*Ji bo biskên Mahsa Amînî
Nûredîn Ûsif (Zaza), sala 1941î de di kovara Hawarê de çîrokeke nivisîye, bi sernavê “Hevîna Perîxanê”. Fanon di sala 1959an de bi navê “Anatomîya Serxwebûna Şerê Cezayîrê” kitêbeke nivisîye. Çîrokê de serî heta binî kirde(aktor) jin e. Di kitêba Fanon de jin, carna dikeve nava mijarê. Lê dîsa jî mijar eynî ye: “jin, tekoşîn û azadîya welat”.
Di vê nivîsê de dixwazim li ser herdu teksta bisekinim. Zaza ji bo jinên Kurd, tekoşîna jinên Kurd çi dibêje? Fanon bo jinên polîtîk yên Cezayîrê çi dibêje? Cudahîya nêrînên wan, nêzikbûna fikrên wan bi şêwazeke rexneyî dixwazim binirxînim. Ji ber ku herdu text di tarîxa gelên bindest de ciheke sereke digire û têra xwe dîrokî ye.
Bi ya min çîroka Zaza ne tenê bi naveroka xwe, di alîyê “dîroka xwe ya zû” de jî baldarîyeke taybet heq dike. Tê zanîn ku di sala 1941ê de ne tekoşîna Kurda, ne jî li rûyê dinyayê tekoşîna gelê bindest bi jin û polîtîkbûna jinan re eleqedar e. Di vê mijarê de hemû kes ker û lal bû. Jixwe di nava civata Kurdan de deng û behsa îdeolojîyên femînîst xuya nedikir. Heta Celadet di hawarê de bi hişmendîyeke ataerkîl behsa statuya jinan dianî ziman. Pirî caran digot, belê rola jinan di nav civat û polîtîkayê de heye. Di fikra Celadet de jin her çiqas di jîyana rojane û civata polîtîk de domînant be jî kirdeyeke(aktoreke) veşartî ye.
Çîroka Zaza bi her awayê hişmendiyeke nû dide pêşîya Kurda û her wiha miletên bindest. Zaza, jinê bi tena serê xwe faileke modern difikire û bi vê awayê qasê bîst sal pêşîya Fanon jinê dike wezîfedareke berxwedanê. Jin êdî bingeha sîyaset û ya azadîyê ye. Bi vê rengê ev çîrok di dîroka miletê bindest de hewldaneke nû, ramaneke dîrokîye jî. Ne tenê di beşa teorîya gelê bindest de di beşa wêjeyê de jî ev çîrok fikreke nû û şoreşgeriyeke sereke ye. Wek mînak di Çîroka Gefo û Zizê de Celadet, rola jinê xebata navmalî, bi perwerdehîya lawan re formule dike. Di edebîyata Afrîkayê de jî rola jinê kêm-zêde wî demê bi vê rengê dimeşîya. Romanên Ngugî heta yên Achebe û yên din de jî jin li paş mêran xebatê dikin, dibe evîna mêrên şoreşger û carna ruyê bedewbûna jinan de karakterên doza welat dikin, dikeve nav dudilî ye jî.
Her wiha çîrok wek peyva Marx, di her alîyê de parzemîneke nû ye ji bo gelê bindest û ji bo fikra jintîyê. Helbet nivîskar jin buya, mirov dikarîbû bigota ev çîrok kevirê ewil yê bingeha femînizma Kurda ye jî.
Divê tam di vê astê da nakokîya vê meseleyê jî were gotin. Ji ber ku nivîskar mêr e, dîsa naveroka çîrokê de Perîxanê bavê wê, yanê mêr perwerde dike sekneke ataerkîlî jî dihundirîne. Yanê mêr wî wezîfedar dike û mêr wî dike ser hişmendiyeke fikra azadîyê. Lê dîsa jî Perîxan diçe dibistanê, xwendinê xilas dike, biryara çalakîyê bixwe dide. Tenê bi serê xwe ev biryardayîn ji bo azadîya jinan hewladaneke şoreşgerîyê ye. Jixwe Fanon jî dibêje ji asteke din şûnve lazim e di zîhnîyeta pevçûnê de guhertin çê be. Guhertineke şoreşger Zaza dixe bîra Kurdayetîyê.
Li alîyê din çîrok di 1907de derbas dibe. Çima 1907? Wek tê zanîn ev sal dawîya îstîbdata Osmanîyan e. Wer xûya dike ku, li gor Zaza dema zilm êdî nayê kişandin, ji ber zilmê çav çava nabîne, wî demê tundîya polîtîk lazim e. Ji bo vê yekê ev çalakî di 1908de nehate lidarxistin, lewra meşrutîyet hate îlankirin û di vê rejîma nû de amûr û derfetên cuda derketin holê. Di hişmendîya Zaza de çalakîyên tund fikra herî dawiyê ye.
Çîrokê de Perîxan xwedîyê hişmendîyeke taybet e. Ev hişmendî, evîna welat e. Ev hişmendî ne tenê hestîyarîyeke gelerî ye, modern e û bivênevê bi perwerdê re girêdayî ye. Perîxanê fikra evîna welat ji bavê xwe girtîye, lê belê ji Ehmedê Xanî jî girtîye. Perwerdehîya bi vê rengê cudatî dike nava Fanon û Zaza. Ji ber ku di pirtûka Fanon de keç, fêrbûna berxwedana welat ne ji bav digre ne jî ji çavkanîyên edebî û gelerî digire. Keçên Cezayîrê bê dilê bavê xwe hereket dikin û diçin di nava refên partîyê de dibin xwedîyê hişmendiyeke azad. Lê Zaza bi vê awayê nafikire. Jixwe wê demê hîn rexistinên Kurda xurt ne bû. Ya duyem jî Zaza, wek hostayê mezin Xanî difikire. Yanê dibeje heger derfet qet nîn be jî divê mirov bixwe xwe hînê tiştan bike, yani bi peyva Xanî, xodrestebûn mumkîn e. Teorîya Fanon de şûna xwehînbunîyê de perwerda partîyê muhîm e. Lê heger ev derfeta tune be, wê demê kolan dibin dibistan bo jinên şoreşger.
Çavkanîyên kurdayetîya Perîxanê didu ne. Di warê pratîkê de perwerdeya Bavê Perixanê Mûsa Begê û di warê teorîyê de jî “Memozîna” Ehmedî Xanî roleke girîng dilîze. Mûsa Beg xwedîyê statuyeke civakî ye, beg e, dewlemend e, heta bi gotina Zaza, Musa beg “civateke veşartî digerand”. Tevî van tiştan jî Mûsa Beg “miletperwereke hêja” bû. Wer xûya dike ku wî demê kurdayetî ne karê belengazan bû, kurdayetî wî demê hîn jî milkê begleran bû ye. Armanca Mûsa Beg, “yan serxwebûn yan mirin e”. Her wiha li gor vê prensîbê keça xwe perwerde dike. Mûsa Beg qedera keça xwe, qedera welatê xwe ve gire dide. Yanê bi kurtasî Mûsa Beg ji keça xwe re (tola) Kurdistanê wesîyet dike. Di warê teorîyê de jî sê çavkanîyên Perixanê xûya dikin: Memozîn, Tarix û Coxrafyaya Kurda.
Mamafîh Zaza tişteke gelek watedar piştguh dike. Fanon rizgarîya Cezayîrê bi rizgarîya jinê ve girê dide û dibêje, azadîya gelê Cezayîrê, azadîya jinên Cezayîrê ye. Yanê qedera Cezayîr û ya jinan wekhev formule dike. Û dawîya dawîn de jî bi vê awayê jinên Cezayîrê tarixa xwe bixwe çêdikin û dizivire dîrokê. Gelo çima Zaza ev formulasyona stratejik ya şoreşger nefikirîye? Rastî di rihê çîrokê de mirov dikare vê formulasyonê bibîne, lê dîsa jî Zaza ev ne anîye ziman. Ev kêmasîyeke gelek girîng e.
Çernîşevskî di romana xwe ya meşhur da dibêje “zanîn me xilas dike”, Celadet di hejmara yekem ya Hawarê de dibêje “zanîn xwe nasîn e”. Tê xuyakirin ku, hukmê zanînê heta cihekê ye. Ji bo Zaza belê zanîn xwe nasîn e, lê têra xilasîyê nake. Ji bo vuslata evîndarîyê, ji bo xilasa welat teqîn lazim e. Rastî di muktesebata Celadet de ji bo serxwebûnê qelem jî lazim e, şûr jî lazim e. Qelem nakuje, şûr naafirîne. Le bo Celadet herdu amûr jî bo mêra ne. Ferqa Zaza ew e ku, şûr dide destê jina jî. Di vir de ya herî balkêş ew e ku, Perîxan şîna bavê xwe di kitêbxana bavê xwe de dikşîne. Celadet jî şîna gelê xwe li kitêbxanê de dikişand û xencerâ wî jî li vir veşartî bû.
Frekansê Zaza û Fanon di warê tundîya polîtîk de hevdu baş digirin. Zaza jî wek Fanon gotibu tundîya dagirkerî ancax bi tundîya mezintir ya dijdagirkerîyê şûnde dikeve. Stratejîya Fanon bi vê rengê dişibe stratejîya Zaza. Lê dîsa jî bi teqîna bombê Perîxan, nagihêje miradê xwe, vuslat nabe. Perîxan wek qewlê tesewufê di miradê xwe de winda dibe. (Fenafillah) Feqet tê xuyakirin ku Zaza, di çîrokê de dekolonîzasyona Kurda bi şûr ve girê dide. Bi awayeke dibêje, “jin, mirin, serxwebûn.”
Li alîyê din di çalakîya teqîn ya Perîxanê de du tişten din hene. Ya yekem, ev teqîn helbet motîvasyona xwe ji evîna welat digire. Lê kuştina bavê Perîxane jî di çîrokê de mijareke girîng e. Mirov dikare bêje bandora doza xwînê-heyfa bavê jî li Perîxanê tesîr dike û bi vê motîvasyona gelerî jî teqin plan kirîye. Jixwe Perixan wiha diaxive: “divêt ez tola wî û tola welêt rakim”. Tam di vir de pirseke giring: gelo birayê Perîxanê hebûya dîsa jî ew diket nava van hewldanan? Çîroka Zaza de birayê Perîxanê tune ye û bavê Perîxanê ji ber vê sedemê keça xwe wek mêr perwerde kirîye. Ya duyem Butler mafdar e. Rastî jî li ser biryardayîna çalakîyeke tundî ya herî muhîm ew e ku divê yên zirar dîtîye xwedîyê biryarê be. Yanê biryara heyfgirtinê jî, biryara sulhê ji divê mirovên madûn bide. Her wiha di çîrokê de bavê Perîxanê hatîye kuştin û Perîxan heyfa bavê xwe û tola welat dike yek. Feqet dîsa jî divê em tespîta Fanon ji bîr nekin: tenê ne berxwedan û çalakîyên gelên bindest, îradeya hebûna gelên bindest jî pirî caran motivasyona xwe, ji projeyên dagirkeran siud digire.
Di muhtevaya çîrokê de mijareke gelek girîng jî “kîn û nifret” e. Bi peyvên Zaza: “Lê Perîxanê dile xwe zû biz û hênik ne dikir: di wê de ji navê “romî” û ji romîyan re kîneke venekuştî, kûr û bêpayan hebû”. Helbet dema bavê mirov hate kuştin, dinya xira dibe, mirov bê per û bask dimîne. Heger bavê keçeke were kuştin, bo keça dilşewat qiyamet e êdî. Lê di çîrokê de dema Perîxanê qala hestên xwe yên nefretê dike hîn hay ji kuştina bavê xwe tune ye. Welew kî hebe jî gelo derûnîya nefretê normal e? Sedema nefreta Perîxanê wer xûya dike ku pergala dagirkerîya romîyan e. Nefret wek Fanon jî behs dike semptoma nexweşîyekê ye. Belê hêrsbûn çîrûskeke şoreşgerîyê ye, lê kîn û nefret elametê jehrîyê ye.
Dibe ku ferdên gelê bindest ji pergala kolonyalîzmê nefret bike, lê nefretkirina gelê serdest bixwe pirsgirêk e. Ya rastî nefret bi tena serê xwe seknek dij-kolonyal nîne. Nefret jehra dij-kolonyalîzmê ye. Tundîya ji nefretê peyda dibe pirî caran nihîlîst e û xwedîyê tundîyê jî bêtaqet dihêle. Sartre di vê astê de neheq e û ev tundîtî derman nîne, jehr e.
Gelo çîrok bo azadî û mafên jinan çi tîne ziman? Nivîskar qiseyê tîne ser evîna Perîxanê û wiha dipeyîve: “Perîxan dilketîya armanca bavê xwe bû, dilketiya serbestîya miletê xwe, dilketîya serxwebûna welatê xwe bû.” Gelo Perîxan bo xwe, bo jinan çi dixwaze? Ne dîyar e û di çîrokê de valahîyek gelek bi wate di vir de veşartî ye. Jin bi temamî nebe jî dîsa alîgirê mêran e, bo xeyalên mêra xwe diavêje nava agir. Jin dîsa xwedîyê xeyalên xwe nîne û ji bo xwe tişteke nafikire.
Xulase Zaza bîst sal pêşîya Fanon dîtîye ku, heger jin bo welat rabe ser pîya him pergala dagirkerîyê tê pelçiqandin, him jî jin bo azadîya xwe jî li xwe xwedî derdikevin. Fanon ancax bîst sal şûnde ev tespîtên krîtik anîye ziman. Her wiha Zaza daye zanîn ku, heger di civateke de jin biguhere, wê mêr jî biguhere, civat biguhere, pergala dagirkerîyê biguhere. Van salên dawîyê de têkoşîna jinên kurd wek destan ketîye rojeva rojhilata navîn. Ji femînîzma Ewropayê cudatir, îdeolojîya jinên Kurd azadîya welat û ya jinên bindest wek hev digire û ji serî heta binî gelê bindest nû ve perwerde dike. Ji bo biskê xwe dinyayê dihecîne, ji porê wan şoreş dibare.