Firat Cewerî : Îdolê me Yılmaz Güney bû

KurdiYazarlar

Cih û deverên zaroktiya min beriya Dêrika Çiyayê Mazî û Wêranşar be jî, bajarê xortaniya min Nisêbîn e. Nisêbîn di dema zaroktî û xoraniya min de ji bajarên dorhêlê yê herî balkêş, kozmopolît û modern bû.

Bajar guherî û xweş bû. Çemekî mezin di nav bajêr re ber bi binxetê ve diherikî. Tirêna bajêr û pira Alaman rengekî taybetî dida bajêr. Sûka qaçaxçiyan rengîn, dikana Hilo taybetî bû. Dawetên bajêr guherî bûn. Keç û jinên bajêr servekirî, xortên wê bixwebawer û sîngvekirî bûn.

Toleransa xwarin, vexwarin û tevgera mirovan têra xwe hebû. Bêguman carina xirecir û berberî jî li dar bû. Lê bajar şên bû, bi şênkahî û jîndar bû. Min têra xwe di çemê bajêr de avjenî kiriye, pêşî bi tirs, paşê jî bi bazdan di ser pira Alaman re buhurî me.

Gelek caran bi şevan bi dengê teqînan ji nav nivînan pengizî me. Gava şiyar bûme, dîsa min xwe avêtiye hemêza bajêr, li bajêr vegeriyame. Ez bi saetan li kuçeyên bajêr li benda maçîkirina yarê mame. Bi maçîkirinekê, bi mehan, bi kelecan jiyame. 

Vî bajarê ku cihekî taybetî di dilê min de çêkiribû, bi sînemayên xwe jî navdar bû. Di salên min ên naşîtiyê de, yanî di nîvê salên heftêyan de, sê-çar sînema li bajêr hebûn. Di wan salan de, li Nisêbînê jin jî diçûn sînemayê.

Herçiqas di sînemaya Tirkiyê de aktorên jin û mêr ên pir şareza hebûn jî, lê li welatê me, li der û dora me du aktor di navendê de bûn; yek jê Cüneyt Arkın, ê din jî Yılmaz Güney bû. Van herdu aktoran (artîstan) dubendiyek xistibû navbera me naşiyan jî. Hin ji me alîgir û hezkirên Cüneyt Arkın, hin jî ên Yılmaz Güney bûn. 

Di wan salan de, hê berî ez dest bi nivîsandina zarê xwe bikim, bala min pir li ser sînemayê bû. Ez ji fîlmekî nedimam û min gelek aktorên Tirkiyê nas dikir. Min wek wan li xwe dikir, porê xwe mîna ê wan şeh dikir.

Li malê, li kuçê, an jî piştî dîtina fîlmekî, me rola film û lîstikvanên film dikir û carina em bi kulm û pehînan radibûn hev. Hinan ji me rolên baş, hinan ên xerab werdigirtin. Ya rastî, em ên xurt, me rolên baş werdigrtin û me rolên xerab jî li ên ji xwe jartin bar dikirin. Ez diketim hewayeke weha ku min pêşeroja xwe li ser sînemayê ava dikir.

Ez bi wê radizam, bi wê radibûm. Fîlmekî nû bihata bajêr, min berî hemûyan baz didayê.  Heke fîlm ê Yılmaz Güney bûya ez qet jê nedimam. Herçiqas hevalên min ji Yılmaz Güney bêtir ez dişibandim Çüneyt Arkın jî, lê îdolê min ne Çüneyt Arkın, Yilmaz Güney bû.

Me Yılmaz Güney, bi tevger û helwestên wî ji xwe re mîna îdolekî didît. Me nasnameya xwe di wî de didît û em bi hebûna wî serbilind dibûn. Roj hat, ev hezkir û îdolê me ji ber kuştina hakimekî hat girtin û ket girtîgehê.

Tê bîra min, girtina wî wek şîşeke sor li dilê me ketibû. Min rojekê jê re kartek şand girtîgehê, piştî kurtedemekê, bi kartekê bersiva wî hat. Ez dikira ji kêfan bifiriyama. Qiralê me, bi destnivîsa xwe ji min re kartek şandibû. Min xwe di nav hevalên xwe de qure dikir û ez dimeşiyam; Heey, xwe bidin alî! Yılmaz Güney ji min re kartek şandiye!

Di sala 1983an de li Parîsê, bi mazûbantiya Enstîtuya kurdî ya Parîsê, civîneke me ya li ser zimên li Enstîtuyê hebû. Li gora agahdariyên ku serokê Enstîtuya Parîsê Kendal Nezan dabû me, wê Yılmaz Güney jî bihata civînê. Min ê piştî salên dirêj îdolê xwe zindî bidîta û jê re behsa serpêhatiya xwe û karta ku ji min re şandibû bikira.

Lê nebû qismet. Nexweşiya kambax, ya ku bêwext bi ser gelek rewşenbîrên kurdan de girtiye, bi pêxîla vî hunermendê me yê yekta jî girtibû û bêhn lê çikandibû. Kendal Nezan bi xemgînî ragihand ku wê Yılmaz Güney ji ber nexweşiya xwe nikaribe were civîna me. 

Gava ez îro lê difikirim, ez fêhm dikim ku hezkirina me ya li hemberî Yılmaz Güney ne bêmane bû. Ew hosteyekî sînemayê bû; wî hêdî, bi awayekî mitewazî dest pê kiribû, zora astengî û keleman biribû û bi lez gerdûnî bûbû. 

Ew ji me bû, ê me bû, li ber dilê me şêrîn bû, îdolê me bû, lê pir zû û ji kîsê me çû…

İlginizi Çekebilir

Halil Dalkılıç: Çare perspektîfeke giştî ya Kurdistanî ye…
Halil Dalkılıç: ‘Pêvajoya yekîtiyê’ mîna ‘pêvajoya çareseriyê’ dimeşe

Öne Çıkanlar