Di destpêka sedsala bîstan de, di salên 1900’an de, li nav ax û berfên welatê Kurdan çîrokek bi xwîn û evîn hat nivîsandin; çîrokek ku heta îro jî di bîra gel de wek agirê veşartî dijî. Ev, çîroka Evdilê Xazo ye.
Navê wî yê rastî Ebdullah bû û navê diya wî Xazo ye. Di çanda Kurdan de taybetmendiyek heye; kes an bi navê eşîrê an jî bi navê bav û diya xwe tê naskirin. Li hin herêman ev yek herî zêde bi navê dayikê pêk tê. Ji ber vê yekê jî Evdilê li herêma ku lê dijî, bi navê diya xwe hate naskirin. Ew li herêmê wek mêrekî azad, serbixwe û wêrek dihate naskirin; Evdilê zor û fermana kesî qebûl nedikir û li dijî neheqiyê her tim li ber xwe dida.
Ji ber vê wêrekî û delaliya Evdilê, dilê gelek keçên herêmê ketibûyê; lê dilê wî tenê li ser keçika bi navê Nûrê, keça Silo Hemo bû. Nûra Silo Hemo jî ji vê hezkirinê haydar bû û dilê wê jî di gura Evdilê de lê dida. Nûrê bi heman germiya dilê xwe bibû evîndara Evdilê.
Evîna wan roj bi roj geştir dibû; wek evîna Mem û Zînê dilê wan dişewitand. Ji bo encama vê evînê soz û dest dan hev û ji bo zewacê tevahiya astengiyan ji holê rakirin. Her çend ap û pismamên Nûrê bi veşartî li dijî vê yekê derdiketin jî, ji ber mêrxasiya Evdilê newêribûn dengê xwe bikin. Van her du evîndaran bi coş û govendê dawetek li dar xistin, zewicîn û gihîştin mirazê xwe.
Lê roja ku wan dest bi jiyana xwe ya nû û xewnên xwe kir, “mala xiraba” mîna şevek tarî xwe berda ser her du evîndaran. Apên Nûrê, Simko û Xemo, bi vê zewacê qet razî nebûn. Wan Nûrê ji bo kurên xwe dixwest û evîna van her du ciwanan wekî xerabkirina rûmeta malbatê û binpêkirina urf û adetên eşîrê didîtin.
Ji ber ku nikaribûn bi rêyeke mêranî li dijî Evdilê rawestin, dest bi buxtan û derewan kirin. Ji bo ku Evdilê ji holê rakin, çûn Kolordiya Diyarbekirê ya wê demê, Evdilê wekî mahkûmekî nîşan dan û giliyê wî kirin; bi vî rengî destê dewletê xistin nava evîna her du ciwanan.
Di roja sêyemîn a zewaca Evdilê û Nûrê de, xefikek reş hat amadekirin. Hêzên leşkerî bi hêrs û bêrehmî avêtin ser mala Evdilê û pevçûnek dijwar dest pê kir. Evdilê bi tena serê xwe, bi dil û baweriyeke mezin li dijî wan sekinî. Ew li dijî zilmê qet serî neçemandibû, dîsa neçemand. Lê “destê bi tenê deng jê nayê”. Mala bêbextiyê xirab bibe, Evdilê bi tenê bû û dijmin gelek bûn. Di dawiyê de, bi gule û derbên giran birîndar bû û di kozika xwe de, hêdî hêdî jiyana xwe ji dest da.
Bi mirina wî re, ne tenê mêrek, lê evînek jî hate kuştin. Simko û Xemo gihîştin armanca xwe ya qirêj. Piştî vê kuştinê, Nûrê bi zora çekan ji mala evîna xwe hate derxistin û birin mala bavê wê. Ew li wir, di nav ax û fermana neheq de, wekî miroveke bêdeng û dilşikestî hat girtin.
Piştî kuştina Evdilê Xazo, dengê diya wî bi kul û derd, bi qêrîn û nalîn li kevirên reşên Qerejdaxê ket û di nav newalên kûr de belav bû. Qêrîna dayika reben ne tenê nalînek bû; dîroka Kurdan xwe dubare dikir. Her gotinek Xazo ya ku li ser vê neheqiyê digot, wek agir dilê mirovan disot. Ev sewt û qêrîna dayikê wekî zêmarekê di demeke kurt de li nav gelê herêmê belav bû û paşê wek “Strana Evdilê Xazo” gihîşt guhê bi milyonan kesan.
Li ser cihê qewimîna vê bûyerê, nêrînên cuda hene:
• Esker Demirbaş û Sebrî yê Agirî: Dibêjin ku çîrok li herêma Mûşê, li derdora Çemê Mûradê qewimî ye.
• Dengbêj Mehemedê Şilbê: Di strana xwe de cihê bûyerê bi awayekî zelal diyar dike û dibêje: “De heyla lê lawo de ne êvare bira şerekî çênebûna li pozê Qerejdaxê li kura Mavidelê (Mandelê) li nevala Çortana dêran ezim li Darbiya lawo dîsa dibê li perê van beyara.”
“De heyla lê lawo de ne êvare bira şerekî çênebûna li pozê Qerejdaxê li kura Mavidelê (Mandelê) li nevala Çortana dêran ezim li Darbiya lawo dîsa dibê li perê van beyara.”
Ev gotinên dengbêj nîşan didin ku bûyer li Qerejdaxê pêk hatiye. Ji ber vê yekê, gelek kes bawer dikin ku cihê rastî yê vê trajediyê Qerejdax e.
Ev çîrok, ne tenê çîroka kuştina mêrekî ye; ev çîroka kuştina evînê, qêrîna dilê dayikekê û bêdengiya Nûrê ye. Stranek e ku bi dengbêjî û bi bîranînan, heta îro jî di dilê mirovan de dijî û agirê xemê geş dike.










