🔴AMED – Belgefîlma ku jiyana serokê “Rêxistina Azadî” Xalid Begê Cibrî vedibêje û ji aliyê Derhêner Kerem Tekoglû ve hatî amadekirin, di nîşandana xwe ya li bajarên Bakurê Kurdistanê de rastî eleqeyeke bêhempa hat.
Piştî xebateke dûrdirêj û lêkolîneke kûr a dîrokî, belgefîlma “Kirasê ji Agir” ku di bin derhêneriya Kerem Tekoglû de hat amadekirin, gera xwe ya nîşandanê ya li bajarên Bakurê Kurdistanê bi serkeftin didomîne. Belgefîlma ku cara yekem li Amed û Stenbolê derketibû pêşberî sînemahezan, di qonaxa xwe ya nû de li bajarên Wan, Êlih û Mêrdînê bi eleqeyeke zêde hat temaşekirin.
Salonên Sînemayê Tije Bûn

Pêşandana belgefîlmê ku jiyan, têkoşîn û kesayetiya entelektuel a qehremanê neteweyî Xalid Begê Cibrî tîne ser ekranê, li her sê bajaran jî di nava atmosfereke germ de derbas bû. Li Wanê di avahiya Baroyê de, li Êlihê li Yenîsahneyê û li Mêrdînê jî li Şaneşîn Performansê salon tije bûn û gelek sînemahez û dilxwazên dîrokê ji ber nebûna cih, belgefîlm li ser piyan temaşe kirin.
“Kirasê ji Agir”: Parastina Hafizeya Neteweyî
Navê belgefîlmê, “Kirasê ji Agir”, wekî sembola jiyana bi rîsk û fedakariya Xalid Begê Cibrî balê dikişîne. Beşdarên galayan diyar kirin ku ev xebat ne tenê fîlmek e, di heman demê de hewldaneke mezin e ji bo parastina hafizeya dîrokî ya Kurd.
Derhêner Kerem Tekoglû: “Armanca Me Ronîkirina Rûpelên Winda yên Dîrokê ye”
Derhêner Kerem Tekoglû, piştî nîşandana belgefîlmê spasiya gelê herêmê kir û bal kişand ser girîngiya xebatên dîrokî. Tekoglû destnîşan kir ku armanca wan a bingehîn ew e ku rûpelên winda yên dîrokê bi nifşên nû bidin nasîn.
Hêviya Sînemaya Kurdî: Eleqeya Ciwanan
Tekoglû diyar kir ku eleqeya mezin a ciwanan a ji bo vê belgefîlmê, hêviyên wan ên ji bo siberoja sînemaya Kurdî û dîroknasiyê xurtir kiriye. Derhênerê serkeftî girîngiya xwedîderketina li xebatên bi vî rengî anî ziman û weha got:
“Di hemû nîşandanan de siyasetmedar, akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û gelê me em bi tenê nehiştin. Li ser navê xwe û ekîba xwe, ez spasiya hemû beşdaran dikim.”
Bernameya Nîşandanê Dê Bidome
Herî dawî Tekoglû got: bernameya belgefîlmê dê di meha Nîsanê de li Mûşê (li jîngeha Xalid Begê Cibrî) berdewam bike, û di rojên pêş de ji bo bajarên din û festîvalên fîlman ên navneteweyî salnameyeke nû bê eşkere kirin.
Her wiha hat ragihandin ku amadekarî tên kirin da ku belgefîlm bi galayên taybet li welatên Ewropayê jî derkeve pêşberî sînemahezan.
/Nûpel/











