Piştî ku peyayê çandê, Ehmed Aras çû ber rehma Xwedê, qîmeta kar û berhemên wî careke din derketine holê. Bi taybetî jî di hefteya lehengiyê de berhema wî ya bi navê Serhildana Seyîdan û Berazan (Seyîdxan-Elîcan-Fesîhê Mihê Mîrze) wek teqwîma lehengan, dîroka piştî 1900î pel bi pel tîne bîra me. Di vê hefteyê de kesayetiyên wek Mazlûm Doxan û Mahsûn Korkmaz ên ku di serhiladana dawî de jiyana xwe ji dest dane, tên bîranîn.
Şerên dawî yên Kurdan, helbet ne wek şerên beriya salên 1950 û 60î ne. Piştî ku rêxistinên Kurdan bi derfetên teknîkî, zanistî, leşkerî, çandî, medyayî û siyasî xwe ji nû ve organîze kirin qedera leheng û lehengtiyê jî hate guhertin.
Gava behsa lehengiyê tê kirin, di hiş û jiyana her Kurdî de nav, çîrok an jî silûetên bi dehan kesan tên û diçin. Hin ji wan bi daxuyaniyên partiyan, bi serdanên qebran û merasimên bîranînê tên rojevê. Lê hinekên din jî hene ku tevî hemû rol û qabiliyetên xwe nayên dîtin û hukmê wan ên wê dewrê yên siyasî û neteweyî jî di ciyê xwe de dimînin.
Bi raya min, xebatên Aras di vî warî de jî valahiyeke mezin tijî kirine û ji bo nûjenkirina dîroka sedsalê gelek bûyerên veşartî, parçe parçe û bêhempa gîhandiye dîsîplîneke çandî û edebî. Yek ji van berheman e Serhildana Seyîdan û Berazan (Seyidxan – Elîcan – Fesîhê Mihê Mîrze). Wekî ku ji navê wê diyar e, pirtûk lêkolîneke li ser sê lehengên Kurdan e. Helbet ji bo miletekî ku hê di şer de ye, lehengî tiştekî ji rêzê ye. Lê ji bo miletekî ku bê pergal, bê piştgirî û bi her awayî dorpêçkirî re, hebûna lehengên wî wek hêviya azadiyê ye. Îro miletên xwedî sîstemên rûniştî bi muzexane û gorên bîranînê, bi weqif û navendên lêkolînên civakî, bi akademiyan di zanîngehan de dîroka xwe diparêzin û di mufredatên fermî de jîyana kesên doza miletê xwe kirine, wekî serfiraziya neteweyî pêşkêş dikin.
Mixabin, hê li ser axa me şer heye; her saet mirovên me tên kuştin. Hê lehengên me dikevin axê û çîrokên wan bêwar dimînin. Îro ji bo dîroka Kurdan, belge û dokumanên ku ji aliyê Kurdan ve hatine veşartin, neqilkirin û şîrovekirin gelekî girîng in. Roj bi roj sansûra li ser hebûna çand, kesayet, rêber û rewşa Kurdan tê şikandin û Kurd rastiyan bi aqilê xwe yê polîtîk pênase dikin. Pirtûka ku ji aliyê Ehmed Aras ve hatiye nivîsandin ji hevdîtinên bi dehan şahid, gera li gund û bajaran, qeydkirina kilam û sohbetan ve hatiye nivîsandin. Ev hem xizmeteke siyasî ye, hem çandî ye, hem jî edebî ye. Çimkî serhildana (1931-35) van her sê lehengên di navbera serhildanên neteweyî de dest pê kiriye, wate û encamên wê zêde nehatine dîtin, fêmkirin û xwedîderketin.
Dewletê çîroka van lehengên hanê di bin navê “firar”ê de sansûr kiriye û zordariya xwe ya îdeolojîk û etnîkî jî veşartiye. Heta ev serhildan bi awayekî hovane li dijî hevsengî û yekîtiya Kurdan hatiye bikaranîn û civaka Kurd, gund bi gund, eşîr bi eşîr, kes bi kes, li dijî hev kiriye dijmin.
Serhildana Seyîdan û Berazan bi formeke lêkolînî hatiye nivîsandin û pir nêzî rastiyan e. Pirtûk wekî rêzefîlmekê qad û saetên şer, gotinên serhildêran, rêwîtiyên bê navber, kesayetî, tenêtî, bertekên civakê, psîkolojiya milet, komkujiyên dewletê yên bê sînor û bê hiqûqiya hêzên leşkerî bi cih û war radixe ber çavan. Pirtûk her çiqas li ser navên Seyîdxan, Elîcan û Fesîhê Mihê Mîrze hatibe nivîsandin jî, bi tevahî wekî kronolojiyeke serhildanê ye.
Tevî hemû kêmderfetan jî, pirtûk di warê edebî û dîrokî de çavkaniyek e û der barê gelek kesayetiyên Kurdan de agahiyên objektîv dide me. Pêncî firarên Seyîdan û Berazan bi mêrxasiyên ew qas mezin dikevin şer û kemînan û xwe jê xilas dikin; mirov li wan heyran dimîne û ji wêrekiya wan re gotin namîne.
Bajar û deverên ku eşîra Seyîdan û Berazan lê dibin firar û digerin, helbet Serhed e. Lê hema hema lingên hespên wan bi nîvê erdê Kurdistanê dikevin. Ji Milazgirê, Tekmanê, Qereyaziyê, Zêdkan bigire heta Binxetê diherin û tên. Bi wextan şer dikin, li ber xwe didin. Car caran wek senaryoya fîlmeke Hollywoodê di destê me de be, mirov naxwaze ji pirtûkê dûr bikeve. Lehengên ku kes bi wan nikare û tiştek ji ber derbên wan xilas nabe; top û tivingên ordiyê li wan hukum nake. Wek rola qehremaniya mezinên miletekî li ber xwe didin.
Em der barê Seyîdxan, Elîcan, Feyzulla, Evdilhemîd, Evdilbaqî, Silhedîn, Tewfîq, Şêx Baran, Emerê Silo, Silêmanê Elî, Mihê Xelîfe, Mihemed Reşîd û Fesîhê Mihê Mîrze de hin taybetmendiyên hêja jî hîn dibin.
Pirtûk, pirtûka li ser şer e. Çapa yekem 2009an de li Stenbolê jî weşanên Perî yê derketîye. Di pirtûkê de ya ku bala min kişandî qadên şer bûn. Şerê li Bakurê Kurdistanê û heta derbasbûna Binxetê: Şerê Çepê, Şerê Melaxidira, Şerê Wartaxê, Şerê Cemalvêrdiyê, Şerê Bilîcanê, Şerê Qazîcelalê…
Şerê ji binê xetê û vegera Bakur: Şerê Kosedaxê, Şerê Mele Mistefayê, Şerê Talorîkê ne…..
Di van şeran de polîtîkayên dewletê, rola milîsên li Kurdistanê û şert û mercên milletê kurd jî wek realîteyekî neguherî derdikeve pêş. Şervan di her şerî de bi ser ketîne lê mixabin dîsa jî ixbarî, dubendî û hevkarîya bi hêzên dewletê re jî zirareke mezin daye wan.
Lewma jî rêberên serhildanê Elîcan di Şerê Wartaxê de tê kuştin. Seyîdxan li hêla Mêrdînê, nêzîkî gundê Keferê, birîndar dibe û demekî kin de diçe ber rihma xwedê û li gundekî nêzîkî Siltan Şêxmûs tê defin kirin. Hema hema hemî pêşengên Serhildanê ji ber ixbarî û şopgerandina mîlîsan tên kuştinê.
Îro li Serhedê wek nîşana sedsalê gotineke berbelav heye ku dibêje; “wexta ku Elîcan û Seyîdxan rabûn”, Kurdan ev serhildan ji xwe re wek nîşane qebûl kirine. Li ser vê rabûnê, dengbêjan kilam çêkirine û nehîştine zordariya rêveberiya Kemalîstan li ser kes, kom, gund, eşîr û jiyana Kurdan kiriye bê ji bîr kirin.
Îro çend kilamên ji klasîkên dengbêjiyê hene ku wê dewrê bi hemî zelalî û zelûlêyê ve tînîn ziman.
Di hefteya lehengiyê de ji van her sê karekterên ciger-pola bigire heta torinên wan ên salê 1980ê ve hemî wek çavkanî ne ji bo hişmendî, hisiyat û pêşêroja sîyaset û çanda welatê me.
Wê ro were ewên ku firar û fedakarên gelê me ne, wê yek bi yek li ser sehneyên opera, bale, tiyatro û sînemayê carekê din me ji tunnekirinê û înkarê xelas bikin.
Hêvîdar im ew gav wê êdî ji bo wan silav û ji bo me jî spasî be.
Bi hêvîya rojên xweş!