Ger xwendina kitêbekê derîyekî veke, xwendina çend kitêban çend derîyan bi hev re vedikin. Vê dawîyê kitêba Hesenê Metê Labîrenta Cinan [1], kitêba Marquez Aşk ve Öbür Cinler [2] û kitêba Cheikh Hamidou Kane Mahrem Macera [3] bi hev re dixwînim. Her sê kitêb jî behsa taybetmendî û nexweşîyên civatên bindest dikin, ev her sê kitêb jî di cihoka xwendin, metafizîk û bîyo-polîtîkayê de diherikin.
Herwiha, muqayeseya metnên gelên bindest, ji alîyekî ve îlhambexş in, lê li alîyê din muqayeseyên bi vî rengî kêmasî û derengmayînên civatan jî derdixin holê. Gava em romana Hesenê Metê, bi muqayeseya romana C.H. Kane dixwînin, em dibînin ku di warê xwendin û felsefeya perwerdehîyê de, di navbera nivîskarên kurd û yên Afrîkayê de ferqeke muezem heye. Ya duyem gava em romana Marquez û ya Metê didin ber hev, dîsa em dibînin ku ji hêla estetîka realîzma efsûnî ve, di navbera nivîskarên me û yên Amerîkaya Latinî de cardin ferqek mezin heye. Çima gelo? Edebîyata me çima pirê caran bê sud e?
Labîrenta dagirkeran
Gava min metna Metê xwend û xilas kir, ya rastî tehmeke ronakgerî û kemalîst li ser zimanê min rûnişt. Divê ez li du vê tehmê bikevim, çimkî ev tehm ji çend alîyan ve bi jehr e.
Ne tenê xwendayên kemalîstan, çepgirên dinyayê jî, gundîtîyê wekî problemeke mezin dibînin. Du mînak: Marx di metneke xwe de digot ha gundîyek ha çewalekî kartolan. Û lê zêde dikir û digot gundî nikarin xwe temsîl bikin divê werin temsîlkirin. [4] Di romana xwe Yabanê de, Yakup Kadri wiha behsa gundîtîyê dikir: “ev gund ku ji serî heta binî dişibe xerabeyên Hitîtan, çi ferqa insanên vî gundî ji wan peykeran heye ku bi sedan salan e di binê erdê de veşartî û şikandî ne? [5]” Ne tenê romanên tirkan, helbestên wan jî dijminatîyeke dijwar li hemberî gundîyan dikin. Serenavê helbesta Şukru Erbaş wiha ye: Çima kuştina gundîyan pêwîst e? û dewam dike: Ji ber ku /…./ bûdela, qebe, hîlebaz in/…./ ji ber ku ew li jina xwe dixin/…/ li mala wan kitêb, muzîk û resim tune/ tu caran diranên xwe firçe nakin…” [6]
Halbûkî bi saya lêkolînên Marc Bloch û Eugene Weber, îroj em baştir dizanin ku heta şerê cihanê jî, Fransa ne welatekî bajarî bû, kultura gundan û taşrayê li nava Parisê jî eyan bû. Li alîyê din her gund û her herem bi devokekê diaxivî û ji ber vê yekê zimanê Fransî heta şerê cîhanê ne zimanekî netewî bû. Bi saya modernîzm, febrîqe, sanayî, rê, mekteb û herwiha tevdîra şerê yekem tesîra gundîtîyê bi şûn ve ket û bajarîbûn kemilî. [7]
Di bin sîya van mînakan de em vegerin ser metna Metê ka jîyana gundan çawa teswîr kirîye. Li gor Metê gund meskenekî sade ye, keleha sabiteyê ye, qedexekirina guhertinê ye û saeteke bêpîl e. Gund ava goleke bînokî ye, kî devê xwe bike vê avê nexweş dikeve. Weke em zanin qerekterên romanê, mamoste Kevanot kesekî bajarî ye û bi vê bajarîya xwe dildarê keçeke koçer e. Nizanim çima oryantalîzmeke tehl li zimanê mamoste Kevanot dipiçike û dildara xwe weke gîhayekî egzotîk dibîne: “…hemû tiştên ku ez dizanim, jê re bi lêv bikim û jê re bibim alîkar, bila têbigêhîje, bila fêrî jîyana şaristanîyê bibe û bila bi awayekî şareza ji jîyanê bitahmije..” Ma ev e zimanê dildarîyê? Helbet na, ev ziman zimanê John Rolf e. Ev zimanê spî, zimanê dergîsê Pocahontasê ye. Rolf jî ji bo dergîsa xwe wisa difikirî, dilşewat bû dixwest dergîsa xwe fêrî jîyana Londonê bike. Çima zimanê mêrekî kurd li hemberî dergîsa xwe ya koçer/gundî dişibe ingîlîzan? Çavkanîya vê self-kolonyalîzmê çi ye? Mêrekî kurd gava bibe xwenda û bajarî çima dewa efendîtîyê dike?
Li ser gunditîyê jî carna atmosfera romanê, edebîyata kemalîzmê dixe bîra me. Wiha dibêje mamoste Kevanot bo gundîyan: “ Lê… nezan in, korfam in. Serê wan hişk û hişê wan zû bi zû di ber tiştan de naçe.” Herwiha dewam dike, “ne tenê mamosteyê zarokên wan, herweha ez ê mamostetîyê ji wan re jî bikim”. [8] Dawîya romanê de jî mamoste, dilê xwe li gundîyan rihet dike: “Hûn çiqas ehmeq in, ….rebenên Xwedê, ehmeqên Xwedê….” [9] Çima, sedem? Ew gundîyên mamoste jê behs dike nêzikî du sed sal in li dijî dagirkerîyê li ber xwe didin, van gundîyan ji çil caran zêdetir serî hildaye. Ev gundî bûne keleha zimanê kurdan. Heta gava ev kitêb di sala 1994an de çap dibe, wê demê li seranserê welatî serhildan bû, gundîyan dewa heqê xwe dikir, doza welatekî serbixwe dikir, ji bo doza xwe li zîndana îşkence didît, bi hezaran ji wan failî-meçhul hatin kuştin û mezelê wan tunene.
Ya rastî dîroka gundên kurdan naşibe gundên tirkan û herwiha dagirkerên din. Gundîyên kurdan herçiqas bi alfabe û zimanê modern ne axivîbin jî xwedî xwestekên dij-kolonyal bûn. Sekna wan ya li dijî otorîteyên bîyanîyan, kakilên antî-kolonyalîzmê dihewandin. Nedixwestin bikevin binê nîrê bîyanîyan.[10] Careke Hobsbawm gotibû, gundî herçiqas bi terzekî modern nikaribin bînin ziman jî ew xwedîyê seknekê ne û naxwazin li bin zilm û zorîyê bijîn. [11]
Li alîyê din, helbet krîz hetta nexweşîyên gundên kurdan hene û zêde ne. Feqet çavkanîyên van krîz an nexweşîyan divê werin nîqaşkirin. Tenê yek mînak: Omer Lutfî Barkan di kitêba xwe ya girîng de behsa teknîka kolonîzekirina Osmanîyan (tirkan) dikir û digot, gava arteşa Osmanîyan diket heremekê, dest danîn ser bajar û gundan, xelkên wir dikirin der, ber bi çîya ve dişandin û bi vî awayî herem ji nû ve ava dikirin.[12] Ev teknîka kolonîzasyonê li ser gundên kurdan jî hate tetbîqkirin, ekolojî û demografîya gundan tarumar kirin. Ji ber van tiştan bîyo-tarîxa gundên turdan taybet e, gava mijar hate ser gundên kurdan divê ev taybetmendî berî her tiştî bikeve bîra me hemûyan. Xulase gundên Kurdan ev sed sal in di binê bindestîyeke xedar da ne, helbet krîza gundan kûr e, helbet nexweşî li bedena wan danîye, helbet bi cinan ketîye. Lê cinên wan ne cinên Silêman pêxember in, ne jî cinên Metê behs dike ew in. Ji ber van babetan ya em jê behs dikin ne labîrenta cinan e, labîrenta dagirkeran e.
Labîrenta xwendinê
Mirov bi dilrihetî dikare bêje xwendin bo gelê bindest pirê caran asaya destê Musa bi xwe ye, sêhr e, rêya azadîyê temsîl dike. Zanayên bindestan ji xwe bawer dibêjin, ne şîddeta dagirkeran, zanîna dagirkeran em kirine kole. Ger realîte ev be, çareserî jî ev e: zarokên me bila herin mektebên dagirkeran, ew zanîna ku ew kirine efendî, bila ji me re bîne û em bi vê zanînê ji bindestîya dagirkeran rizgar bibin. Baş e, dagirker çima mifteya zindanê bide bindestan? Çima sêhra efendîbûnê bi koleyên xwe re parve bike? Sedem?
Mamoste Kevanot kurd e, bajarî ye, mielim e. Tayîna wî derdikeve û diçe gundekî kurdan, gundekî dînan. Gava gundî dibînin mamosteyê wan ê nû bi “zimanê malê” [13] dipeyîve dilxweş dibin. Tiştên em bo Kevanot dizanin kêm in, yên em nizanin zêdetir in. Kevanot ji ku ye, li ku xwendîye, kîjan beş xwendîye, ji çi hez dike, çima bûye mamoste, dixwaze bi mamostetîyê çi bike, fikrên wî yên sîyasî çî ne, em yekcar nizanin. Ewqas tarîbûn bo romanekê normal e gelo?
Lê dîsa jî wer xuyaye ku mamoste mirovekî îdelalîst e, li gundî trafoya ronakgerîyê temsîl dike, dixwaze ronahîyê bide gund/îyan. Loma dibêje “ne tenê mamosteyê zarokê wan, herweha ez ê mamostetîyê ji wan re jî bikim” [14]. Çima mamosteyekî bindest xwe bi kombîna Kant dinixîmîne, çima jîyana gund,, jîyaneke tarî û nekemilî dibîne, çima mixatabê vê îdealizmê tim gundî ne, û ne bajarî ne?
Baş e mamoste dixwaze gundîyan çawa û li ser kîjan kodan perwerde bike? Ne dîyar e, em ne fikr û ramanên mamoste yên politîk dizanin, ne jî em dizanin mamoste dixwaze gundî û zarokên wan li ser kîjan esasî perwerde bike. Hetta em nizanin mamoste di mektebê de bi kîjan zimanê dersê dide. Ger yekê bîyanî vê romanê bixwîne, wê bibije kurd serbixwe ye, perwerdeya kurdî tê dayîn, heta mekteb jî ya kurdan e. Di romanê de yekcar ders tune, kitêb tune, mijara perwerdeyê tune, di mektebê de çi ders tê dayîn em qet nizanin, çi kitêb tê xwendin nizanin. Mamoste Kevanot weke mielimekî bêders e, pêxemberekî bêummet e, zerduştekî bêkitêb e. Di jîyana wî ya mielimtîyê de lojman heye, mekteb heye, xwendevan heye, lîstik heye, lê perwerde, kitêb û naveroka perwerdeyê tune.
Rastî jî di vir de problemeke mezin xwe dide der: ev problem bindestîya kurdan e. Lê ev problem xuyaye ne problema mamoste ye, mamoste li dû tiştên civaka rojane ye û li dû orf û edetên gundîyan, bi gotina wî li dû “nexweşîyên gunditîyê” dikeve.
Cara ewil, gava mamoste û gundî li ser perwerdeya zarokan diaxivin, mamoste dev ji zarokan ber dide, dixwaze dê û bavên zarokan perwerde bike. Hesap ji wan dipirse, dixwaze fêr bibe ku çawa û çima zarokên wan destê xwe dike qula dîwaran, çima zarokên wan kusîyan dikujin, çima nêçîra beqan dikin? Ger kesek nizanîbe wê bibêje, ev gund, gundekî ekolojîk e, mamoste jî bo dersên ekolojîyê hatîye vî gundî. Ma ev e rola mamosteyên bindestan, rola perwerdehîyê?
Di vê astê de em berê xwe bidin kitêba nivîskarê senegalî C. H. Kane û em bibînin ka bindestên Afrikî çawa û li ser kîjan esasî li perwerdehîyê û mektebê dinêrin. Ev roman di serî de bi muqayeseya perwerdeya bindestan û ya alternatîf ya serdestan hatîye honandin, lê perwerdeya esas ya gelên bindest e. Çima ev perwerdeya navmalî têrê nake, çima ev zanîn gelê bindest xelas nake? Rojeva romanê û ya nivîskar ev e. Herwiha behsa avantajên ziman û zanîna serdestan tê kirin, ev behskirin jî bi zimanê şikbar û pragmatîst tên kirin helbet. Şandina zarokan ya mektebên bîyanîyan, tê muzakerekirin, hinek dibêjin em bişînin da ku ji bo inşaat û aborîyê fêde bide me, qet nebe sibê wê zikê me têr bibe. Yên dijberîya vê tiştê difikirin jî, dibêjin ma em heysîyata xwe bi peran bifroşin? Feqet di meseleya zanîn û perwerdehîya bîyanîyan de mijar tê li felsefeya perwerdehîyê dipiçike û giran dibe. Ev pirsa di romanê de tê minaqeşekirin bo me gelek gelek girîng e û ferqek mezin ya romanên Afrîka û yên romanên me jî derdixe holê. Pirs ev e: “…feqet (zarok) gava zanîna nû hîn dibin, wê çend tiştên zanîna me ji bîr bikin. Gelo ma ew tiştên nû hîn dibin, dikarin bikevin şûna tiştên jibîrkirî? Ez ê ji we bipirsim: Gelo ma mirov heta tiştekî ji bîr neke, dikare tiştekî din hîn bibe? Gelo ew tiştên ku ez nû fêr bûme û yên ku min ji bîr kirine, qîmetê wan yek e, ma li ber dikeve ji bo tiştên nû yên kevin ji bîr bikim? 15]
Di romanê de gundîyên Afrikî, mamosteyên serdestan û mektebên wan, destpêkirina şerekî nû dinirxînin û gava mijar tê ser şandina zarokan û van mekteban jî, konteks gelek girîng dibe. Ev niqaş û pêvajoya biryarê weke “jihişçûyîn” yanê “dewx” tê penasekirin. [16] Dawîya dawîn de mecbur dibin zarokên xwe dişînin feqet dîsa jî haya wan heye ku top û tifenga bîyanîyan bi qirşunê, bedenê mehv dike, mekteb jî bi sêhra xwe rihên wan mehv dike. [17]
Gava mirov armanc û niqaşên mamoste Kevanot û malbata Samba Diallo dide ber hev mirov matmayî dimîne û naxwaze mijarê dirêj bike. Tu haya mamoste Kevanot bi kolonîzekirinê, bi mekteba bîyanîyan, bi felesefeya perwerdeya serdestan tune. Ji ber van sedeman mirov dikare bibêje mamoste Kevanot, di îdealîzma mamostetîyê de û di hêla hişmendîya rojane de dişibe mamosteyê Ferit Edgu, Hakkaride bir Mevsim. Hetta xîreta mamosteyê Edgu nexweşîyên gundîyan qebûl nake, dilekçe li ser dilekçeyê ji navêndê re dinivîse û doxtoran dixwaze. Ya rastî mamoste Kevanot vê tiştê jî nake.
Vivek Chibber di kitêba xwe de pirseke gelek muhîm dipirse: “bê teqlîdkirina taybetîyên modernîteyê, gelo çima tarîxên alternatîf yên gelên mêtingeh tune? [18] Ev pirs rastî jî gelek qîmetdar e. Kanon û hişmendîya ronakgerîyê zêdetir di nav xwendayê kurdan de cih girtîye. Pirê xwendayên me gava berê xwe didin welatî, yan li Enqereyê yan jî li Parisê li welatî mêze dike. Her yekî ji wan dibe Kantê biçûk û dixwazin ronahîya serdestan bide gelê xwe, dixwazin bibin lampeyê “muasır medenîyetê”.
Labîrenta realizma efsûnî
Min di nivîsekê de bi dirêjî behsa realîzma efsûnî ya nivîskarên kurdan kiribû. Realîzma efsûnî ya bindestan zêdetir tewandina realîzma serdestan e. Taybet jî Marquez di romanên xwe de, vê formê bi serkeftî bi kar tîne. Lê di romanên me de pirê caran realîzma efsûnî di konteksteke din de tê şixulandin. Romanên me gava dest diavêjin realîzma efsûnî, realîzma serdestên xwe natewînin, realîzma gelê xwe ditewînin. Loma mirov dikare bêje, ev ne realîzma efsûnî ye, efsûnîya realîteyê ye. Gelo tewandina realîzma gelên bindest tê çi maneyê?
Helbet divê mirov li dijî civaka kevn û koledar, çavvekirî û rexnegir be, jixwe divê realîteya koletîyê serobin bibe. Loma tewandina vê realîzmê ne mumkîn e, divê were şikestin. Lê tewandina realîzma gelên bindest pirê caran di cihoka self-oryantalîzmê de diherike. Ev roman jî bi vî rengî ye. Nivîskar atmosfera romana xwe li gundekî nenormal li dar dixe, gundîyan bi nexweşîya cinan terîf dike, aktivîteyên paranormal nîşanî me dide. Feqet di vir de du pirsgirêkên mezin hene. Ya yekem realîzma efsûnî ya romana Metê ne politîk e, civakî ye û kulturî ye. Ya rast, di romanên civakên mêtingeh de realîzma efsûnî gava der-politîk be roman pirê caran dibe cureyekî folklorê. Ya duduyan baş e gund çima nexweş e, çima bi cinan ketîye?
Carekê Girard gava behsa atmosfera romanan dikir, digot, metafîzîk carna binerd e. Ji dîroka gundên kurdan, em dizanin ku gundên kurdan binerd in, binerdên mijarên metafîzîkê û rihê kurdayetîyê ne. Jixwe haya Girard jî bi vê realîteyê heye, binerdbûna bi vî rengî heqîqeta metafizikê jî vacî dike. [19] Ya rastî Metê jî gund weke binerdên metafizikê teswîr dike. Feqet bi şêweyekî antî-politîk û folklorîk teswîr dike. Halbukî pirê caran Fanon gundan weke keleha şoreşgerîyê penase dike. Di hevpeyvîneke xwe de Metê behsa jîyana gund, behsa serpehatîyên jîyana xwe dike. [20] Gava dibe duwanzdeh salî li ber çavê Metê birayê wî tê kuştin, kujer dîn e, îhtimaleke mezin dînekî gundî ye. Loma gundîtî û dînbûn bo nivîskar xuya ye dişibin hev, qet nebe rasyonalîteya her duyan dişibin hev.
Li ser vê esasê mirov dikare analîzên psîkolojîyê bike. Lê kîjan psîkolojî? Ger welatek mêtingeh be, helbet insanê vî welatî di binê nîrê serdestan da hişê xwe winda dike, normal e. Kolonîzasyon berî her tiştî bi hişê bindestan dilehîze, mirovên hatina kolonîzekiri nexweş dixe, paşê jî serdestan nexweş dixe. Bi saya xebatên Michel Foucault yên li ser dîntîyê em iroj baş dizanin ku teqez tenduristîya civatê bi deshilatdarîyê ve girê daye. Deshilatdarîya modern sax jî dike, dîn jî dike. Heta di gotareke xwe de dibêje “beden mala bîyo-polîtîkayê ye, tıp stratejîya bîyopolîtikayê ye”. [21] Welhasil di xebatê xwe de Foucault nîşanî me dide ku “jîyana modern, jîyaneke tibbîkirinê ye”.
Li alîyê din li gor nivîskarên kitêba Medicine and Colonial İdenty tib amurekî kolonîzasyonê yê sereke ye. Herwiha Shula Marks jî di gotara xwe de pirseke muhîm dipirse: di tibba kolonyal de, kolonyalîzm çi ye?[22] Di dîrokê de jî em dizanin ku li ser derzîya kulîlkê (çiçek aşısı) gelek nîqaş û berxwedan hatîye kirin. Polîtikayên dagirkeran ne tenê gelên bindest nexweş xistin, bi birçîbûnê terbîye kirin, cerribandinên tibbî li ser bedena wan kirin, êşên bivegirtinê bi destê wan hatin belavkirin.
Di vê çarçoveyê de dema em li welatên mêtingeh difikirin em dibînin ku welatên metingeh di çavên desthilatdaran de, bi têgehên Foucault yan weke hapisxane, yan weke nexweşxane yan jî weke timarxane hatin dîtin. Loma jîyana gelên bindest, jîyaneke wisa ye ku hatîye tibbîkirin, ne nexweşxane tên avakirin, ne jî doxtorên baş li van herêman wezîfeyê dikin. Ser meseleyê di cografyaya Osmanîyan de li çend cihan bîmarxane (nexweşxana dînan) hatîye avakirin, lê di nava wan cihan de Kurdistan tune. Ya duyem em zanin ku teşhîs û tedavîya dîntîyê bi politikayên desthilatdarî û bi sîyasetên kolonyal ve hatîye birêvebirin. [23]
Loma pirê caran li welatên metingeh tibba alternatîf cihekî girîng digire. Ji ber ku carinan bawerîya gelên bindest, bi doxtor, bi nexweşxane û bi tiba serdestan tune, loma li du şifayên gelerî dikevin. Ji ber derzîya kulîlkê berxwedanên mezin hatin lidarxistin. Weke mînak di romana Marquez de şîfager heman demê de rahîbek ji serdestan e, loma keçika nexweş ne bawer e xwe teslîmê rahîb bike.
Jixwe romana Marquez li ser van esasan hatîye avakirin. Marquez dizane ku, desthilatdar, kolonyalîzm û hetta dêr, gelên Amerîkaya Latinî nexweş xistîye, bi rih û bedena wan lîstîye, welatê wan kirîye timarxane. Ji ber vê yekê bi çavekî baldar û rexnegir hereket dike. Loma bo bikerên romanê keçikeke bindest hildibijêre, keçik bi gezkirina kuçikekî har dibe, dêr vê harbûnê weke nexweşîyeke cinî teşhîs dike. Marquez ne tenê dê û bavê keçikê, dîroka vî welatê metingeh û zilm û zorîya kiliseyê jî dixe bîra me û li ser nexweşbûyîna vê keçikê rexneya pergalê estetize dike. Ne tenê keçik harbuyî ye, gel jî ji ber gezên kolonyalîstan harbûye; li alîyê din ne tenê dev û gezê kuçikan, dev û politikayên kolonyalîstan jî mirov nexweş dixe, ew jî weke kuçikan e.
Gava mirov vê pirtûka Marquez û ya Metê dide ber hev rastî jî ferqa di navbera wan de gelek watedar e. Metê yekcar behsa kolonyalîzmê nake, ger ev berhem bi kurdî nehatiba nivisîn mirov wê bigota ev çîrok li gundekî tirkan an rojhilata navîn qewimîye. Ne dîroka kurdan ne dîroka vî gundî dikeve bîra Metê. Çima ev gund nexweş e, kê ev gund nexweş xistîye, çima li vî gundî nexweşxane tune, çima xelkê vî gundî naçin doxtoran, çima desthilatdarîya heremê xwe li vê nexweşîyê nake xwedî û nexweşan nabe û sax nake yekcar xema nivîskar nîne. Nivîskar jî weke gundî û mamoste tevdigere û li gor wî jî ev nexweşî ji Xwedê hatîye. Rastî jî ewqas apolitîzm/ronakgerî zêde ye. Realîzma efsûnî gava politîk be, dibe kitêbeke bênivîs, nayê xwendin.
Nizanim çima nivîskarên me ji felsefeya romanan direvin? Çima felsefe û tarîx wan eleqedar nakin? Balkêş e di hevpeyvîna xwe de Metê, ji îdeolojîyan re dibêje nexweşî. Ger ideolojî nexweşî be, romanên bêîdeolo [24] jî çi ye gelo?
Welhasil Yakup Kadri di kitêba xwe de dibêje, rihên gundîyên Tirk sekan û kûr in. Di binê vê sekan û kûrbûnê de çi heye gelo? Kendalek bi heybet an tasek xwelî, yan kevçîyekî quma nerm? Keşf ne mumkîn e.[25] Metê keşf dike û di vê berhemê de dibêje di binê sekan û kûrbûna gundên kurdan de cin hene, nexweşî heye, xwegezkirin heye.
Encam
Qebûl, krîz li ku be edebîyat li ber serê wê ye. Ne tenê gundên kurdan, mielimên kurdan jî di nav krîzên dijwar de dijîn. Loma edebîyat û rexneya edebîyatê li ber serê her duyan e. Mamoste Kevanot bi krîza mielimtîya xwe tayîna xwe radike û diçe gundekî kurdan ku bi krîzan hatîye avakirin. Ma carna dermanê krîzê, krîzeke din bi xwe nîne?
Nivîskar bi me dide zanin ku ronahîya mielimekî jî carna têra krîzên gundan nake. Di gohê me de bi dizîka dibêje serîhildaneke li dijî metafizîka gundan bê wate ye. Hetta bi qewlê Girard çîroka romanê bi dawî dike, yanê dibêje heqîqeta arezuya metafizikê mirin bi xwe ye. [26]
Li alîyê din, ya rastî ji salên 2000î vir ve sîyaseta Kurdan zêdetir bi moderasyona parêzeran dimeşe. Felsefeya parêzerbûne bi parastinê ve, bi statuyê ve, bi çînîya orteyê ve, bi pêvajoyên milkîyetê ve tekîldar e. Piçekê jî ji bandora parêzertîyê ronahîya sîyaseta kurdan kêm bûye. Mirov dikare bêje ji heman demê û vir ve, edebîyata kurdan jî bi giranî, bi destê mieliman ve tê hilbirîn.
Ji demeke dirêj vir ve edebîyata Kurdan, edebîyata memuran e, edebîyata mieliman e. Ev realîte ji hin alîyan ve avantaj e, ji hin alîyan ve dezavantaj e. Memur hêsan difikire, bi tevdîr tevdigere, dixwaze statuya xwe mihafeze bike, ji krîzên hebûnê dûr direve. Dehan difikire, yekî dike, ew bi xwe mecbur e bo debara xwe ji pergalê re xizmetê bike, bi roj xizmetê dike, şevê qerekterê wî serî radike li dijberê pergalê heyfa nivîskar digire. Ji serobinbûnê hez nake, qelema xwe weke “qontrol qelemî” dişixulîne, felsefe û teorîyê wekî barekî bîlesebep dibîne, ji bo wî estetîk her tişt e, li dû estetîkeke bêrîsk e. Ji şoreşa dûr hez dike, şoreşa malê giran dibîne, li du guhertineke qontrolîze digere. Nivîskarîya wî, nivîskarîya tetîlan e, nivîskarî bo wî statu ye, dixwaze zimanê kurdî hemû qisurên berhema wî veşêre. Çawa bi destê parêzeran sîyaseta kurdan ji şoreş û doza welat hate dûrxistin, mirov dikare heman tiştî bo edebîyata me jî bibêje.
Benjamin di gotara xwe ya “tezên li ser dîrokê” [27] de rêyeke nû nîşanî me dide, bi me dide zanîn ku divê dîrok ji nû ve were xwendin, bi nêrîn û zanînên mexlûban di serî de were nivisîn. Divê heman tişt bo edebîyatê jî bê fikirîn. Feqet edebîyatek nû bi destê mieliman çawa tê afirandin?
Xulase Deleuze [28] di berhema xwe ya meşhur ya li ser Kafka, dibêje herçiqas di metna xwe de Kafka xirabîya kolonîyê û pergala otorîter nîşanî me bike jî, li dijî vê pergalê rexnegir nîne û serobin nake. Loma metna wî bi vê sekna xwe ya nîvco, kolonîzasyonê nû dike hetta dawet dike. Pirê caran naveroka edebîyata me ya memuran jî li ser vê esasê dimeşe. Rexneya Metê ya herî tund jî dawîya kitêbê de bi vî rengî ye jixwe. Mamoste Kevanot û telebeyên xwe bi du lîstik û kevirkirina şewqeyan û kumên hecîyan dikeve. Zenda xwe gez dike û peyamek sublîmînal dide me: di dînbûnê de heyat heye.
Têbînî û Çavkanî
[1] Hesenê Metê, Labîrenta Cinan, weş. Peywend
[2] Gabriel Garcia Marquez, Aşk ve Öbür Cinler, weş. Can
[3] Cheikh Hamidou Kane, Mahrem Macera, weş. Vakıfbank Kultur
[4] Karl Marx, Louis Bonaparte’in 18 Brumaire’i, weş. İletişim
[5] Yakup Kadri Karaosmanoğlu, Yaban, r. 32, weş. İletişim
[6] Bnr: Şükrü Erbaş, Niçin Köylüleri Öldürmeliyiz? https://www.gzt.com/nihayet/koyluleri-nicin-oldurmeliyiz-3579816
[7] Marc Bloch, Feodal Toplum, weş. İletişim. Eugene Weber, Köylülerden Fransızlara, weş. Heretik
[8] Metê, r. 17-18
[9] Metê, r. 150
[10] Bo vê mijarê zêdetir agahî bnr: Kürt Köylülüğünün Tarihi Üzerine Notlar, https://kurdarastirmalari.com/yazi-detay-oku-167
[11] Eric Hobsbawm, İlkel Asiler, weş. İletişim
[12] Omer Lutfi Barkan, Türkiye’de Toprak Meselesi, weş. Yeni Zamanlar Sahaf
[13] Metê, r. 14
[14] Metê, r. 18
[15] Kane, r. 33
[16] Kane, r. 36-37
[17] Kane, r. 44
[18] Vivek Chibber, Post-Kolonyal Teori ve Kapitalizmin Hayaleti r. 393, weş. İletişim
[19] Renê Girard, Romantk Yalan ve Romansal Hakikat, r. 210, weş. Metis
[20] Bnr: https://www.youtube.com/watch?v=tGcKw5c4LEM
[21] Bnr li ser Foucault û biyo-politikayê xebatek: chrome-extension://efaidnbmnnnibpcajpcglclefindmkaj/https://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/208534
[22] Ji bo bersiva pirsê bnr: İona McCleery, https://pmc.ncbi.nlm.nih.gov/articles/PMC4606826/
[23] Rüya Kılıç, Deliler ve Doktorları, Osmanlıdan Cumhuriyete Delilik, weş. İletişim
[24] Li ser berhem û nivîskarîya Hesenê Metê bernameyeke baş hate organîze kirin. Bnr: https://www.youtube.com/watch?v=kWLqIqFzKMY
[25] Yakup Kadri, heman kitêb, r. 20
[26] Girard, heman berhem, r. 225
[27] Walter Benjamin, Pasajlar, weş. YKY
[28] Gilles Deleuze, Kafka: Minör Bir Edebiyat İçin, weş. Sel