Di êrîşeke Îsraîlê de 4 çekdarên Hizbullah hatin kuştin

Kurdi

Hêzên Îsraîlî îro Sêşemê êrîşên esmanî li başûrê Libnanê pêk anîn ku di encama wan de çar kes hatin kuştin, li gor karbidestên saxlemî yên Libnanê.

Artêşa Îsraîlê got ku wan êrîşên li devera Nebetiyê mîlîtanên Hizbullahê kirin armanc. Hizbullahê jî îro Sêşemê got ku êrîşeke bi dronan biriye ser Îsraîlê.

Ev êrîş yên herî dawî ne di zincîra pevçûnên navbera Îsraîl û Hizbullahê de ku ji dema şerê Îsraîl û Hamas li Kerta Gazayê zêde bûne. Ew herwiha di demekê de tên ku civaka navnetewî dixebite jibo ku ev şer li herêmê berfireh nebe.

Ew xembarî hefteya borî zêdetir bûn piştî ku êrîşeke Îsraîlî fermandarekî Hizbullahê li Beyrûtê kuşt û herwiha êrîşeke din ku rêberê siyasî yê Hamasê Îsmaîl Hanîyehê li Tehranê kuştin. Îran û Hamas dibêjin Îsraîl li dû wê êrîşê bû.

Berpirsê siyaseta derve ya Yekîtîya Ewrupa Josep Borrell îro Sêşemê got ku “girjî li Rojhilata Navîn zêde dibin û wê bêtir nêzîkî şerekî di astên nenas de dikin. Divê em hemû rê li ber karesateke din bigirin. Rêka li pêş bi piranî lihevkirî ye: agirbest li Gaza.”

Koreya Başûr bi welatê herî dawî ku hişyarîya çûna herêmê da û bang li welatîyên xwe kir ku di zûtirîn dem de ji Îsraîl û Libnanê derkevin.

Wezîrê Berevanîya Amerîkayê Lloyd Austin û hevtayê wî yê Îsraîlî Yoav Gallant roja Duşemê rewşa heyî gotûbêj kir. Austin di hevdîtinê de pêgirîya Amerîka jibo ewlekarîya Îsraîlê hember metirsîyên ji Îran û hevalbendên wê dupat kir, li gor daxuyanîyeke Pentagonê.

Berdevkê Pentagonê Pat Ryder got ku Austin û Gallant lihev kir ku êrîşeke roja Duşemê mîlîşyayên ser bi Îranê ve dijî hêzên Amerîkî li rojavayê Îraqê “zêdekirineke metirsîdar nîşan dide û rola xirabkar ya Îranê li herêmê diyar dike.”

Karbidestekî berevanî yê Amerîkî ji Dengê Amerîka re got ku di wê êrîşê de çend pesonelên Amerîkî birîndar bûn.

Îsraîl soz daye ku Hamas tune bike piştî êrîşa terorîst ya 7’ê Cotmehê ku di encama wê de 1,200 kes hatin kuştin û 250 kes jî wekî dîl hatin girtin. Di êrîşa bersivdanê ya Îsraîlê de bi kêmî 39,650 kes li Gazayê hatine kuştin ku piranîya wan jin û zarok in, li gor wezareta saxlemîyê li Gazayê. Îsraîl dibêje di nav kuştiyan de bi hezaran çekdarên Hamasê jî hene.

/jêder: voa-kurdi/

İlginizi Çekebilir

Kılıçdaroğlu: Artık millet olarak aklımızı başımıza alma zamanı değil mi?
Biden, Mısır ve Katar liderleriyle Ortadoğu’da artan gerilimi değerlendirdi

Öne Çıkanlar