Di Êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de: 52 Kes Hatin Kuştin

Kurdi

🔴 NAVENDA NÛÇEYAN – Di encama 221 êrîşên hewayî yên artêşa Îsraîlê de ku li ser xaka Lubnanê pêk hatin, 52 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê têkildarî bîlançoya dawî ya êrîşan daxuyaniyek belav kir. Li gorî daxuyaniyê, Îsraîlê di nava rojekê de 221 êrîş pêk anîne. Di encama van êrîşan de:

52 kes hatin kuştin, 254 kes birîndar bûn, 28 hezar û 586 kes neçar man ku malên xwe biterikînin û koçber bibin.

Wezaretê destnîşan kir ku tenê di saetên sibehê de, di êrîşên li ser paytext Beyrût û herêmên başûr de 31 kesan jiyana xwe ji dest daye û 149 kes jî birîndar bûne. Li seranserê welat 186 navend wekî stargehên demkî ji bo koçberan hatine veqetandin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku piştî tespîtkirina fuzeyên ji aliyê Lubnanê ve hatine avêtin, li bakurê Îsraîlê dengê sîrenan bilind bûye. Îsraîlê îdîa kir ku wan hedefên Hîzbullahê kirine armanc û li ser vê bingehê dest bi pêleke nû ya êrîşên hewayî kirine. Piştî van daxuyaniyan, li gelek nuqteyên Beyrûtê dengê teqînên mezin hatin bihistin.

İlginizi Çekebilir

Fikret Başkaya: Laikliğe dair söylem ve gerçek!
Ragıp Duran: ‘’Zenginler savaşırken fakirler ölür’’ (*)

Öne Çıkanlar