Bersiva Spanyayê ji Trump re: Çavkaniyên me hene ku bandora ambargoyê kontrol bikin.

Kurdi

🔴Çavkaniyên hikûmetê her wiha bi bîra Serokê DYA’yê Trump xistin ku “Spanya endamekî sereke yê NATO’yê ye” û “di nav YE’yê de hêzeke girîng a hinardekirinê ye.” Hat diyarkirin ku: “Çavkaniyên me yên pêwîst hene da ku em bandora gengaz a ambargoya bazirganiyê ya DYA’yê kontrol bikin. Divê DYA pabendî hiqûqa navneteweyî û peymanên bazirganiyê yên dualî yên di navbera YE û DYA’yê de be.”

Hikûmeta Spanyayê, wek bersiv ji bo daxuyaniya Serokê DYA’yê Donald Trump a derbarê fermana qutkirina têkiliyên dualî de, daxwaza “rêzgirtina li hiqûqa navneteweyî” kir.

Di daxuyaniya ku ji aliyê çavkaniyên hikûmeta Spanyayê ve ji bo çapemeniya neteweyî hat dayîn de wiha hat gotin: “Spanya ji bo 195 welatên cîhanê, di nav de DYA jî heye, şirîkekî bazirganiyê yê pêbawer e û em demeke dirêj e têkiliyeke bazirganiyê ya ku sûdê dide her du aliyan dimeşînin. Heke rêveberiya DYA’yê bixwaze vê yekê ji nû ve binirxîne, divê vê yekê bi rêzgirtina li xweseriya pargîdaniyên taybet, hiqûqa navneteweyî û peymanên dualî yên navbera Yekîtiya Ewropayê (YE) û DYA’yê bike.”

Çavkaniyên hikûmetê her wiha bi bîra Serokê Trump xistin ku “Spanya endamekî sereke yê NATO’yê ye” û “di nav YE’yê de hêzeke girîng a hinardekirinê ye” û gotin: “Çavkaniyên me yên pêwîst hene ku bandora gengaz a ambargoya bazirganiyê ya DYA’yê kontrol bikin. Divê DYA li gorî hiqûqa navneteweyî û peymanên bazirganiyê yên YE-DYA tevbigere.”

Serokê DYA’yê Trump, di hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz re li Ofîsa Oval de, dema bersiva pirsên çapemeniyê dida, Spanya rexne kiribû. Sedema vê yekê jî ew bû ku Spanyayê destûr nedabû balafirên artêşa DYA’yê yên li baregehên leşkerî yên Moron de la Frontera û Rota (li bajarên Sevilla û Cadiz ên herêma Endulusê) di êrîşên li dijî Îranê de bên bikaranîn.

Trump wiha gotibû: “Spanyayê got ku em nikarin baregehên wan bikar bînin, ev ne rast e. Heke em bixwazin, em dikarin baregehên wan bikar bînin. Kes nikare ji me re bibêje ku baregehan bikar neynin. Spanya niha di rewşeke xirab de ye. Bi rastî, min ji Scott (Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent) re got ku hemû têkiliyên bazirganiyê yên bi Spanyayê re qut bike.”

/Çavkanî: Birgün/

İlginizi Çekebilir

Îran: Ger êriş bidomin em ê navendên aboriyê bikin armanc
Ali Hamaney Meşhed’de toprağa verilecek

Öne Çıkanlar