Li gorî lêkolîna Rûdawê, di çar rojên şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê de, 20 caran êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin û di êrişan de nêzîkî 100 dron û mûşek hatine bikaranîn
Hemû êriş li parêzgeha Hewlêrê bûn û tenê êrişek li parêzgeha Dihokê pêk hat.
Parêzgarê Hewlêrê got, “Di êrişan de nêzîkî 100 dron û mûşek hatine bikaranîn.”
Xelkê cîhanê sibehê 28ê Sibatê bi êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li dijî Îranê şiyar bû û niha şer di roja çarem de berdewam dike.
Îran û komên çekdar ên nêzîkî wî welatî yên li Îraqê, bi hinceta hebûna hêzên Amerîkayê li Herêma Kurdistanê bi dron û mûşekan êriş kiriye bi taybetî êrişî Hewlêrê hatiye kirin.
Li gorî lêkolîna Rûdawê, çar rojên şer ji 28ê Sibatê heta demjimêr 12:00ê îro, piraniya Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bûye hedefa êrişan ku dikeve navenda bajêr, piştre navçeya Koyeyê di rêza duyem û navçeya Herîrê di rêza sêyem de ne.
Êrişa yekem çend demjimêran piştî destpêkirina şer 28ê Sibatê bi dronan li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hat kirin ku beşekî balafirgehê Koalîsyon û hêzên Amerîkayê lê ne.
Di êrişa dronan a roja yekem a şer de ku dengê wê yê bilind şêniyên bajêr hejand, dûmanê asmanê bajêr girt û çend dron ji aliyê sîstema parastina asmanî ya Amerîkayê ve ku li balafirgehê hatiye bicihkirin, hatin xistin.
Piştî nîvroya heman rojê, careke din bi dronan êrişî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hat kirin û sîstema berevaniyê ya balafirgehê êriş bêbandor kirin.
Li gorî zanyariyên Rûdawê, roja yekem a şer 6 caran êrişî baregeha Amerîkayê ya li Hewlêrê hatiye kirin û 27 dron hatine bikaranîn ku piraniya wan li asmanan hatine xistin.
/rûdaw/










