🔴Hunermenda ji Herêma Kurdistanê Dilniya Xan diyar kir ku li Rojhilat her tim serhildanên jinan hebûn û got: “Bakûr, Başûr ferq nake; divê ev serhildan û têkoşîn hîn mezin bibe.”
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, di 2’yê Adarê de li Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) bi dirûşma “Bi pêşengî û yekîtiya jinên Kurd ber bi avakirina yekîtiya neteweyî ve” konferansek pêk anî. Hunermend Dilniya Xan ku ji bo beşdarî konferansê bibe ji Herêma Kurdistanê hatibû Amedê, der barê rola jinan a di yekîtiya neteweyî de nirxandinên girîng kirin.
Dilniya Xan bal kişand ser girîngiya yekîtiya jinên Kurd û destnîşan kir ku divê jin her tim li cem hev bin, xwe birêxistin bikin û xebatên xwe bimeşînin. Dilniya Xan da zanîn ku li Rojhilata Navîn her tim şerên dijwar diqewimin û jinan di nav van êrîşan de rola têkoşînê girtine ser milê xwe. Xan wiha got: “Ji ber wê yekê li Rojhilat her tim serhildanên jinan hebûn. Bakûr, Başûr ferq nake; divê ev serhildan û têkoşîn mezin bibe.”
‘Divê yekîtiya jinan pêkan be’
Dilniya Xan di berdewamiya axaftina xwe de got: “Mirov dikare bêje ku li Rojhilat û Başûr yekîtiya jinan heye; lê xebatên jinên li Bakûr hêzê dide xebatên yekîtiya neteweyî. Jixwe wateya jinê yekîtiya neteweyî ye. Ji ber wê yekê herî zêde jinan pêşengiya vê yekê kir û divê ev yek berdewam bike. Li hemberî êrîşên li Rojhilat, divê yekîtiya jinan hîn bi hêztir bibe. Li Başûr jî yekîtiya di navbera jinan de bi rengekî pir bi hêz hatiye avakirin. Yekîtî û xebatên jinên Bakûr ji bo Rojhilat, Başûr û Rojava pir girîng in. Ji ber wê yekê baweriya me bi jinên Bakûr bêdawî ye.”
‘Divê em çanda Kurdî dewlemend bikin’
Dilniya Xan anî ziman ku li Rojhilat û Başûr pêdiviya jinan bi xebatên li ser çand, ziman û siyasetê heye û wiha bi dawî kir: “Heke jin azad be, hem ew bi xwe û hem jî herêma ku lê dijî azad dibe. Pêdiviya sereke ya jinên Kurd —wekî mêran— e ku di nav siyasetê de hîn aktîftir rol bigirin. Divê hejmara jinên siyasetmedar zêde bibe. Ez jî wekî hunermendeke jin a Kurd, bawer dikim ku divê di warê sînema, muzîk û qadên din de xebatên hîn zêdetir werin kirin. Ji ber ku çanda Kurdî bi rastî çandeke pir dewlemend e, em dikarin vê hîn dewlemendtir bikin.”
Nûçe: Heval Önkol / MA









