Min berê jî di gelek nivîs û hevpeyvînên xwe de behsa zimanê kurdî kiriye, rola wî ya di têkoşîna gelê kurd de aniye zimên û wek nîşana hebûn û liserlinganmayîna kurdan girîngiya wî destnîşan kiriye. Bi destûra we be, ez ê vê carê jî bi çend gotinan behsa vê mijarê bikim.
Zimanê kurdî, ew zimanê ku demekê zimanê mîr û began bû, zimanê Cizîrî û Xaniyan bû, niha, bi gelemperî bûye zimanê gundiyan, bûye zimanê xizan û nezanan û hema bêje bi tenê ew vî zimanî di jiyana xwe ya rojane de bi kar tînin. Zimanê kurdî ji semboltiya ilm û marîfetê ketiye, bûye nîşana nezanî û paşdemayînê. Mirovên maqûl, xwende, zana, dewlemend, siyasetvan, nûjen û bajarî, xwe ji vî zimanî bi dûr dixin û wî bi tenê ji gundî û nexwendeyan re dihêlin. Bêguman ev encama siyaseta tirkîtiyê û mentalîteya desthilatdariya totalîter e, lê encama siyaseta kurdan bi xwe ye jî. Bingehê îdeolojiya tirkîtiyê, li ser inkarkirin û jinavêrakirina hebûna miletên din hatiye avakirin, zimanên din ji perwerdeya di dibistanan de hatine bidûrxistin, zanyarî û bajarvanî bi zimanê tirkî û li ser zimanê tirkî hatiye avakirin.
Gava kurd li hemberî vê îdeolojiyê û ramana inkarê rabûne, ew jî bi zanebûn, an jî bi nezanî ji zimanê xwe bi dûr ketine, xwestine bi zimanê serdestên xwe siyasetê bikin. Yek jê, ji bo ku –bi gotina wan- ew mesaja xwe bigihînin serdestên xwe, ya din jî –dîsa bi gotina wan- ji bo ku gel ji wan fêhm bikin wan xwe spartine zimanê tirkî. Ev sed sal e ku siyaseta serdestên kurdan û ya kurdên ku li dijî serdestên xwe şer dikin di warê zimanê kurdî de ne zêde dûrî hev in. Lê, ne serdestên kurdan bi îdeolojiya înkarkirina kurdan bi ser ketine, ne jî kurdan zora serdestên xwe birine û gihîştine mafên xwe. Îro, herdu alî jî di neqebeke teng de asê mane.
Ji xwe siyaseta serdestên kurdan diyar e, lê bi min welê tê ku siyaseta kurdan bi xwe ne diyar e. Carina kurdan tiştê herî dawî –şoreş- di destpêkê de xwestine, tiştê destpêkê –ziman- ya ku bingehê avahiya civat û kultura wan e jî hiştine dawiyê. Gava kurd daxwazên xwe yên konkret yek bi yek rêz bikin û diyar bikin, wê hingî cih li serdestên kurdan jî teng bibe, wê nikaribin xwezêde bidin vî alî û wî aliyî, wê mecbûr bimînin ku ji siyaseta xwe ya salan bigerin û hebekî nêzîkî cîhana modern bibin.
Lê berî ku ew nêzîkî cîhana modern bibin, divê kurdên modern li xwe deynin û bi zimanê xwe bipeyivin. Divê dewlemendên kurdan, siyasetvanên wan, profesorên wan, sosyeteya wan dest pê bikin û bi kurdî bipeyivin, giraniyê bidin çapemenî û weşangeriya bi kurdî û ji dewletê daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî û dibistanên kurdî bikin. Divê statuyeke fermî ji zimanê kurdî re çêbibe, zimanê kurdî bibe zimanê perwerdê, têkeve bazarê, li bazarê pere bike, peyivandin û zanebûna bi kurdî nebe serêşî, lê bibe awantajek; kurd pê bibin xwediyê kar û karyerê. Ji partiyên kurdan kî doza vê helwestê bike, ew partî ji dil e, ji partiyên tirkan kî piştgiriya vê dozê bike, ew ji yên din demokrattir e.
Divê kurd vê prosesê bileztir bikin. Heke ew prosesê bileztir nekin, pêlên asîmilasiyonê yên niha xurttir in, wê zûtir kurdan li ber xwe bibin.
Kurdino, êdî hûn zanin…
/Nupel/