🔴Bernameya Newroza îsal ku dê bi şîara “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” û “Özgürlük ve Demokrasi Newrozu” bê pîroz kirin, zelal bû. Deklarasyon dê di 9’ê Adarê de li Amed û Stenbolê bê eşkere kirin; çalakiya fînalê jî dê di 24’ê Adarê de li Silopiya Şirnexê bê lidarxistin. Pîrozbahîya navendî ya Amedê jî dê di 21’ê Adarê de pêk bê.
Koordînasyona Amadekar a Newrozê ya Navendî, îsal dê herî kêm li 53 navendan pîrozbahiyan li dar bixe. Ji ber ku Newroz dikeve dema meha Remezanê, fînala mezin di 24’ê Adarê de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hat plankirin.
Agirê yekem ê Newrozê dê di 11’ê Adarê de li navçeya Sûra Amedê bê vêxistin. Weke her sal, îsal jî tê payîn ku bi sed hezaran kes beşdarî Newroza Amedê bibin.
Bernameya Newrozê bi vî rengî ye:
• 9’ê Adarê: Daxuyandina deklarasyonê li Amed û Stenbolê.
• 11’ê Adarê: Xarpêt/Dep, Amed/Sûr, Îzmir/Kadifekale, Agirî/Bazîd.
• 14’ê Adarê: Mûş/Gimgim, Riha/Xelfetî, Meletî, Mêrdîn/Nisêbîn, Sêrt/Misirc.
• 15’ê Adarê: Mêrdîn/Qoser, Semsûr, Colemêrg, Agirî, Qers, Aydın, Îdir, Mûş.
• 17’ê Adarê: Dersîm, Wan/Erdîş, Erzirom.
• 18’ê Adarê: Colemêrg/Gewer.
• 21’ê Adarê: Amed, Tekirdag, Kocaeli.
• 22’ê Adarê: Enqere, Stenbol, Mersîn, Riha, Balikesir, Çewlîg, Wan, Dîlok, Xarpêt, Antalya, Konya, Edene, Denizli, Îzmir, Bedlîs/Tatwan, Şirnex/Cizîr, Sêrt, Bursa, Mugla, Hatay/Îskenderûn, Manisa, Osmaniye, Çanakkale, Eskişehir.
• 23’ê Adarê: Şirnex.
• 24’ê Adarê: Şirnex/Silopiya (Fînal).













