Em wek nûnerên partî û rêxistinên siyasî, hejmarek çalakvan û kesayetên Rojhilata Kurdistanê, û her weha Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ku di vê civînê de beşdar bûn, xemgîniya mezin û hêrsê xwe li dijî zêdebûna tundiyê li Îran û Kurdistanê di pêlên dawî yên rabûna gelê Îranê de radigihînin.
Di çend hefteyên borî de, rejîma Îranê bi kuştina berfireh, girtina girseyî, militarîzekirina herêman û bi qutkirina sistematîk a rêyên têkiliyê bi derveya welêt, zordariya xwe li hemû welatiyên Îranê zêde kir. Herêmên cuda yên Kurdistanê û Îranê bûne hedefa têkoşîna tund a dewletê. Li Kurdistanê, kuştina girseyî ya gelê xwepêşander li Melekşahî ya Îlamê gihîşt serê xwe û piştî wê bi heman rêbaz û heman astê li parêzgehên din ên Kurdistanê û li seranserê Îranê berdewam kir. Di vê dema zordariyê de, hejmareke mezin a sivîlan hatin kuştin an birîndar kirin û cezayên komelî li ser gel hate sepandin. Bi heman demê, ji bo bêdengkirina dengê gel û veşartina tundiya dewletê, xetên înternetê û telefonê hatin qutkirin û rewşeke ewlehiyê ya giran li seranserê Kurdistanê û Îranê hate ferz kirin, bi awayek ku heta niha jî hejmare rastîn a qurbanên vê kuştin û zordariyê bi temamî nehatiye zanîn.
Ev kirin ne bûyerên cuda ne, lê belkî beşên avahiyeke dîrokî ya hêza kolonîal û ewlehîkirî ne ku di çarçoveya dewleta Îranê de li ser Kurdistanê hate ferz kirin. Di pêla dawî ya serkêşiyê de, zordariya li dijî gelê Kurd ne tenê ji ber beşdariya wan di xwepêşandananê giştî de bû, lê her weha ji ber ku wek netewek ku her dem ji bo rûmet, pejirandina siyasî û mafê xwe ya xwedîderketinê têkoşîn kiriye, bi zordariyeke gelek tund re rû bi rû ma. Beşdarên civînê, digel ragihandina hevdilsozî û piştgiriyê ji bo hemû gelên Îranê yên li dijî zordariyê rabûn, diyar dikin ku gelê Kurd bi tundiyeke pir-alî re rû bi rû ma ku ji nebûna dewlet û jêbirina ji dîrokê re derdikeve.
Di van demên biryardar de, yekîtiya Kurdî pêdiviyeke pewist û necariye. Belavbûna navxweyî û têkçûna rêzê hêza, bersivdayîna gelê Kurd li dijî krîzên mezin bi giranî lawaz kiriye, bi taybetî di demekê de ku lîstikvanên herêmî û cîhanî bê beşdariya me û bi lez nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn ji nû ve xêz dikin. Yekîtî wateya yekbûna îdeolojîk nîne، lê wateya lihevhatin û hevrêziyê li ser bingehên hevpar e: mafê xwedîderketinê, demokrasî, wekheviya zayendî, adaletê civakî û parastina hebûna netewa Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê. Em wek beşdarên vê civînê, ji hemû partî û biaven Kurdistanê, bi taybetî li Rojhilata Kurdistanê, daxwaz dikin ku berî bûyerên biryardar, berpirsiyariya komelî bikin ser bingehê hemû çalakiyên xwe.
Em hewceyê diyalogeke avaker û berdewamin؛ diyalogeke ku ne tenê hêzên siyasî, lê her weha ronakbîr, akademîsyen, tevgera jinan, inîsiyatîfên ciwanan û rêxistinên civaka sivîl li seranserê Kurdistanê û diaspora tê de bibîne. Çêkirina ramanê, rexneya siyasî û mobilîzasyona civakî stûnên bingehîn in ji bo nûavakirina afeqê siyasî ya pêşerojê ya netewa Kurd.
Di heman demê û bi paralelî bûyerên Rojhilatê, Rojavayê Kurdistanê jî bi xetereyekê mezin re rû bi rû ye. Digel rêzgirtin û nirxdayîna hevgirtina giştî ya gelên hemû parçeyên Kurdistanê, beşdarên civînê li ser xetereya hebûna tecrûbeya Rojava hişyarî didin. Alternatîfa demokrasî ya Kurdî ji aliyê hukûmeta demkî ya Sûriyê û bi guherîna şert û mercên herêmî re, bi xetereyekê giran re rû bi rû ye. Bêdengî û paşvekişandina aktorên cîhanî yên ku carekê xwe wek hevkarên Kurdistanê nîşan didan, bi rastî jêbirina vê neteweyê encam da. Bê guman, hilweşandina tecrûbeya serkeftî ya Rojava dê ji bo netewa Kurd fêciyekê mezin be û di heman demê de têkçûnek ji bo berpirsiyariya cîhanî. Lê di dawiyê de, ya ku li Rojava tê xuyakirin, ji bo Rojhilatê jî ders û têgihiştinên stratejîk ên giran dihewîne.
Li gorî van rastiyan û digel piştgiriyê ji “Navenda Dîyaloga Partiyên Rojhilatê”, beşdarên civînê dilsozîya xwe ji bo hêsankirina çalakiyên heyî yên li ser yekîtî, diyalog û hevkariyen hevbes dubare diyar dikin. Ji ber vê yekê em van pêşniyarên pratîk pêşkêş dikin:
- Hewldanên ciddî û bi lez ji bo pêşxistina hevkariyê di nav partiyên Rojhilatê de, heta asta yekgirtinê û çêkirina hêzeke parastinê ya hevpar
- Çêkirina mekanîzmayeke lezgîn ya hevrêziyê di nav aktorên siyasî yên Navenda Dîyalogê de ji bo sazûmanîkirina vê navendê
- Çêkirina şaxên “Navenda Dîyalogê” li derveyî Herêma Kurdistanê, bi taybetî li Ewropayê
- Xurtkirina torên medyayê yên Kurdî û bi taybetî hewl ji bo damezrandina medyayeke giştî û berfireh ya ne-parti
- Hewlên lezgîn ji bo li dar xistina konferansekê li ser Rojhilata Kurdistanê bi beşdariya hemû hêzên siyasî, rêxistinên civakî û çalakvanan
- Hewl ji bo çêkirina platformeke siyasî ya fireh bi navê “Navenda Biryardanê” an jî navek din a wisa, ji bo girtina berpirsiyariya biryardanê li ser hemû mijarên bingehîn ên siyasî û dîplomatîk yên Rojhilatê
- Hewl ji bo rêxistinkirina aksiyonekê gelî ya hevpar li Ewropayê bi bangdana Navenda Dîyalogê û bi beşdariya Kurdên hemû parçeyên Kurdistanê ji bo piştgirîkirin û berbiçavkirina îradeya siyasî ya gelê Rojhilatê
- Çêkirina bingehêkê daîmî ji bo diyaloga berdewam di nav partîyan, ronakbîran û civaka sivîl de li hemû parçeyên Kurdistanê
- Hewl ji bo inîsiyatîfeke cîhanî ya hevrêz ji bo çalakî û dîplomasî li ser pirsgirêka Kurdî
- Rêxistinkirina piştgirî û hevgirtinên cîhanî li ser Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê.
Netewa Kurd li ber deriyê guherînekê dîrokî deye. Yekîtî, diyalog û çalakîya hevbes tenê rêyên xilasbûnê, parastina rûmetê û pêkanîna pêşerojeke adil in.
Beşdarên Civîna Lêkolîna Rewşa Niha ya Îran û Kurdistanê (Rojhilat)
Brûksel – Navenda Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê
24ê Rêbendanê 2025 – 4ê Behmenê 1404









