Bersiva Sanchez ji Trump re: ‘Em natirsin, nabin şirîkê şer’

Kurdi

🔴Navenda Nûçeyan – Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez ragihand ku ew rê nadin baregehên li Spanyayê di operasyonên leşkerî yên muhtemel ên DYE yên li dijî Îranê de werin bikaranîn. Sanchez bersiv da gefên Serokê DYE’yê Donald Trump ên derbarê mueyîdeyên bazirganiyê û bi dirûşma “Ji şer re na” banga çareseriya dîplomatîk kir.

Hikûmeta Spanyayê di rojên dawî de bikaranîna baregehên leşkerî yên li welat ji bo operasyonên li dijî Îranê qedexe kir. Piştî vê biryarê, têkiliyên navbera Madrîd û Washingtonê aloz bûn.

Trump bertekek tund nîşanî helwesta Spanyayê da û ev îfade bikar anîn:

“Heke Spanya li kêleka rejîma terorê ya radîkal bisekine û pişta xwe bide hevalbendên xwe, wê berdêla wê giran bide. Ez bi giranî li ser qutkirina bazirganiya bi Spanyayê re, zêdekirina bacên gumrukê û sekinandina hevkariya aborî difikirim. Ya hûn bi me re ne, ya jî bi terorîstan re ne.”

Trump her wiha di daxuyaniyeke din de got: “Gava hewce bike em hêza xwe ya mueyîdeyê bikar tînin, ew nikarin tiştekî bikin.”

“Ji şer re na”

Li gorî nûçeya rojnameya Spanyolî El Pais, Sanchez di demeke ku êrîşên DYE û Îsraîlê yên li ser Îranê zêde bûne de, careke din bersiva Trump da. Sanchez helwesta hikûmeta Spanyayê bi van gotinan kurt kir:

“Ji hilweşîna hiqûqa navneteweyî re na. Ji wê têgihîştina ku dibêje pirsgirêkên cîhanê bi bombeyan têne çareserkirin re na. Ji dubarekirina şaşiyên rabirdûyê re na. Bi kurtasî: Ji şer re na.”

Serokwezîrê Spanyayê her wiha bang li DYE, Îsraîl û Îranê kir ku berî ku “pir dereng bibe” alî şer bidin sekinandin. Sanchez got, “Bersivdayîna nehiqûqiyekê bi nehiqûqiyeke din nabe. Felaketên herî mezin ên mirovahiyê wiha dest pê dikin” û destnîşan kir ku ew li dijî zêdekirina aloziya leşkerî ne.

Bersiva ji bo gefên Trump: “Em natirsin”

Sanchez bal kişand ser gefên Trump ên derbarê mueyîdeyên bazirganî de û got ku Madrîd ji zextên bi vî rengî natirse. Sanchez diyar kir ku ew pişta xwe bi hêza aborî û saziyî ya Spanyayê girê didin û wiha axivî:

“Xeyalperestî ye ku mirov bifikire demokrasî û rêzgirtina navneteweyî wê ji nav wêraneyan çêbibe. Her wiha xeyalperestî ye ku mirov bifikire şopandina xeteke kor, lîdertî ye.”

Sanchez destnîşan kir ku Spanya nakeve şerekî ku li dijî nirxên wan e û got, “Em nabin şirîkê tiştekî ku ji bo cîhanê xirab e û li dijî nirxên me ye, tenê ji ber tirs û tolhildanê.”

Şerê Iraqê bi bîr xist

Sanchez bal kişand ser Şerê Iraqê yê ku sala 2003’yan bi pêşengiya DYE’yê dest pê kiribû. Wî bi bîr xist ku wê demê cîhan bi hinceta “ji holê rakirina çekên komkuj û dabînkirina ewlehiya gerdûnî” ber bi şer ve hatibû dehfdan, lê vê destwerdanê bû sedema zêdebûna terorîzmê, bilindbûna bihayê enerjiyê û bêewlehiya cîhanê.

“Em hem rejîma Îranê hem jî şer red dikin”

Sanchez bi awayekî eşkere rexne li rêveberiya Îranê û bi taybetî zextên li ser jinan girt:

“Em rejîma Îranê ya ku welatiyên xwe, bi taybetî jinan bi hovîtî diçewsîne û dikuje, red dikin. Di heman demê de em vê şerî jî red dikin.”

Serokwezîrê Spanyayê dûpat kir ku tundûtîjî ne çareserî ye û banga xwe ya ji bo çareseriya dîplomatîk û siyasî nû kir.

/Çavkanî: Rûdaw/

İlginizi Çekebilir

Hürmüz Boğazı kapandı, Almanya’da dizel 2 avroyu geçti
Keştiya Şer a Îranê li Peravên Srî Lankayê Banga ‘Hawarê’ Kir: Zêdetirî 100 Kes Winda Ne

Öne Çıkanlar