Li gelek cîyên welat heta niha bi gelek navên cuda festîvalên fîlman hatine lidarxistin. Lê ev di dîroka me de cara ewil e ku festîvala fîlman bi awayê onlîne tê çêkirin. Ji gelek cîyên welat û bi hemû zaravêyên zimanê me fîlm di hundirê Zagros Fîlm Festîvalê de ji xwe re cî girtine.
Derfetên înternetê sînoran ji holê radikê û hemû cîhanê dike gundekî global. Di vî gundê global de sînemagerên kurd dikarin gelek karên baş û jêhatî derxin meydanê. Festîvala onlîn vê derfêtê dide sînemageran.
Zagros Fîlm Festîval ji bo danasîna sînemaya welatê me karekî pir girîng e. Sînoran radike û sînemaya welat nîşanî hemû cîhanê dide.
Li ser festîvalê me pirsên xwe ji Sîmon Suleymanî kir û wî jî bersiv da pirsên me.
Birêz Sîmon Suleymanî, fikrê “Zagros Fîlm Festîval” ji ku hat? Tu dikarî ji me re behsa avakirina çîroka wê bikî?
Dema ez li Bakûr peyamnêr bûm, min li ser çand û hunerê nûçe çêdikirin. Bi taybetî jî li ser sînemayê. Min wê demê ferq kir ku Kurd fîlmên Kurdî temaşe nakin. Çimkî derfet tune ne. Fîlmên Kurdî nayên kişandin, yên tên kişandin jî îmkanê nabînin derkevin salonan. Jixwe li ser sînemagerên Kurd sansûreke eşkere jî heye. Me jî got em çalakîyeke wisa bikin ku herkes bikare fîlman bibîne û hay jê hebe. Ev jî bi rêya înternetê mumkûn e. Lewre me biryara Zagros Fîlm Festîval da.
Navê çîyayê Zagrosê di hişê min de bi awayekî neyînî maye. Osmanî û Sefawî cara ewil welatê me kirin du perçe û wekî sînor çîyayê Zagrosê qebûlkirin. Ji ber çi sedemê we navê Zagrosê li festîvalê danî?
Festîval navê xwe ji Rêzeçîyayên Zagrosê digire û bi kurtasî hemû axa Kurdistanê temsîl dike. Her çiqas Tirk û Farisan ev kiribin sînor û tenê bona daxekî agirî bi karbînin jî, jeolojîya Zagrosê ji bintara Şîrasê dest pê dike heta sîlsîleya Torosê, ji wir heta çîyayên Aras û Artosê bilind dibe. Lewre Zagros temamê Kurdistanê ye, ango hemû welatê Kurdan e. Bi min eger navê welatê me ne Kurdistan bûya, me yê bikira Zagros.
Sembola Zagros Fîlm Festîval çawa hate dîzaynkirin? Sembol û wateya logoyê çi ye?
Zagros navê hemû çîyayên Kurdistanê ye, û tîpa A wek heybeta wan çîyayan hatîye çêkirin. 4 belgên darberûyê jî sembola çar perçeyên welatê me ye. Jixwe darberû dareke qedîm a çîyayên Kurdistanê tê qebûlkirin. Mezinên me digotin, li ku berû hebin ew der Kurdistan e. Heta van rojan ew çîroka zarokên Kurdan li Enfalê qetilbibûn, bi navê Darberûyên Çolistanê di nav gel de belav bûn. Xulese, nav û logoya festîvalê rasterast kurdewar in.
Derfetên festîvala serhêl (onlîne) çi ne? Hûn çima festîvala xwe bi rêya onlîne didomînin?
Derfetên karên onlayn gelek in. Tenê bona van 3 mebestan me biryara onlayn da. Yek, dijmin û dagirker nikarin asteng bikin, ya duyem, xebatên dijîtal erzantir û bandortir in. Ya sêyem jî, saya înternet û serxetê; ji çar perçeyên Kurdistanê, ji heft parzemînên cîhanê mirov dikarin beşdar bin û fîlman bi hêsanî li mala xwe, li kargeh û xewgehên xwe temaşe bikin. Lazim e em vê îmkana teknolojîyê di her warî de qenc bikar bînin. Li festîvalên salonan herî zêde 500-600 kes fîlman temaşe dikin, lê belê bi vê modêla me bi deh hezaran însan fîlmên Kurdî dibînin.
Di salên pêşîya me de hûn dixwazin festîvalên rûbirû li dar bixin?
Na, formata me bi temamî onlayn e, em naxwazin li salonan bi awayekî hîbrît çêkin. Zaten bi dehan festîvalên rûbirû hene. Ya me yê tim wiha dewam bike. Heta em ê beşên cudatir jî lê zidekin.
Di festîvalan de fîlmên nû têne nîşandan lê di Zagros Fîlm Festîvalê de we li gel fîlmên nû du fîlmên kevin jî (Grass û Zerê) li programa xwe zêde kirine? Sedema vê yekê çi ye?
Ka ez bi çîrokekê ve bersiva te bidim. Dibêjin rojekê li dergahekî medreseyê, mamoste behsa qetlîama Kerbelayê dike, sofîyekî medreseyê hêrs dibe û radihêje şûrê xwe dikeve rê.
Seyda dibêje: “Şagirt te xêr e tu kude diçî?”
Sofî: “Ez ê herim Yezîd kurê Muawîye bikujim.”
Seyda: “Dîno, ev mesele kevn, tu çira niha hêrs dibî?”
Sofî: “Çi bikim min teze bihîst.”
Meseleya me û fîlmên Kurdî jî wisa ye. Her fîlm bona me
Kurdan teze ye, çimkî kesî bi temamî temaşe nekirine. Helbet taybetîya Grass û Zerê heye, me xwest bila ji destpêka dîroka sînemaya têkilî me fîlm hebin û bi awayekî kronolojîk bidome. Yek jî armanca me sereke ew e ku em van fîlman ji 50 mîlyon Kurd û tevahîya cîhanê re berdest bikin.
Ger ji bo sala pêşîya me derhêner bixwazin tevlî festîvalê bibin divê rêyek çawa deynin ber xwe ? Şert û mercên tevlîbûna festîvalê çi ne?
Şert û mercên tevlîbûnê tune ne, lê belê wek krîter em fîlmên herî kêm ji sedî 50 zimanê wan Kurdî dijbêrin. Em li ser malpera xwe serlêdanan qebûl dikin û bi Komeleya Sînemagerên Kurd a Parîsê re biryara fîlman didin. Helbet em ê her sal rengîntir û zengîntir bikin.
Di avakirina nasnameya netewî de sînema û festîval rolek çawa dilîzin? Rolek çawa dê di pêşerojê de bikeve ser milê Zagros Fîm Festîvalê?
Di avakirina neteweyan de gelek karîger hene, çand û huner jî yek ji wan e. Çand û hunera miletekî çiqas pêşkeve, nasnameya wê netewê ewqas qewî dibe. Kurd di hêla sîyasî de gelekî xurt têdikoşin lê mixabin çepera çandî, edebî, hunerî ewqas nehatîye bilindkirin. Îro em bi xaka xwe dagirkirî, bi çanda xwe talankirî ne. Bona xakê çawa berxwedan hebe bona çandê jî gerî wisa be. Ev yek bi hev xurt e û hevûdû jî xurttir dikin. Îja sînema hunera herî mezin e, bona avabûn û rizgarbûna gelê me amûreke hêja ye. Bi min hîna sînemaya Kurd tune ye, lê bi kurdî her çi bê afirandin bo me derman e. Em wek Zagros Film Festival dixwazin van fîlmên bi zimanê me derxin pêşberî gel.
Ji alîyê temaşevanan ve bertêkên çawa têne daîn?
Eleqeyeke ecêp heye, ji çar alîyê welêt û cîhanê bi sedan peyam û parvekirin çêbûn. Biçûk û mezin her kes bi awayekî hêsan fîlmên Kurdî temaşe dike. Îro tam hefteyeke festîvalê temam bû. Heta niha 57 hezar kesî malper zîyaret kirine, fîlmên bijartî bi hezaran hatine dîtin. Jixwe me bona mehekî 100 hezar hedef dabû ber xwe, dîyar e ku dawîya mehê 300 hezar însan dê were ser xetê. Ev jî şanazîyeke mezin e bo me.
Çend derhêner û fîlm tevlî festîvalê bûne? Gelo ji her alîyên welat derhênerên kurd tevlî festîvalê bûne an na?
Me îsal 20 derhêner û 20 fîlm bijartin, lê belê ji ber sedemên bûrokratîk 15 fîlm hatin nîşandan. Ji 4 perçeyê Kurdistanê derhêner, ji hemû zaravayên Kurdî fîlm hene. Ev jî nîşaneya yekbûnê ye. Her çiqas sînoran bikin navbera me jî, em bi derfetên teknolojîyê, li bin sîya heman festîvalê dicivin.
Rewşa sînemaya kurdî li gorî welatên din di çi astê de ye?
Min li ser sînemayê master kiribû. Jixwe xebata min pirranî li ser hebûn û nebûna sînemaya Kurdî bû. Eger bi exlaqê akademîk bersiv bidim, sînemaya Kurdî hîna tune ye, ava nebûye, veneçirîye. Gerî em xwe nexapînin. Çawa ku bi çend gulan bihar nayê, bi çend fîlman jî sînemaya Kurdî ava nabe. Jixwe ez bi awayekî nivîskî heta nîv-akademîk sînemayê gorî netewan na, gorî erdnîgarîyan tasnîf dikim. Bi min sînemaya millî tune ye. Sînemaya Amerîkayê, sînemaya Ewropayê, sînemaya Sovyetê yan jî Îranê vs heye. Mîsal meriv bêje sînemaya farisî, tirkî, kurdî yan jî îngilîzî şaş e. Gorî vê, bi min gerî em jî li ser sînemaya Kurdistanê bisekinin. Ez gorî karekter û kesayeta coxrafyayê vî navî didim sînemayê. Gorî min wisa ye. Lê belê ev ne mijara vê pirsê ye niha.
Ji bilî festîvala fîlman xebatên we dê li ser sînemayê çêbibin?
Xêncî festîvalê helbet gelek projeyên Komeleya Sînemagerên Kurd (KOSÎ) hene. Berî her tiştî em dixwazin vê festîvalê mezin bikin û telîfan bidin derhêneran. Her sal zêdetir fîlman bikin lîsteyê û bidin temaşekirin. Yek jî em dixwazin navbera sînemagerên Kurd û Fransî de koprîyekê avakin. Bila hev nas bikin û heta bi hev re fîlman bikêşin. Bona van hemûyan him dem hem jî pere lazim e. Vê gavê dema me heye lê pereyê me tune ye. Em ê wê jî peydakin.