Henry Kissinger ê ku 60 salan karê dîplomasiyê bi encamên dîrokî ji bo welatê xwe û nava dewletan meşandiye, di pirtûkek xwe de behsa hevdîtineke xwe û serokwezîrê Çînê Zhou Enlai dike. Li gorî neqla Kissinger, Zhou Enlai, di civîneke fermî de li ser esl û kokên her du netewan wiha gotiye:
“Eger hûn pirsa çanda me ya qedîm dikin, her welat xwediyê vê yekê ye. Niştecihên Meksîka û Amerîkayê û Împaratoriya Înkayê jî ji Çînê kevntir in. Lê mixabin, ‘nivîsarên we yên dîrokî’ nehatine parastin û wenda bûne. Heger em werin dîroka Çînê, li wir rewş baş e. Li vir dîrokek ji bav û kalan maye û mîrateyeke 4000 salî ya bi zimanê nivîskî heye. Ev yek ji bo hevgirtin û pêşketina netewa me gelekî bi feyde ye û mezin e.”
Li gorî çavdêriyên Kissinger, Zhou Enlai bal kişandiye ser giraniya çanda xwe û bi fexreke dîplomatîk tevgeriyaye.
Helbet, gava mesele nivîs, ziman, qedîmî û qayîmkirina nasnameyên ramanî be, îro ti şaristanî bi qasî Çînê, komunîzmê, modernîzmê û kevneşopiyê bi hev re najî. Bêguman, Çîn di warê sazûmanî, binesazî, an jî bi ve-avabûnên polîtîk û ekonomîk de sîstema dewlet û netewa xwe guherandiye. Lê, Çîn yekem dewlet e ku alfabeya xwe û zimanê xwe neguherandiye.
Bandora van mînakên neasayî îro bûye pîvaneke stratejîk, û Çîn bi hêz û bi baweriya xwe serî bi cîhana modern re dikişîne. Îro tevahiya cîhanê zimanê çînî hîn dibe, û Çîn jî di hezar qelemî de teknolojiya xwe ya bi zimanê xwe difiroşe cîhanê. Ev jî nîşanî me dide ku ziman ne tenê taybetmendiyeke biyolojîk an psîkolojîk, an jî şêwazeke hebûnê ye. Êdî ziman û pêşveçûnên têkildarên wî bi serê xwe netewan têr nake û wan di lîga çand û polîtîkayê de pêş naxe.
Ji xeynî vê, dîjîtalîzm, stratejiyên teknolojîk, û bazirganî jî li ser bikaranîna hejmara zimanên translatîk jî tê raberkirin.
Şerên ku îro bi navê “Şerê Cîhanê yê Sêyemîn” tên binavkirin, di heman demê de şerê zimanan in jî. Burokrasî û dîplomasiya her dewletê bi zimanê xwe yê zikmakî û fermî daxuyaniyan dide, û hemî platformên cîhanê wan daxuyaniyan werdigerînin û belav dikin. Dewlet, çi piçûk çi mezin bin, her kes ji zimanê hev re hurmetê dike û xwe bi zimanê xwe dide nasîn.
Belê, êdî ziman tenê nasnameya hebûnê nîne.
Piştî ku Kemalîstan serdestiya xwe îlan kirin, hemî zimanên cîranên xwe qedexe kirin, çand û dewlemendiya wan payîmal kirin, û di bin navê “zengîn Türkçe”yê de ji xwe re formule kirin. Kurd û kurdî yekem mexdûrên vê faşîzmê bûn. Lê zilm û zordariya herî xedar li ser Kurdî hat meşandin. Îdeolojiya Kemalîstan bê navber heta salên 1990î nehîşt ku Kurd bi kurdî bêhna xwe bidin, bikenin, an bigirîn. Kurdî li Kurdan hate qedexekirin û windakirin. Ji ber van polîtîkayan hejmara nexwendiyan û nenivîsaran heta salên 2000î li Kurdistanê ji %60 zêdetir bû, û Kurd ji vê mafê xwe yê bingehîn ê perwerdeyê jî mehrûm man.
Lewma jî, agahiyên li ser nivîsandina kurdî tim caran bala min dikişîne. Her çiqas di danasîn û pêşkêşkirina van agahiyan bi nêzîkatîyekî oryantalîst be jî, di van nûçeyan de çîrokên balkêş jî hene. Bi taybetî nûçeyên wekî: “Fîlankesê/î qet rûyê mektebê nedîtiye, lê çend pirtûkên kurdî nivîsîne,” yan, “Bêvankesê/î bi kurdî romanek nivîsiye,” bi awayekî medyatîk têne flaşekirin.
Lê kes napirse: Gelo çima van kesan rûyê mektebê nedîtiye? Çima romannivîsek bi kurdî ew qas anormal û medyatîk tê dîtin? Gelo çima aqilê kesî naçe ser zext û zordariya li ser bîr û bikaranîna kurdî? Tenê biryar û berxwedana van kesan wekî serpêhatiyên şexsî derdixin pêş.
Lê rastî di hûrgiliyan de veşartî ye. Di wir de, nivîsandina kurdî bi xwe seknek e. Ev kesên bê dibistan û bê derfet, temenê xwe bi biryardarî û nêzî kurdî derbas kirine, xwedî hin helwestan e.
Ji destpêka komarê heta îro, hin Kurd wekî hawarî û sehabiyan bi zimanê kurdî dinivîsin û tiştan qeyd dikin.
Ev kesên ku piraniya wan nepopuler in yanî “impopular” in ti carî dernakevin pêş û keda wan nayê xelatkirin. Lê heger ev karkerên li pişt perdeyê û ew Kurdîhezên zemanî nebûna, kurdî wê ew qas zindî nebûya û nejiya.
Mînak, kesên di van salên dawî de ji fokûsa nivîskarên popûler dûr, di halê xwe de pirtûkên kurdî nivîsîne, çap kirine û hê jî ji bo kurdî xebat dikin gelek in.
Hin kesen bi van hewldanan deng vedane di hefteya Roja Zimanê Kurdî de hêjayî spasiyê ne bi ya min.
Kasim Güneşê, 88 salî, tiştek nenivîsiye, lê bi derfetên xwe hînî xwendin û nivîsîna kurdî bûye û mala xwe kiriye mekteb. Fewziye Qiço, 70 salî, ji Rojavayê Kurdistanê, qet neçûye mektebê, lê bîranînên xwe bi kurdî nivîsiye. Abdülaziz Işık, 74 salî, bê mekteb, lê 7 pirtûkên kurdî nivîsîne. Çetîn Taş ê 45 salî, heta sinifa 5an xwendiye, lê xwediyê 7 pirtûkên kurdî ye.
Bawer im hê bi dehan Kurdîhezên veşartî hene.
Û bi minasebeta rojê vê nivîsê dîyarî Kurdîhezên veşartî û xwenga xwe ya dildara kurdî dikim.
Roja me hemiyan pîroz be.