Pirtûka Abdurrahman Önen ya bi navê “Erdnîgarîya Kurdistanê-V: Çewlîk” ji Weşanxaneya Weqfa İsmail Beşikci der çû. Pirtûk berdewama rêzeya pirtûkên bi navê “Erdnîgarîya Kurdistanê” ye. Berî vê pirtûka erdnîgariya Çewlîkê, pirtûkên der barê ernîgariya bajarên Agirî, Wan, Bedlîs û Mûşê de jî hatibûn weşandin.
Erdnîgariya Kurdistanê ku bi xweşikahiya siruşta xwe û dewlemendiyên xwe yên sererd û binerd tê zanîn, heta niha ji hêla Kurdan ve bi qasî ku heq dike nebûye mijara xebatên lêkolînî û danasînî. Abdurrahman Önen ku bi armanca jiholêrakirina vê kêmasiyê dest bi xebata erdnîgariya Kurdistanê kiribû, digel xebatên xwe yên teorik bi salan gund bi gund, bajar bi bajar li Kurdistanê geriyabû û der barê erdnîgariya wê de agahiyên gelek hêja berhev kiribû. Heta niha ji berhemên Önen yên derbarê Agirî, Wan, Bedlîs û Mûşê de hatibûn weşandin, niha jî berhema derbarê Ernîgariya Çewlîkê de, ji hêla Weqfa İsmail Beşikci ve hate weşandin.
Di vê berhema bi navê “Erdnîgarîya Kurdistanê-V: Çewlîk” de ev agahî hene: Navên mezre, gund û navçeyên Çewlîkê yên Kurdî û Tirkî; navên çem, gol, çiya, deşt, zozan û hwd yên Çewlikê û hejmara nifûsê; ya muhîmtir jî nexşeyên fizîkî yên ernîgariya Çewlîkê di vê xebatê de jî hatine dayîn.
Pirtûka ku bi dehan wêneyên sirûşta xweşik a Çewlîkê tê de cih digirin, wek pirtûkên rêzeyê yên berê rengîn û bi cildek taybet hatiye çapkirin.
Weke encam xebata mamoste Önen bi qasî naveroka xwe, bi çîroka li dû xwe jî gelek muhîm e. Rêzdar Önen, bi xeyala ku zarokên Kurdan bi zimanê xwe dersa erdnîgariyê bixwînin, dest bi vî karî kiribû. Heta niha Agirî, Wan, Bedlîs, Mûş niha jî Çewlîg hat çap kirin. Dêrsim, Mêrdîn û Amed jî wê di demen pêş de werin çap kirin. Mixabin xebata der barê bajarên Kurdan ên din de nebû nesîb û mamosteyê hêja di Tebaxa 2021ê de ji nav me koç kir.
Abdurrahman Önen kî ye?
Ji navçeya Dêrika Çîyayê Mazî ya Mêrdînê ye. Di 24.02.1956an de hatîye dinê. Dibistana seretayî û navendî li Dêrikê, ya amadeyî (lîse) li Mêrdînê, zanîngeh li Stenbolê xwendîye.
Di payîza sala 1980yî de, li Midyadê dest bi mamostetîya erdnîgarîyê kirîye. Piştî deh mehan, ji ber hin sedemên sîyasî dev ji mamostetîyê berdaye.
Di sala 1984an de, cardin li mamostetîyê vegerîyaye. Heta sala 2008an li Stenbolê li gelek dibistanan mamostetîya erdnîgarîyê kirîye û di sala 2008an de malnişîn (teqawid) bûye.
Çend salan mamostetîya dersa Kurmancî û dersa kompîturê jî kirîye.
Di di sala 2008an de pirtûka wî ya bi navê Ferhenga Erdnîgarîyê hatîye weşandin. Ji sala 2013an heta sala 2019’an gera xwe ya li Kurdistanê domandîye û li ser erdnîgarîya Kurdistanê lêkolîneke dorfireh kiriye. Di encama vê lêkolînê de li ser erdnîgarîya heşt bajarên Kurdistanê pirtûk amade kirine. Pirtûkên li ser erdnîgarîya Agirî, Wan, Mûş û Bedlîsê çap bûne. Niha jî pirtûka li ser erdnîgarîya Çewlîkê li ber destê we ye. Pirtûkên der heqê bajarên Dêrsim, Mêrdîn û Amedê jî ji bo çapê amade ne.
Abdurrahman Önen di Tebaxa 2021ê de ji ber nexweşîya pençeşêrê jîyana xwe ji dest da.