Tevdana helbestkar bîranîn bû, têkoşerî bû, hesret bû, hindakirin bû, şoreşa binerd bû, qada polîtîkayê ye. Belê, helbestkar helbestên xwe ne weşand lê me ji nivîsên xwe yê rexneyî bêpar nehişt…
*
Piştî bîst û yek sal berhema Muslum Yucel ji Weşanxaneya Okb56 hat weşandin. Navê berhemê “Komedyaya Gernasî”yê ye. Bîst û yek sal bo navberdayîna helbestê demeke gelek dirêj e. Ev navberdayîn bo weşandinê, Yucel helbestan nivîsandiye lê ne weşandiye. Bo amedekirina pirtûkê weşanxane bi baldarî li ser sekiniye û bi kedek hurgulî weşandiye. Piştî bîst û yek sal bivênevê helbestên şair meraqdariyê geş dike, ji kû ve destpêkiriye, qala çi kiriye, benê ku dirêjî xwîneran kiriye bi çi rengî honandiye? Di vê wextê dirêj de Yucel helbestan neqiş kir, guftoguf kir, rewastiya, hêrs bû, behicî, hinda kir, tenê ma lê helbest pişta xwe jê re venegerî her tim li cihek benda kolanê ma, tevda…
Tevdana helbestkar bîranîn bû, têkoşerî bû, hesret bû, hindakirin bû, civat bû, şoreşa binerd bû, qada polîtîkayê ye. Belê, helbestkar helbestên xwe ne weşand lê me ji nivîsên xwe yê rexneyî bêpar nehişt. Hema çend meh berê nivîsek bi navê “Türk Entelektüelleri – Rewşenbîrên Tirk” nivîsand. Ev nivîsa hêja û di bingeha xwe de deşîfrekirina deh salan dihewand. Bi qelema xwe “pût” ên wan neşikand lê hêjand, derzên mezin vekir, ev pût li welatê me jî gelek dihat gerandin, çepikan lê didan, pîroz dikirin. Wek di dîwar de qulek vebibe û her ku bi pêşv ve diçe mestir dibe. Wek ziman, çand û hebûna me ku sed salê dibin tinekirinê ve li ber xwe dide û qula ku di sîstemê de hatiye vekirin. Ti qewet û astengî li hemberî ew qula ku gel vekiriye nayê girtin. Rexneya Yucel berfireh bû, pêşî li ber me xwîneran vedike, çiqas faşîst û xêrnexwaz hebin yeko yeko bi nivîsê hat eşkerekirin. Bi rastî piştî nivîsê rûyên ku bi salane xwe bi maskeyên cur bi cur veşartine yek bi yek maskeyên wan ji rûyên wan şiqitî. Faşîstên veşartok li ser medyaya civakî tofanê rakirin, êrîş kir mixabin paşiyê “çûkên tirsonek” nivîsê ji rojnameyê rakirin. Piştî ku ji ber nivîsê li ser Yucel gef hat xwarin, bi kuştinê, adresa malê wî hat îfşakirin. Yucel ketibû nav qada hebûna wan, hem rastgirên wan hem jî çepgirên wan êrîşkirin.
Piştî nivîsa Muslum Yucel dîsa “Türklük Sözleşmesi – Peymana Tirkîtiyê” çawa dibe me dîsa dî. Lê zeman ne zemanê berê bû, her tişt li meydanê bû, bi qasî êrîşkaran piştgirî jî geş bû. Ger êrîş hebe liberxwedayîn jî heq e. Ji qenciyê dûr helbestkar, nivîskar, rewşenbîr, cahilên xwenda meydanê di nav toz û dûmanê de hiştin. Ev tirs û aloziya ku derxistin di esasê xwe de rexneya ku hatiye kirin fetisandinê bû. Ji bilî bersivê her tiştî kirin. Helbestkar û nivîskarên delalok, şêrîn û mînnoş bûn cinawir!

Qada polîtîbûna Yucel, cihê ku disekine, tiştên ku qal û behs dike şopa dîroka polîtîkbûna kurdan hêma dike. Herwiha ne tenê qada polîtîka kurdan bêguman dîroka çepgiriya û rastgiriya kin jî em dixwînin. Yucel dînên qedîm, sembolên û nîşanên wan, ax, destan, kenvşopiya civakê û bi tercubeyên wî yê şexsî re helbest hatiye bênder kirin. Di berhemê de heft pirtûk henin ji xeynî çend helbestên bi tena serê xwe. Pirtûk bi helbestên çemî yanî dûr û dirêj hatiye honandin. Her pirtûk di nav xwe da beş bi beş meşiyaye. Helbestên şaîr hem bi risteyên xwe hem jî bi temamiya xwe dirêj in. Helbestên direj tehlûkeye bo şaîr, dibe ku bike nav tengasiyê, rê were şaşkirin. Carcarna meriv ji helbestan vediqete lê derbasbûna di nav risteyan de wextek çargoşeyî hêma nake, dirêj nîne. Ji serdemek derbasî çaxê serdemek dibe valahiya ku em dibînin meriv acis nake. Helbestkar tarîxa xwe ya dîrokî nivîsandiye. Ev dîroka şexsî bêguman dîroka demekê ye. Dîrokên şexsî û serpêhatiyên ferdî di esasê xwe de dîroka ew civat û gel e. Di helbestên şaîr de riste çiqas bi zelalî hatibe nivîsandin jî her riste bi xwe re hatiye veşartinê, ser girtîbûnê dide der. Ev girtîbûn, veşartîbûn dibe ku ji jiyana helbestkar der tê. Polîtîkbûna helbestkar dibe ku wî ya daye honandin yanî bi hişek derveyî vê daye pêşiya me, kurm rojên ber meriv dikare vê destnîşan bike.
Nivîskarek ku peyv û nêrîna xwe li her qadî aniye ser ziman gelo di berhema xwe de çima dûyê efsûnî ser ger kiriye? Di vê de sergirtina helbestan bêhemdê xwe nehatiye honandin terz û estetîk ferzkiriye. Helbesta ewil a “destpêka komedyaya gernasî” de xwendevan rastî helbestên metaforîk tê. Ji xwe helbestkar vê bi serkeftî dike. Wek mamik/tiştonek/bilmece axiviye. Ji bo helbestkar her tişt li orteyê lê bo xwîneran ev ne hêsane, ked dixwaze, li ser seknê hêvî dike. Zorê dide, estetîka xwe dide der, metaforên xwe dide xeberdanê. Helbesta ewil bi navê “destpêkirina komedyaya gernasî” de sembolên me henin; melek, sê hewr, îsa hem sembol in hem jî xwendinên helbestkar û hurguliyên wî yê li ser meseleyan mesaiya wî destnîşan dike. Herwiha helbestkar di helbestên xwe de li ser ol û olbûnê gelek sekiniye. Meriv ji vê nêzikatiyê fem dike ku meseleya wî ya ol û olan da çiqas çareser kiribe jî mijûliya wî berdewame. Kî dizanê belkî li ser ol û olan xwe daye destpêkirin, civatên ku li ser olan xwe dide ferzkirin û piştre li dijî wê şerê ku tê kirin bivênevê xwe dide ber me, ew jî hesab û kitêb e. Tiştê ku meriv li dijî wî disekine û bi pê re dikeve nav şer piştî qederek-wextek dirêj meriv xwe tê da dibîne. Huner û nivîsandin di navbera kes û şerê wî de xizek dide der, nahêle bi temamî tu bikevî nav wê û têkbiçî. Yucel vê bi lingên saxlem rabûye û bi pê re bi hêza felsefeyê û hebûnê jî xwe piştrast kiriye.
Helbesta bi navê “îtîraf”ê dibe em li ser hurgulî bisekinin bêguman helbestên din jî vê dixwaze bi ser de behsa tevgirtinek objektîf dike. Helbest ji heşt beşan pêktê. Ev helbest kurtêjiyana helbestkar hêma dike. Wê demê helbest çi hêma dike? Şair bi xwe kirdeya berhemeyê û bi xwe re ketiye nav bîranînên xwe û dîsa bi metaforan û îmgeyan çûye serî. Mîsal nan, xanî, têkoşîna ku di nav jiyanê de hatiye tomarkirin bi dengê xwe yê xweser û bi êş û kul daye nivîsandin. Helbest hem gazinê daye ber me hem jî ronahiyê daye ser bîranînan. Wek şair di helbesta xwe de aniye ser ziman;
“bîranînên min hêşîniya giyanê min e”
“li vir nanek kî dî, xwêy ji min veşart”
“bavê min, binçavkirina min a ewil da/dengek gazîkirinê bû: were û min xelas ke”.
Helbesta me gelek dirêj e û wek ev risteyên ku me xwend gelek in. Dîsa di heman helbestê de dibêje;
“xaniyek min ti car nîn bû/bavê min digot xanî exlaq e”.
Ev her du risteyên ku me xwend ji me re behsa çi dike? Ji bav mîrasek maye, dibêje “xanî exlaq e”. Yucel ew mirasa ku jê re maye serûbin dike. Hem tê da îroniyek heye hem jî li dijî bavê rabûnê bibîrdixe. Di beşa duyem a helbestê de risteyek heye gelek tişt ji me re qal dike;
“ez ajalekê deryayê me ti kes şopa min nabîne”.
Ji jiyana helbestkar niqutiye, ji xebetên wî yê polîtîk derketiye û hatiye pêşiya xwîner. Gelo ev risteya ku em ê vêga bixwînin ji me re behsa çi dike;
“bi her veşartina min a mirinê re min evîn digot”.
Di helbestê de îmgeya “cemed”ê xwe dide xuyakirin, cemed ji bo helbestkar çi hêma dike, mane û feraseta vê îmgeyê em ê ti car sedî sed nikaribin derxin lê li vir em dikarin xewnzaniyê bikin. Yan jî bi temamî meriv pirtûkê li pişt xwe dihêle û ew “cemed” ji me re behsa qereqolên dewletê de nezaretxaneyên sar û seqem dide bibîrdixistine. Yucel zarokê roja axê ye ne ê cemed û seqemê ye.
Di berhemê de bo min tişta herî balkêş û meriv dikare wek otobiyografî jî bihesibîne, helbesta bi navê “agahiyên nasname”yê ye. Helbest wek helbestên din direj û rîtmîk e. Ev helbest ji çar beşan pêk hatiye. Navê beşan “gîrîzgeh”, “rûdan”, “encam” û “not” e. Rastî û felsefe di nav hev de qewîmiye. Li hêlekî ve felsefeya jiyanê li aliyên jî din rastiya jiyanê ye. Bi xwe re diaxive şair. Bi dengek eşkere bi xwe re ketiye heftê û heştê; ji xwîneran re çi qas şop hiştibe jî; avakirina wî ya helbestê û qat bi qat afîrandina wî bêguman di qûla mar de derbasbûnê ferz dike. Eynik risteyên wî ne, ev eynik kurtasiya jiyana civakê ye jî. Êş û keder hevpar in ne wisa. Evîn û hindakirin şirîk in. Kes û civat di nav tirûkek de ne. Şair û helbest bi hev re yekgirtiye. Şaîr çaxê bi xwe dikeve şikê rûyê xwe vedigerîne ax û welatê qedîm ê bav û dapîran û li wir hezar û yek meselok an çîrok bi edet û orf û gerdîşiyê distre. Çi ol çi destan çi bûyer çi çîrok hebe serî lê dide, bêhna xwe ber dide, damara wî li wir veşartiye û helbestkar baş dizane li wir e, kok li kû rabûye şair li wir bilind bûye, helbestên wî jî tespîta wê ye. Di beşa “gîrîzgeh”ê de risteya herî giran û bi min bi tena serê xwe hemû helbestê serûbin kiriye ev e;
“kevirek dixî destê xwe, netewek ji cihê xwe dileqe”.
Helbet berhema şaîr ne bi awayek li ser lingek an nêrînek teng meriv binirxîne û bigihije armanca xwe. Helbestên Yucel cur bi cur meriv dikare raxê ber xwe. Ger tu hêla evînê ve lê hûr bibî ew ê hesret bixweyde ger tu hêla dîroka kin ve herî ser de ew ê ax û çanda qedîm pişta xwe bide te. Ger tu hêla rastiya civakê ve nêzikatiya xwe eşkere bikî ew ê hemû destan bixeyîdin. Yucel berhema xwe bi temamî ne kêm ne zêde her helbesta xwe de dibêje ez li vir im di ser de jî gelek buyerên veşartî, kod û îmgeyên dîroka xwe ya kin dide der. Kî û kê çi ji xwe re derxe… Ji xwe huner jî vê firsendê dide te!
Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.
/Bu yazı Gazete Duvar‘dan alınmıştır/