🔴ROJHILATÊ KURDISTANÊ – Di roja duyem a operasyonên li ser Îranê de (1’ê Adara 2026’an), balafirên şer, mûşek û dronên DYA û Îsraîlê baregehên leşkerî yên li Rojhilatê Kurdistanê bi giranî kirin hedef. Di encama van êrişan de li parêzgehên Urmiye, Kirmaşah, Îlam û Sineyê ziyanên mezin çêbûn û bi dehan efser û leşker hatin kuştin.
Li Urmiyeyê Efserên Payebilind Hatin Kuştin
Li parêzgeha Urmiyeyê, êrişan navendên stratejîk ên Supaya Pasdaran kirin armanc. Li gorî agahiyên fermî:
Leşkergehên “Elmehdî” û “Malikê Eşter” ên li derdora bajêr hatin bombebarankirin.
Li navenda bajêr, avahiyên fermandariya polîsan û parêzvanên sînor bûn hedef.
Fermandariya Polîsan piştrast kir ku di van êrişan de 3 efserên payebilind û leşkerek jiyana xwe ji dest dane.
Li Îlamê Ziyanên Giran: 22 Mirî
Li parêzgeha Îlamê, bi taybetî li bajarê Mêranê, baregeha fermandariya hêzên parêzvanên sînor bi temamî hat rûxandin.
Fermandarê sînor ê Îlamê, Elî Niderxanî, ragihand ku 22 leşker hatine kuştin û 21 kes jî birîndar bûne.
Tevî ku nûçeyên li ser “valakirina bajarê Mêranê” li ser medyaya civakî belav bûn jî, Qaymeqamê Mêranê ev îdia red kirin û diyar kir ku rewş asayî ye.
Biryargeha Necefê Eşref a Kirmaşahê Hat Lêdan
Li nêzîkî bajarê Kirmaşahê, Baregeha “Necefê Eşref” a Supaya Pasdaran ku navenda kordînasyona çalakiyên leşkerî yên herêmê ye, bû hedefa mûşekan. Hat diyarkirin ku ev biryargeh di rêvebirina tevgerên leşkerî yên parêzgehê de roleke sereke dileyize.
Li Sineyê Malên Fermandaran Bûn Target
Li parêzgeha Sineyê, bi taybetî li bajarê Dîwandereyê, êriş ne tenê li ser leşkergehan, lê li ser xaniyên fermandarên Supaya Pasdaran jî pêk hatin. Her çend medyaya fermî ya Îranê ev nûçe belav kiribe jî, heta niha derbarê hejmara kuştî û birîndaran de daxuyaniyeke zelal nehatiye dayîn.
/Çavkanî: RW/










