AMED – Xelkê taxa Arzoxlî ya ser bi navçeya Sura Amedê, li hemberî çêkirina Projeya Santrala Enerjiya Rojê (GES) çalakî li dar xistin.
Cendirme bi guleyên plastîk, gaza rondikrêj, ava tuj û copan êrîşî niştecihên taxê kirin.
Di êrişa cendirmeyan de 4 kes birîndar bûn û cendirmeyan 16 kes desteser kirin. Baroya Amedê li hember tundiyê doz vekir Serokê Baroya Amedê Abddulkadir Guleç êrişa li hember xelkê taxa Arzoxlî şermezar kir û got ew dê serlêdana dozgeriyê bikin.









