🔴NAVENDA NÛÇEYAN – Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku wan keştiya balafiran a bi navê “Charles de Gaulle” sewqî Deryaya Spî kiriye û ji bo piştgiriya hevalbendên xwe, li Qibrisê sîstemên parastina hewayî bi cih kirine.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, bi daxuyaniyeke televizyonî ya ku rasterast ji gel re hat weşandin, geşedanên dawî yên leşkerî yên welatê xwe li Rojhilatê Deryaya Spî parve kirin. Macron eşkere kir ku wî fermana şandina keştiya balafiran a Charles de Gaulle û falkonên (firkateyn) pê re daye û ev hêz ber bi herêmê ve ketine rê.
‘Pêngavên Me Ji Bo Parastinê Ne’
Macron di axaftina xwe de bal kişand ser peymanên parastinê yên di navbera Fransa û welatên wekî Qatar, Kuveyt û Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî de û wiha got:
“Hemû çalakî û gavên me bi temamî ji bo armancên parastinê ne. Divê Fransa nîşan bide ku ew hevalbendeke pêbawer e û piştgiriyê dide hevkarên xwe yên di herêmê de.”
Li Qibrisê Sîstemên Radar û Hewayî
Macron destnîşan kir ku ji bo ewlehiya herêmê, sîstemên parastina hewayî û radarên Fransayê li girava Qibrisê hatine bicîhkirin û ev pêvajoya sewqiyatê dê berdewam bike. Her wiha hat ragihandin ku falkoneke din a artêşa Fransayê jî dê di nava şevê de bigihîje beravên Qibrisê.
/Çavkanî: MA/










