🔴Di dema ku êrîşên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê, ku yek ji endamên daîmî yên BRICS’ê ye, berdewam dikin; nedana berteka hevpar a blokê bû sedema nîqaşan. Li gorî analîza ku di Middle East Eye de hatî weşandin, şêwazê bersivdayîna BRICS’ê ji bo vê krîzê, dê diyar bike ka ev kom hem ji aliyê endamên xwe ve hem jî ji aliyê civaka navneteweyî ve çawa tê dîtin.
Li gorî nûçeyê, tevî ku di ser êrîşên Îsraîlê yên li Îranê re ku tê de bi sedan kes (di nav de gelek zarok jî hene) jiyana xwe ji dest dane re bi rojan derbas bûne, hîna ji BRICS’ê daxuyaniyeke kolektîf nehatiye dayîn.
Daxuyaniyên takekesî hene, helwesta hevpar nîne
Endamên bingehîn ên BRICS’ê; Brezîlya, Rûsya, Çîn û Afrîkaya Başûr têkildarî kuştina rêberê dînî yê Îranê Alî Xameneyî daxuyaniyên cuda dan û fikarên xwe anîn ziman. Lê belê di asta blokê de daxuyaniyeke hevpar nehat dayîn.
Îran, ku di sala 2024’an de tevlî BRICS’ê bûbû, piştî pêvajoya berfirehbûnê bûbû parçeyek ji pêkhateya 11 endamî ku welatên wekî Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî (MEY) û Misir jî di nav de ne.
Faktora Hindistanê
Lêkolîner Priyal Singh ji Enstîtuya Lêkolînên Ewlehiyê (ISS) ya li Pretoriayê destnîşan kir ku di hundirê BRICS’ê de bi taybetî pozîsyona Hindistanê girîng e. Li gorî Singh, têkiliyên nêzîk ên Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re, pêşxistina helwesteke hevpar di nav blokê de zehmet dike.
Singh got ku tevî nêzîkatiya Hindistanê ya bi Îsraîlê re, êrîşên tolhildanê yên Îranê yên li ser Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî jî lihevkirina di nav BRICS’ê de hîn bêtir dijwar kiriye. Hikûmeta Hindistanê di 1ê Adarê de êrîşên fuzeyî yên Îranê yên li ser MEY’ê şermezar kiribû.
‘Ji bo rûmetê ceribandineke mezin e’
Analîst diyar dikin ku BRICS di krîzên gerdûnî yên wekî dagirkirina Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve an jî şerê Gazeyê de ji ber rojevên cuda di girtina helwesteke hevpar de zehmetî kişandiye. Lê belê, nekarîna blokê ya ji bo berteka hevpar li hemberî êrîşeke li ser endamekî xwe, wekî windahiya herî mezin a rûmetê tê nirxandin.
Lêkolînerê ISS’ê Singh wiha got: “Ev pevçûn dê rasterast bandorê li ser wê yekê bike ka grûp ne tenê ji aliyê endamên xwe ve, lê ji aliyê hemû civaka navneteweyî ve çawa tê fêmkirin.”
Dibe ku berjewendiyên aborî bi bandor bin
Dîrektorê Navenda Guherîna Civakî ya Zanîngeha Johannesburgê Patrick Bond jî anî ziman ku têkiliyên aborî yên welatên BRICS’ê bi Îsraîlê re bi hêz in û dibe ku ev yek bikeve pêşiya piştgiriya bi Îranê re. Bond diyar kir ku berjewendiyên aborî yên welatên BRICS’ê piranî ji piştgiriya siyasî girantir in û ev rewş pêşxistina helwesta hevpar a blokê zehmet dike.
Nîqaşa ‘Berpirsiyariya BRICS’ê’
Jeffrey Sachs di daxuyaniyeke ji bo kanaleke televîzyonê ya Hindistanê de îdîa kir ku heger welatên BRICS’ê li dijî hegemoniya Amerîkayê helwesteke hevpar nîşan bidin, şerê li Îranê dikare bête sekinandin. Lê belê Patrick Bond ev nirxandina Sachs wekî “popeyeke pûç” (klîşe) bi nav kir.
Li gorî analîstan, hevsengiyên nû yên hêzê yên li Rojhilata Navîn ku li dora Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî û Erebistana Siûdî teşe digirin jî, avakirina stratejiyeke hevpar di nav BRICS’ê de zehmet dike.
Tê payîn ku welatên BRICS’ê di lûtkeya bê de, di meha Îlonê de li New Delhiyê werin cem hev.
/İlke TV/










