7 cild kirîye qutîyekî û her cildeke wê bi bergekî xweşik xemilandîye.
Kitêb wek xezîneya zîmanê kurdî ye, bi helbestên herî xweşik û navdar. Helbestkar, romanûs, edîp, çîrokên li ser evînê, meseleyên edebî, jîyan, çand, hest û ramanên bi sedan salan di van heft cildan de yek bi yek cih girtine. Ger mirov bixwaze ji hezkirîya/ê xwe re hestên xwe bi helbest û zimanê xwe bîne ziman ji vê seta hanê xweştir kêm tişt heye. Helbet malê dinyayê jî muhim e. Yên dixwazin dikarin dîyarîyên maddî jî bigirin û bistînin. Lê wek gotina Mihemed Şêxo, “Gulê nadim bi malê dinê.”
An jî heger her tişt ew qas erzan û derbasdar bûya, çima Şakiro wê bi awaza xwe waha hişyar bikira û bigota:
“Herçî kesê derdê dila nedine
xwe berde mapûsxana Dîyarbekira şewitî
Hesî Ibê Şemo jê derxin
emrê wî heftê bi heşt sal î daynim
Ji gundê jêrîn Xeca Ibê bînin
emrê wî heştê û du sal î daynim
bira fena cotek kewê Diyarbekirî ji xwe re bi qebeqeb kin
gidîno teze ji kedera dila ra derdê dilê rezil
Jê pirs kin………………yar…..”
Dîyarîya hezkirîyan ya Saint Valentineyê û dîyarîya roja zimanê zikmakî jî bila “Dîroka Edebîyata Kurdî” ya Xeznedar be.
Lê belê bila her du roj jî di yek dilî de pîroz be!