Berken Bereh: Zimanê xwe biparêzin

Kurdi
Helbestvan Berken Bereh destnîşan kir ku divê hemû zimanên di hedefa serdestan de bên parastin û got: “Hemû kesên dixwazin gelê xwe biparêzin pêşî divê zimanê xwe biparêzin.” 
Çalakiyên di çarçoveya Cejna Zimanê Kurdî de didomin. Helbestvan Berken Bereh bal kişand ser girîngiya zimên û destnîşan kir ku divê her kez zimanê xwe biparêze.
Bereh destnîşan kir ku civakeke bê ziman nikare hebûna xwe bidomîne û got ku serdest her tim pêşî berê xwe didin zimanê gelan. Bereh got: “Gava zimanê gelekî winda bibe, ruhê wî jî xera dibe. Çand û hunera wî xera dibe. Çand û huner, ruhê civakekê ne. Her civak bi wan tê naskirin. Lewma her kes ewilî zimanê gelên di bin destê xwe de hedef digire. Di vê sedsalê de şerê çandê heye. Dewletên dagirker, bi zimanê xwe gelan dagir dikin.”
Bereh diyar kir ku tu netew nikare wekî neteweke din hîs bike û got: “Hîsa her gelî taybet e. Ji lew re zimanê te û çanda te, hevîrê te cuda ye. Lewma ewilî ziman tên qedexekirin.”
Bereh bilêv kir ku nayê qebûlkirin ku kurdî “wekî zimanekî nayê zanîn” bê bilêvkirin.
Bereh di dawiyê de wiha got: “Yên dixwazin xwe, malbata xwe û gelê xwe biparêzin, ewilî divê zimanê xwe biparêzin.”
/MA Kurdi/

İlginizi Çekebilir

Avrupa Birliği atık ihracatına sıkı denetim getiriyor
Kürt boksör Agit Kabayel kazandı, Cristiano Ronaldo tebrik etti

Öne Çıkanlar