🔴Li Parîsê bi beşdariya pispor û kesayetên navdar konferansek li ser paşeroja Kurdan hat lidarxistin. Serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Dr. Kendal Nezan eşkere kir ku Ewropa û Amerîka ji bo naskirina mafên Kurdan di nav hewldanên dîplomatîk ên nû de ne.
Li paytexta Fransayê, li Senatoya Fransayê bi beşdariya profesor û pisporên ji gelek welatên wekî Almanya, Swîsre, Japonya û Brîtanyayê konferansek hat lidarxistin. Di konferansê de rewşa dawî ya li Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê hat nirxandin.
Biryara Girîng a Parlamentoya Ewropayê
Dr. Kendal Nezan di hevpeyvînekê de ligel nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê ragihand ku Parlamentoya Ewropayê bi pêşniyara wezîra berê ya karên derve ya Fransayê, Nathalie Loiseau, biryareke stratejîk daye. Li gorî vê biryarê:
Yekîtiya Ewropayê divê asayîkirina têkiliyên xwe bi Sûriyeyê re bike şertê naskirina mafên Kurdan.
Pêvajoya siyasî divê ber bi hilbijartinên nû û bernameyeke diyar ve biçe.
Hewldanên li Amerîka û Fransayê
Nezan destnîşan kir ku tenê garantiya Fransayê têrê nake û divê di asta navneteweyî de zext zêde bibe. Wî bal kişand ser qanûna li Amerîkayê ya bi navê “Save The Kurds Act” (Yasaya Parastina Kurdan) û got:
“Em bi senator Lindsey Graham û kesên din re kar dikin da ku bi awayekî çalak zext li hikûmeta Sûriyeyê bê kirin ku mafên Kurdan qebûl bike.”
Rewşa Rojhilatê Kurdistanê û Federalîzm
Li ser aloziyên navbera Îran, Îsraîl û Amerîkayê, Dr. Kendal Nezan anî ziman ku herêm di bin metirsiya şer de ye. Nezan hêviya xwe anî ziman ku piştî guherîna rejîmê li Îranê, Kurd, Azerî, Fars û gelên din ber bi sîstemeke federal ve biçin û bigihîjin mafên xwe.
Dr. Nezan her weha ragihand ku ew plan dikin di demeke nêz de li Senato û Parlamentoya Fransayê rûniştinên taybet ji bo senator û parlamenteran li dar bixin da ku piştgiriya Fransayê ji bo Kurdan berdewam bibe û hîn xurtir bibe.
/Çavkanî: Rûdaw/











