Çîftyurek: Li dijî Lozanan em yekitiyek mayinde ava bikin

KurdiPolitika

Serokê Giştî yê KKP’ê û Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Sînan Çîftyurek têkildarî salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê axivî û bang li gel û partiyên kurdan kir ku divê yekitiyek mayînde bê avakirin.

Peymana Lozanê di 24’ê Tîrmeha 1923’yan de hat îmzekirin û ev peyman bû sedema bindestî û tunehesibandina mafên gelê kurd. Bi peymanê re ku bi beşdariya nûnerên Brîtanya, Fransa, Îtalya, Japonya, Yewnanistan, Romanya, Yûgoslavya û Tirkiyeyê li bajarê Lozanê yê Swîsreyê hat îmzekirin, Kurdistan di nava Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê de dabeşî çar parçeyan hat kirin. Peymana Lozanê sed saliya xwe tije kir û gelê kurd û Kurdistanê jî bi vê boneyê çalakî û komxebat dan destpêkirin. Di serî de li Lozanê li gelek deverên cîhanê peyamên gelek xurt hatin dayîn. Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistan (KKP) û Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Wanê Sînan Çîftyurek têkildarî Peymana Lozanê pirsên ajansa me bersivandin.
‘KURD TUNE HESIBANDIN’
Çîftyurek diyar kir ku Peymana Lozanê bi dewletên Îtîlaf, Osmanî û dû re jî bi Hikûmeta Enqereyê re gav bi gav hatiye amadekirin. Çîftyurek da zanîn ku bi vê peymanê Kurdistan hat dabeşkirin û mêjî, aborî, çand û hemû tiştên gelê kurd belav bû. Çîftyurek got ku ev sed sal in li dijî kurdan jenosîd, komkûjî, red û înkar berdewam e û wiha berdewam kir: “Em hemû dewletên ev peymane pêk anîne û îmze kirine şermizar dikin. Daxwaza me ew e ku ev dewlete lêborîna xwe ji gelê kurd re bixwazin. Lozan encam e. Dewletên Îtîlaf serîda bi Agirbesta Mondrosê, Konferansa Aştiyê ya Parîsê û Konferansa San Remo ku gelek girînge û tu kes jî li ser nasekine, gav bi gav gihiştin merhelekê. Brîtanya ji bo pêşî li Rûsya bigire ku negihije behrên germ, piştgiriya Mûstafa Kemal ragihandibû. Lewma gava çûn Lozanê meseleya Yekitiya Komarên Sosyalîst a Sovyetê (SSCB) û Mûsilê safî kiribûn. Ji bo îngilîzan meseleya herî girîng Mûsil bû. Gava Peymana Lozanê vekirin û dest bi axaftinê kirin, behsa kurdan nekirin. Ji ber ku tenê eqeliyetên (kêmanî) olî weke eqeliyet hatin pejirandin û kurd tune hesibandin.”
‘TECRÎD BERDEWAMIYA SIYASETA SED SALAN E’
Çîftyurek destnîşan kir ku Mustafa Kemal Ataturk, Destûra Bingehîn ya 1921’an ku ji bo kurdan tê de xweserî û otonomî hebû, weke amûrek di destê xwe de girt. Çîftyurek bi lêv kir ku Hikûmeta Enqere kurd dişopandin ku ka dê bibin yek an na û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hikûmeta Enqere digot ‘Heke kurd bibin yek û werin konferansan, wê çaxê em ê xweseriyê bidin wan. Lê heke nebin yek, em ê bikarin wan bi rê ve bibin.’ Hikûmeta Enqere Destûra Bingehîn a 1921’an li dijî dewletên îtîlaf û yên din jî bi kar anî. Heke wan jî li ser madeyên eqeliyetan israr bikira, wê çaxê dê bigotiban ‘Temam ji xwe Destûra Bingehîn ya 1921’an heye û tê de xweserî, otonomî jî heye û em dikarin van tiştan bidin kurdan’. Piştî ku Lozanê bi hev kirin û peyman fermî bû, wê çaxê Destûra Bingehîn ya 1921’an fesh kirin û Destûra Bingehîn ya 1924’an anîn. Çiye ev? Kurtek li hemû netewên din kirin û ev sed sal e em nikarin li ser xwe biavêjin. Her wiha dewleta tirk ji Osmaniyan veneqetiyaye. Tirkiye berdewamiya Osmaniyan e û hemû qadroyên dewletê jî endamên Îttîhat û Terakkiyê ne. Ji wê demê heta niha bi Şêx Seîd, Zîlan, Agirî, Koçgirî, Dêrsim Dîgor û heta tecrîda niha li ser birêz Ocalan berdewamiya siyaseta wan e.”
‘HEKE YEKITIYA NETEWEYÎ PÊK BÊ, EM Ê BI SER BIKEVIN’ 
Çîftyurek diyar kir ku kurd ji ber ku nebûn tifaq Lozan winda kirin. Çîftyurek da zanîn ku heke kurd tifaqbûna dibe ku helwestên dewletên din hatiba guhertin. Çîftyurek anî ziman ku divê kurd îro vegerin tifaqbûyînê û wiha got: “Banga me li her du partiyên me yên mezin e. Em dibêjin ku divê bilez vê bêtifaqiyê biqedînin û nêzî hevdû bibin. Em bang li hemû partiyên kurdan û gelê kurd dikin, divê yekitiyek mayînde bê avakirin. Ev sed sale li dijî zilm, zext, jenosîd û qetlîeman gelê kurd têkoşîna xwe berdewam kir, stûyê xwe xwar nekir û gihişte encameke girîng. Federasyona Başûr û Xweseriya Rojava, Peymana Lozanê qels kir. Ji ber vê yekê divê em xwedî li van deran derbikevin. Têkoşîna li Bakur û Rojhilat jî berdewam e. Em hêvîdarin ku heke yekitiya neteweyî jî pêk were em ê bi ser bikevin.”
‘YEKITIYA ME DÊ BANDORA XWE LI BAŞÛR Û ROJAVA JÎ BIKE’
Çîftyurek bal kişand ser avakirina yekitiya neteweyî û got ku divê ew bi çavên partiyan nenêrin. Çîftyurek da zanîn ku divê li gor berjewendiyên gelê kurd nêzîk bibin û wiha domand: “Gelê kurd di mijara yekitiyê de sê gavan li pêş partiyan e. Gelê kurd dibêje ku ‘Li her çar milên Kurdistanê şîn û şahiya me yek e.’ Divê partiyên me jî heman tiştî bibêjin. Destkeftiyên her milekî, destkeftiyên me ne jî. Divê yekitiyeke mayînde be, ne ya hilbijartinê. Heke em yekitiyekî mayînde li Bakur pêk bînin, wê bandora xwe li Rojava û Başûr jî bike.”
‘DESTÊ XWE DIRÊJÎ HEVDÛ BIKIN’
Çîftyurek destnîşan kir ku ev deh sal in ew li Amedê li ser yekitiyeke neteweyî xebatan dikin. Çîftyurek bang li partiyên din jî kir û got ku divê ew destê xwe yê biratiyê dirêjî hev bikin. Çîftyurek bi domdarî wiha axivî: “Em destê xwe dirêjî dewletên dagirker dikin ne wisa? Rastiye, em dibêjin ku em naxwazin meseleya kurdî bi şer çareser bikin û em dixwazin bi rêya aşitiyê çareser bikin. Em dibêjin wan jî keremkin werin û em destê xwe dirêjî wan dikin. Wê çaxê divê em destê xwe dirêjî birayên xwe jî bikin. Partiya Komunîst a Kurdistan di serî de vê siyasetê dişopîne û hemû partiyên Kurdistanê weke yên xwe dibîne. Raste partiyek ji aliyê sekulerbûyînê ve pirtir nêzî me ye, lê em dibêjin bila hemû partî bên ber hevdû. Helwesta me ya 10 salan li Amedê ev e. Îro jî me Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ava kiriye û em dixwazin ev tifaq bibe tifaqeke mayînde û bibe tifaqa têkoşîna li qadan.”
‘BILA GEL BANDORA XWE BIDE SER PARTIYÊN XWE’
Çîftyurek bang li gelê kurd kir û got ku bila gel bandora xwe bide ser partiyên xwe. Çîftyurek diyar kir ku bila bi çavekî demokrasî û rexneyî li partiyên kurdan binêrin û bandora yekitiyê li wan bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em bi yekbûyina xwe derfetên Lozanê pêk bînin, heke em pêk neyînin, wê ew derfet li dijî kurdan pêk werin.”
 Ajansa Mezopotamya / Bazîd Evren 

İlginizi Çekebilir

TGC 2023 Basın Özgürlüğü Ödülleri sahiplerini buldu
İslam İşbirliği Teşkilatı İsveç’in özel temsilcilik statüsünü askıya aldı

Öne Çıkanlar