Berrî Shemdîn û Xebatên Wê

KurdiYazarlar

Jin divê xwe û rengê hunera xwe di her qadên jîyanê de nîşan bidin. Gava jin xwe û rengê xwe li jîyanê zêde kirin wê demê hem jin û hem jî civak pêş dikeve. Xetên rengîn li jîyana me zêde dibe.

Mela Mihyedîn

Di her qadên huner û jîyanê de jinên Kurd di van salên dawîn de xebatên zêrîn kirine. Xwe di her alîyan de pêşxistine. Yek ji wan jinên jêhatî û xwepêşxistî Berrî Shemdîn e. Berrî bi rengên Kurdewarî xwe di qadên şano, sînema û stand-upê de xwe pêşxistîye.

Me xwest em wê û xebatên wê ji nêz ve nas bikin. Me pirsên xwe ji cenabê wê kirin û wê jî bersiv da pirsên me.

Tu dikarî ji me re qala jîyana xwe bikî, Berrî Shemdîn kî ye?

Berrî Shemdîn, ji Amedê ye. Qîza biçûk a dîya xwe ye :). Li Zankoya Enqerê beşa lîstikvanî qedandîye. Berrî Lîstikvan, mamosteya şanoyê û dansê ye. Li ser beşên hunerê û têkilîya lîstikvanî di kovarên huneran da ra dinivîse. Asîstanîya peykersazan û stand-upan dikir hetta pandemîyê. Mîna multdîsîplîner her beşa hunerê bala wê dikşîne.

Di lîstikên xwe de bêhtir ji kîjan ekolên şanoyê feyz digrî?

Spas dikim ji bo vê pirsê, hetta niha kes vîya nepirsî ku em hinek li ser biaxifin :). Hinekî behsa metodên xwe bikim ku ên hîn di serê rîya listikvanîyê da ne belkîm ji wan ra rêyek veke.

Feyz ji hemû metodên listikvanîyê digrim lê ger bêjî tu kîjan hildijbêrî an ji bo xwe kîjanê çêtir dibînî? A rast Lîstikvanîya Brechtî pir jê kêf digrim. Hem ji temaşekirina berhemên wî hem jî lîstina formê wê hez dikim.

Ew form di destê derhêner da ye, yanê lîstikvan bi her derhêner ra an di her forma şanoyê da nikarê rexneya xwe bike nav karakter mîna teknîk dîrek di wî formê da nişan bide. Welhasil gerek şanoya Epîk an derhênerek sînemayê vî formê fîlm bikşîne ku karibî bi dilê xwe bi vê formê tevbigerî.

Min teza xwe li ser Şanoya Fîzîkî li ser rêbazên Grotowskî da. Listikvanê dike navenda şanoyê. Mîna Lîstikvanîya Brecht berpirsiyarî dide milê lîstikvan lê ji Brecht tundtir e. Taybetî zorê dide dema provayê. Hema bêje hal di lîstikvanan da nahêle. Ji ber ku ji Brecht û rêbazên berê Grotowskî kostum, ronahî, dekor…

Van amurên ku îlûzyonan çêdike ji destê lîstikvan digre û dibêjê: “Haydê tu tena serê xwe yî, malzamê te laş û deng û jîyana te û koka kodên te ye. Çi bikî, çi biafrînî ew tu yî“. Ji lîstikvanan ra dibêje mîna rahîbên Tibetê bî gerek tenê li ser lîstikvanîya xwe bixebitî û bikevî kodên koka xwe… 

Min mêze kir dibê kok, ha mîna bindestek tenê evê min him ji bo hebûna min him jî ji bo çand û ziman ku ji destê dagirker hatîyê tahrîpkirin ez ê karibim xwe jî tiştên li ser hunerê difikirim jî bibînim û pêşxim. 

Ji ber vê rêbazên ku ez hildijbêrim Grotowski-Şanoya Fîzîkî û Stella Adler-Lîstikvanîya Metod. Her du jî, ji xwe, ji şexsê xwe ji background\paşeroja xwe, ji koka xwe derdikeve rê. Ez wan ji hev pir cuda nabînim, tiştê ku ez digerim di herduyan de jî heye. Yek ji bo lîstikvanîya şano ya din ji bo sînema ye derketîyê lê herdu bi teknikên biçuk ji hev diqetin. Herdu ne tenê ji bo lîstikvanî ji bo yê ne lîstikvanin ra jî bikêr tê.

Bêhtir kîjan şanoger û nivîskar li te bandor kirine?

Min li jor behsa şanogerên xwedîyê ekolan kir. Nivîskarê herî baş li gor min Ehmedê Xanî ye. Helbet ne nivîskarê şanoyê ye lê vê bêjim heyranîya min a li ser Shakespeare dema min “Mem û Zîn” xwend li wê da her du bûn rêhevalê hev li ber çavê min. Çend mijarê da li gor min Ehmedê Xanî, ji Shakespeare jî derbas dike hetta çend dewrên çaxê jî. 

Li Dengbêjan jî mîna lîstikvanan dinêrim taybetî ji du kesan pir hez dikim û heyranê wan im. Li gor min Şakiro lîstikvanê Tragedyayê ye, Miradê Kinê jî yê Komedyayê ye 🙂 wan dema guhdar dikim ji bilî deng, ji formên gotûbêj, ji bangnîşan\baneşanên wan gestus û hereketên wan mîna ku dibînim.

Dema tu lîstikên xwe dinivîsî bêhtir ji kîjan behra Kurdî (çîrok, stran, dîrok, destan û hwd.) feyzê digrî?

Min cara yekem di teza xwe da dest bi nivîsa lîstikê kir û teza min di hêla teorîyê, “ji bilî tekstên Şanoyê her tiştên edebî\wêjeyî karê bibe lîstik” û min û hevalek nivîskar me “Çîrokên Jinên Dîn” me adapteyê sehnê kir. Wê demê jî Destanên me Kurdan bala min her tim dikşand lê nikaribûm destanên me bikim tez û bileyzim. Malum Zankoyên Tirkiyê rê nadin van xebatan. Piştî zanîngehê min dest bi destanan kir. Bi nêrîna “Jin” û li gor adapteya sehnê. 

Min û Kawa Nemir ji bo Lîstika Mezûnîyeta şagirtên şanoyê ya Akademîya Cegerxwîn me nivîsî.

Ez heyrana destanan û çîrokên foklorîk im. Heft Destanên Kurd favorîyên min in. Bi wan re min hişê xwe xwar ewqas li ser wan lêkolînan dikim û bi sala ne her car tiştek nû ferq dikim. Him ji alîyê wêje, him bastura diramatik, him rêbazê deng bikaranîn, him jî teknîka temaşeyî mîna zerya ne. Ew klasîkên kurda ne êdî, ji ber kok bandorên wan xurt in.

Ev heft Destanên Kurdan kîjan in?

-Memê Alan

-Mem û Zîn: her çiqas ji Memê Alan girtibe bibe jî êdî destanek e. Elaqa wî û Mêmê Alan ji bilî gustîl û navan 2 destanên cûda ne êdî

-Dewrêş û Edûle

-Zembîlfroş

-Dimdim

-Sîyabend û Xecê

-Cembelî û Binewş

Ev jî joker be Rustemê Zal. Peyyy çi Rustemê Zal e :). Her çiqas Faris ji me dizîne û kirine nav destanên xwe jî sedî sed ya Kurdan e bi navên Kurdî û bi nûveyên çanda kurdî ne tev.

Di avakirina nasnameya netewî de şano cihek çawa digre?

Wey mala te ava ji ber van pisên pir girîng lê hîn nebûyê mijarê Kurd jannim :). Min çend roportaj û bernameyan da gotubû “Şanoya Kurd mîna netew hîn têne” şanogerên Kurd hêrs bibûn.

Ez vê rasterast bêjim! Şanoya Netewî, vîtrina çand û kulturê netewa ye! Şanoyên Netewî xwedîyê formek, ûslubek e. Vana jî ji rêngên xwe, ji sembolên xwe, ji wêjeyên xwe…. a herî girîng bi lîstikvan\hunermend ên xwe derdikevê holê. Ingîlîz bi Shakespeare Theatre, Italian Commedia Dell’arte ji koka xwe ji komedîyên nivîskarên Plautus û Terentius derxistine. Alman bi Şanoya Brecht (her çiqas Brecht şanoya marxist kiribe jî îro buyê sembola Şanoya Almanan), Şanoya Cihû/Jewish bi Yiddish Theatre tê nasîn ku ew jî ji rîtuelên dîn/olî bi Dansên Kevneşopî li ser cejnên xwe yên pîroz derketine rê û îro şanoyên wanê netewî dema temaşe dikî her çiqas nûjen be jî bi opera, muzîkal û bi zimanê wanê hebrew/ibranî bikî Ingîlîzî jî ji tarza wan nasdikî ku ew Şanoya Cihûya ye.

 

Ên me hîn nivîskarên şanoye 2-3 kes in ew jî bêje 5 salên dawî mîna profesyonel vî karê dikin. Helbet di gel da hişmendîyê netewî çênebe nivîskar jî hunermend jî zehmet e ji nava gelê bindest derkevê. Her tişt alîyek em netewek bi dagirkeran re hatine dorpeçkirin û jana kurdan hîn ewlehî da nîne, beden azad nîne, hêst, hiş, hemû di bin bandora serdestan da ye.

Kurd qîymetê didin şanoya kurdî?

Ev pirs nîqaşek pir dirêj derdixe holê. Bi azadî, aborî, bi kultur ra eleqedar e.

Di navbera şanogerên başûr, bakur, rojava û rojhilat de têkilîyek heye? Şanogerên me bi hev dişêwirin û bi hev re xebatan dikin?

Belê taybetî  di festîvalên şanoyê da tên ber hev. Carcana jî derhênerên ji perçeyên din an jî şanogerên li dîasporayê bi hev ra dixebitin. Li Bakurê Kurdistanê şanogerên Kurd tev hev nas dikin û ji bo sehnê alîkarî didin hev.

Ji bo şanoya kurdî pêş bikeve çi pêwîst e?

Azadîya Kurdistan ew ê ji sedî sed zuka pêşbixe hemmû qadên hunerê 🙂

 

 

İlginizi Çekebilir

Halil Dalkılıç: Enqere dûr e, an Washîngton?
Hasbey Köksal: Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmancîyê de Cotepeyv-Z

Öne Çıkanlar