Bîtcoîn bi kolana nivisbarîyê dertê holê û di cuzdanen elektronîk de têne veşartin

KurdiYazarlar

Her diçe mirov, zanîn, teknolojî û ilm pêş dikeve. Bi saya pêşketinan tiştên nû li jîyana me zêde dibin. Bi saya wan pêşketinan jîyan ji me re rehettir û hesantir dibe.

Mela Mihyedîn

Di destpêkê de pere nebûn bi metoda trampa (pêguherî) me pêdivîyên xwe dikirîn. Piştre tiştên bi qîmet derketin pîyasê, trampa rabû û li şûna wê şaristanîya Lîdyayê pere derxistin. Ji bo danûstandinê mirov hînî pereyan bûn.

Îcar niha pere jî diguherin û pereyên nû derdikevin ji wan re pereyên krîpto tê gotin û ev pîyase roj bi roj mezintir dibe. Bi cazîpbûna xwe bala gelek kesan dikşîne. 

Di vê pîyasê de hin dixeriqin û hin jî dixeniqin. Me xwest em jî fêrî vê pîyasê bibin û jê feydê bistînin. Me bi edîtorê Bîtcoîn Kurdî re, bi Rodî re li ser pereyên krîpto sohbetek têr û tije kir. 

Me pirsên xwe ji cenabê wî kirin û wî jî bersiv da pirsên me. Hêvî dikim hûn jê feyde bistînin û di pîyasê de bixeriqin.

Pereyên krîpto kengî û çawa derketin pîyasayê?

Gelek kes dîroka pereyên krîpto û dîroka Bîtcoînê li hev dixe. Meriv ecêb dimîne lê belê bingeha Krîptoyan digihîje dîroka afirandina teknolojîya înternetê. Bi awayekî din meriv dikare bêje krîpto ji xwe hebûn lê bi afirandina înternete çalak bûn. Werin em bihevre têkevine seyareya dîrokê û binêrin ka pereyên krîpto çawa, di binê kîjan şert û mercan de derketine holê û xwe gihandine van rojan. 

Di destpêka salên 1980an de camêrekî Emerîkî, bi navê David Chaum dest bi xebata sepan û nivîsbarîya krîptolojîyê dike. Dûre ev xebat jê re dibe wek armanceke mezin. Dixwaze ku bi teknolojîya krîptolojîye pergaleke danûstandinan biafirîne. Em dikarin vê armanca wî bişibînine PAYPALê. Yani pereyên fizîkî tine lê belê bi nivîsbarîyen arîtmetîk danûstandin çêdibin. Bi rastî jî ev fikir di destpêkê de ligorî salen 80yî pir zêde fantastîk dihat. David Chaum di alîyê krîptolojîye de xwe gelek pêşxist û li ser mijara e-pere de makaleyek li ser internetê weşand (1983). 

Chaum di sala 89an de companyayek bi navê DigiCash de vekir. Ev company bâla gelek banqe û companyayên din kişand û pêşnîyazên hevparîyê li Chaum kirin. Projeya Chaum ya DigiCash pir xweş bû û hêvîyên gelek kesan pir zêde ji DigiCashê hebû. Le mixabin Chaum di sala 96an de ji companîya xwe qetîya. Di sala 98an de îflasa DigiCashê da û 2002an de patenta xwe firot. 

2 sedemên îflasa Chaum hebûn. Sedema mezin, hê internet di jîyana rojane de  cîhê xwe tam negirtibû. Sedema duduyan jî Chaum pêşnîyazên companyayên mezin ên wek Microsoft, Bank of America, HSPC qebûl nedikir.  

Pişti DigiCashê 6 sal derbas bûbû ku Krîzeke global, bi navê “Krîza Mortgage” li hemî dinyayê peyda bû (2008). Krîza Mortgage ji zêdetirbûna pêwîstîya xwarinên Zîreî derket û di demeke kin de bû sedema bihabûna fîyeta her tiştî. Piştî ku fîyeta her tiştî zêde bû li hemî dewletên dinyayê, Banqeyên Navendîyê dewletan pereyekî pir zêde derp kirin û xistine pîyasê. 

Vê carê jî di pîyasê de pereyekî zêde çêbû lê qîymeta pereyan nemabû (Hiper Enflasyon). Ji ber bêqîmetîya pereyan gelek, banqeyan îflasa xwe dan. Lewra banqe, bi rêjeyeke kêm gelek kredî dabûne xelkê. Yani rejeya faîza banqeyan minak %10 be bêqîymetîya pereyan %400 bû. Ev qriz heta 2010an dewam kir. 

Di ve navberê  de nivîsbarekî bi navê SATOSHI NAKAMOTO bi bandora Krîza Mortgagê di sala 2009an de makaleyek nivîsand û li ser sepanekî internetê bi navê “Reddit” de weşand. Di vê makaleyê de cara yekem behsa BITCOINê kir. Li gorî Satoshi, pereyên fizîkî êdî qewlê xwe qedandine û divê bi awayê P2P yanî di navbera 2 kesan de pergaleke nû were afirandin ku ti kes (weke di Kriza Mortgage de jî hatibû dîtin) nikaribe ligor serê xwe pereyan der bixe, têxe pîyasê û bibe sedema enflasyonê. Alternatifa Satoshi pergala Blockchaînê bû. 

Blokchaîn çi ye? Bi kêrî çi tê? 

Blockchaîn bi wateya xwe “Zincîrên Gredayî” ye. Prensîba wa yê şixulandinê bi awayê krîptolojîyê ye. Teknîka vê şixulê wisa ye: Zanyarîyên danûstandinan, di nava qodan de tê nivîsandin û ev qod bi zincîran ve tê girêdan. Di Blockchaînê de her 10 deqqê carekî zincîreke nû tê vekirin û bi zincîra kevin ve te girêdan. 

Yanî her kî danûstandinekî bike ew danûstandina wî dibe qodek û bi zincîra danûstandina berîya wê danûstandinê ve tê giredan. Bi awayekî din em dikarin Blockchaînê herî zelal bişibîninin ‘Lênûsên dikandaran ê pir alî. Mînak Rodî çû dikana Apê Hecî Emîn û 2 heb Petito kirî. Ev dibe qodek wek 00000035uaE8HÖS45ASL1288SD4OL23EW. Apê Hecî Emîn vê qodê di Lênûsa xwe de dinivsîne. Dûre Mihyedîn diçe dikanê û 3 kîlo bacanê sor, 2 kîlo bacanê reş û kîloyek îsot dikire [Herhal wê tirşik çêke 🙂 ]. Apê Hecî Emîn li ser vê qoda Rodî tîpekî zêde dike û qoda Mihyedîn jî tevlî vê qodê dike. Ev qod dibe 00000035uaE8HÖS45ASL1288SD4OL23EW+q. 

Apê Hecî Emîn bi vî awayî 10 deqqê carekî lênûseke nû vedike, lênûsa ku xilas dibe jibona careke din neyê vekirin qefil lêdixe û jibone kesek nikaribe bi zincîrên danûstandinên kevin bileyze, bi pênûsa mûrekkeb dinivsîne. Bi vî halî pergaleke ewle xuya dike lê ne bes e. Me di serî de gotibû lênûsên dikandaran ê pir alî. 

Îca pir alî çîye? 

Em bejin 100 milyon kesên wek Apê Hecî Emîn wan danûstandinên me bihevre tomar dike û bihevre tevlî zincîran dike. Di Blockchaînê de jî, vî karê Apê Hecî Emîn nivîsbarîya kombersên(computer) çar deverên dînyayê dikin. Her kî di pergala Blockchaînê de zanyarîyekî, qodekî, pereyekî, şîfreyekî bişîne dereke din, hemî kombersên dinyayê wî şandinîya wî dikine qodek û tevlî zincîrên kevin ve dikin. Yanî heger Apê Hecî Emîn şaş binivsîne jî Apê John, Apê Tommy şaş nanivsîne.  Bi kurtasî em dikarin Blockchaînê wusa pênase bikin

Bîtcoîn çi ye? Çi têkilîya wê bi Blockchaînê re heye?

Bi kurtasî em dikarin bêjin Bîtcoîn, pergala teknolojîya Blockchaînê bikar tîne. 

Weke ku berê jî me behs kiribû, nivisbarek bi nave SATOSHI NAKAMOTO di sala 2009an de makaleyekî diweşîne û di makaleyê de behsa Blockchaîn û Bîtcoînê dike. De werin îca em lê birenin ka Bîtcoîn Çîye?

Bîtcoîn, di navrera têkilîya hemû kombersên dinyayê de, bi pergala nivîsbarîyê, qodên şîfrekirî ne. Hejmara wan qodan dîyar in û zêde nabin. Jiber ku Navendeke Bîtcoînê tine, heta ku yek kombers li dinyayê bimîne bi alîyê ti kesî ve nikare were kontrolkirin û jêbirin. Hejmara Bîtcoîne dîyare, kesek nikare hejmara wan kêm û zêde bike, ne girêdayî ti dewletî, ne jî girêdayî ti banqeyê navendî ye û meriv dikare bi hesani jihev re bişîne. Ev taybetmendîyên Bîtcoînê wî dike amûreke danûstaninê yê bâlkêş. 

Bîtcoîn gava nû derketibû ti qîymeta wî tinebû. Ciwanen kombershêz wek hobîyekî kolana Bîtcoînê dikirin û ji hevre dişandin. Hetta li ser vê, mijarek jî qewimîbû. 

22yê Gulana 2010an de xortekî bi navê ‘Laszlo Hanyecz li ser forumekî internete de nivîsek nivîsandibû. Digo ‘Ez dixwazim bi 10.000 Bîtcoînê 2 pizza bikirim, kî difroşe min?” Xortekî din jî pîzzayên ku bi 25$a jixwere kirîbû firote Laszlo. Di dîrokê de danûstandina bi Bîtcoînê ya yekem ev mijar te hesibandin.

 

Bîtcoîn çawa derdikeve holê?

Bîtcoîn bi kolana nivisbarîyê dertê holê û di cuzdanen elektronîk de têne veşartin. Ji kolana Bîtcoînê re MİNNİNG tê gotin û Bîtcoîn ji alîyê kesên ku minning dikin ve tê derxistin. Em dikarin mînakeke wusa bidin: 

Heger Nivisbari 100 donim erd be. Bîtcoîn ji keviren nava wi erdî ne. Hejmara keviran dîyar e lê bes divê werin berhev kirin. Di nava vê pergala nivisbarîyê de hejmara Bîtcoînan 21.000.000 e. 

Çawa dibe ku pereyek xeyalî hevqasî bi qîmet dibe?

Bîtcoîn ne tişketî xeyalî ye. Ew bi giredayî hejmara qoden krîpto ne. Qodên krîpto jî weke me berê jî gotibû heta yek kombersek li ser rûye erdê vekirî bimîne hinda nabe. Jiber wê, îxtîmala hindabûna Bîtcoîn’an 100 qatî ji hindabûna pereyên banqeyên navendî yên dewletan kêmtir e. Ez dixwazim li ser rîska pergala banqeyan de mînakekî bidim. 

Herkes pereyên xwe di banqeyan de radizîne. Ji vî re pereyên mevdûatê tê gotin. Tevahîya Banqeyan pereyên mevdûatan didine hev û bi van pereyan kredîyan belav dikin. Yani bi pereyê xelke, bi faizê deyn didine kesen din. Heger rojeki xwedîye pereyan tev bihevre herine banqe û pereyên xwe bixwazin banqe nikare pereyê wan bide wan. Jiber ku banqe, pereyên wan daye kesên din. Weke di mînakê de ji derbas bû pergala pereyên fizîkî di 10 hezar salan de hê ji liser rîskeke mezin de dimeşe.

Altcoîn çi ye? Kirîne altcoînan pirsgirêkên çawa bi xwe re tîne?

Altcoîn ango alternatif coîn jî wek Bîtcoînê li ser nivîsbarîye hatine afirandin û wek Bîtcoînê di nava pergala Blockchaînê de têne bikaranîn. Wek me gotibû Altcoîn, bi nîyeta alternatîfîya Bîtcoînê derketine holê. Her çiqas altcoîn li hemberî Bîtcoînê wek alternatîfê jî derketibin di hîn taybetmendîyen xwe de ji Bîtcoînê diqetin. Hînek ji wan taybetmendîyan ev in: Lez, Hevpeymanîya Elektronîk, Defi (e-kredî) û hrw. Mînak ger hûn bixwazin bi Bîtcoînê danûstandinekî bikin ê-perê we li gorî xirecira pîyasê di navbera 15-30 dq. de hewale bibe lê belê heger bi NANOyê (altcoîneke din) danûstandinekî bikin di nava 3 sanîyeyan de dê hewaleya we biqewime. Bi leza xwe hin altcoîn wisa ne : 

Nano   : 3 sanîye

Stellar Lumens : 5 sanîye

Ripple      : 10 sanîye

Neo : 20 sanîye

Gas          : 100 sanîye

Monero        : 120 sanîye

Litecoîn      : 150 sanîye

Îro hejmara altcoînên di borsayan de yên ku danûstandin pê tên kirin ji 6.000î bihûrîne û her çiqas altcoîn bi nîyeta pêşketinê jî derketibin jî %95ê wan bi destê mirovek an jî companîyekê de ye. Yani heger rojekî xwedîyê altcoînekî dest deyne ser pereyên di coîna xwe de û bireve meriv nikare pereyên xwe zû bi zû ji nava lepê wî derxe. 

Di paşerojê de jî jiber ku bingeheke zagonî û dadgehî hîn amade nebibû tiştên bi vî rengî gelek qewimîbûn. Lê îro em lê dirênin hêdî hêdî gelek dewlet bingehên xwe yen zagonî û dadgehî amade dikin, di pergalên xwe yên fînansî de cîhekî ji bo krîptoyan jî vedikin. Jiber wê divê meriv gava Tradeya altcoînan bike lekolîneke baş li ser altcoînan de bike û heta ewlehîya wan bi destên dewletan ve neyên pejirandin zêde bi demdirejî di deste xwe de nehelin.

/Dûmahîk heye; beşa 2, peşerojede/

İlginizi Çekebilir

Li Ser Bîtcoîn û Pîyasa Pereyên Krîpto-2
Halil Dalkılıç: Garê belkî kilîta hişê Kurdan veke!

Öne Çıkanlar