🔴Bi ser êrişa DYA û Îsraîlê re qada hewayî hat girtin, firokeyên sivîl geştên xwe rawestandin û Îranê bersiv da. Ji ber ku bandoreke giran li ser geştên hewayî yên cîhanî bû, herî kêm heşt welatan, di nav de Îran, Îsraîl, Urdun û Qeter jî hene, qadên xwe yên hewayî girtin.
Êrişên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê û bersivdayîna Tehranê, bûn sedema teqîna tundûtûjiya herêmî û girtina beşekî mezin ji qada hewayî ya Rojhilata Navîn. Ev rewş li seranserê cîhanê deng veda.
Bi destpêkirina şer re, herî kêm heşt welatan ragihandin ku qadên xwe yên hewayî girtine. Di nav van welatan de Îran, Îsraîl, Iraq, Urdun, Qeter, Behreyn, Kuweyt û Emîrtiyên Yekbûyî yên Ereb (EYE) hene. Sûriyê jî da zanîn ku li beşa başûr a li ser sînorê Îsraîlê, qada xwe ya hewayî ji bo 12 saetan girtiye.
Ev girtin piştî êrişên berfireh ên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê pêk hatin; ku Serokê DYA’yê Donald Trump soz dabû ku ew ê pîşesaziya fuzeyan a Îranê serûbin bikin û hêza wê ya deryayî tune bikin. Îranê ku heta berî êrişê derbarê bernameya xwe ya nukleerî de bi DYA’yê re di nava muzakereyan de bû, soz da ku ew ê bersiveke tund bide. Piştî demekê, Îranê dest bi êrişên tolhildanê kir; ne tenê li dijî Îsraîlê, herwiha li dijî gelek welatên Kendavê yên mîna Qeter, Kuweyt, EYE û Behreynê ku mazuvantiya baregehên leşkerî yên Amerîkayê dikin.
Rayedarekî pilebilind ê Îranî ji Al Jazeerayê re axivî û got:
“Hemû hebûn û berjewendiyên Amerîka û Îsraîlê yên li Rojhilata Navîn êdî bûne hedefên rewa. Piştî vê êrişê ti xeta sor nemaye û her tişt mimkun e.”
Ji ber ku qadên hewayî yên Rûsya û Ukraynayê ji ber şer li rûyê gelek firokeyan girtî ne, Rojhilata Navîn ji bo geştên navbera Ewropa û Asyayê bibû rêyeke sereke. Ev krîza nû bû sedem ku firokeyên navneteweyî geştên xwe betal bikin an jî rêyên xwe biguherînin.
Wezareta Veguhastinê ya Rûsyayê ragihand ku firokeyên Rûs geştên xwe yên ber bi Îran û Îsraîlê ve rawestandine. Air India jî diyar kir ku ew ê ji bo demekê bi temamî xwe ji geştên Rojhilata Navîn dûr bixin.
Hinek ji firokeyên din ên ku geştên xwe yên bo herêmê rawestandine ev in: Lufthansa, Air France, Iberia, Wizz Air, Turkish Airlines, Qatar Airways, Virgin Atlantic, KLM, British Airways, Aegean Airlines, Indigo, Japan Airlines û Scandinavian Airlines.
Nûçegihanê Al Jazeerayê Ali Hashem, ji Dohayê ragihand ku êrişa hevpar a DYA û Îsraîlê û bersiva Îranê, bandor li gelek welatên Kendavê kiriye û du şerên “paralel” afirandine, ku ev yek bêîstîkrariyê kûrtir dike.
Hashem got: “Ev rewş dikare krîzê bi temamî bixe asteke wusa aloz û bi hev ve girêdayî ku vê herêmê berê qet tiştekî wusa neditiye.”
/Çavkanî: Aljazeera/











