Nivîskar û rewşenbîr zû bi zû nagihîjin, jê re sal û demên dirêj divê. Di her sedsalê de çend nav, çend kevirên giran digihîjin ku ew dibin hîmê civata xwe. Civat bi wan bi ser xwe ve tê û bi xêra wan berê xwe dide pêşerojeke rohnî. Ji ber ku ew bi armanc û niyeta rohnîkirina civatê rabûne û bi wê armancê tevdigerin, loma çavên wan ne li desthilatdariyê ye lê li edalet û şefafkirina wê ye. Nivîskar û rewşenbîrên bi vî kirasî, li welatên pêşketî, li sîstemên mervan û demokratîk tên xelatkirin û wek rûmeta welêt tên pêşkêşkirin.
Lê li sîstemên dûrî demokrasiyê xelata van celeb nivîskar û rewşenbîran girtin û zîndan e; gelek caran jî kuştin e. Ji ber ku desthilatdar wan li pêşberî temendirêjiya desthilatdariya xwe wek kelem û astengan dibînin. Loma ew li dû bêdengkirina wan digerin. Dixwazin bi her awayî dengên wan bibirin. Rewşenbîrên ku ne kesî, lê wan bi xwe, xwe derxistine, zexim û bi înyad in. Ew serê xwe didin, lê destûra dîlgirtina fikir û ramanên xwe nadin.
Di sedsala bihurî de, di civaka kurdan de bi tenê çend navên welê derketine. Min bi xwe, bi temenê xwe ê biçûk du nav ji van bihîstibûn; yek jê Edîp Karahan, ê din jî Musa Anter bû. Herdu jî ji herêma min bûn, ji me bûn, lê wek efsaneyan bûn. Di civateke tarî de du çirûsk bûn. Dixwestin bi şewqa xwe ronahiyê bidin civatê. Lê zirdewletek bi dû van herdu zarokên welêt ketibû; van herdu zarokên ku bi hezar zehmetiyan firsenda xwendinê dîtibûn, ji cehaletê rizgar bûbûn û berê xwe dabûn ilm û marîfetê.
Di salên xwe ên naşîtiyê de, gava êdî min jî xwe spartibû cîhana kitêban û dest bi nivîsandina zarê xwe ê qedexe kiribû, min xwest ez bi dû şopa van rewşenbîran bikevim. Min dixwest ez li civata wan rûnêm û li şîretên wan guhdarî bikim. Min dixwest ez wan bibînim û ez fikrên wan nas bikim. Gava ez gihîştim wî temenî, Edîp Karahan wefat kiribû, lê Musa Anter mabû. Musa Anter jî, ji bo ku dawiyê li hesreta xwe ya bêrîkirinê bîne û nostaljiyê li rastiyê bigerîne, berê xwe ji Stenbolê bi warê xwe vekiribû û ne li Nisêbînê, lê li gundekî (nehiye) Nisêbînê, li Stilîlê bi cih bûbû. Ez hingî li Nisêbînê bûm, Stilîl di bin çengê me de bû.
Ez êdî ji nivîsandina sloganên li ser dîwaran westiyabûm. Ez ji minaqeşeyên felsefeya materyalîst û pevgirêdanên dîyalektîkê aciz bûbûm û fikra dîktatoriya proleteryayê li ba min sist bûbû. Ez li têkoşîna bêmane ya ji bo desthilatdariya yekpartîtiyê hay bûbûm û bi nexweşiya nivîsandina kurdî ketibûm. Belkî jî nivîsandina bi kurdî ez hişyar kiribûm û kiribû ez bi rastiya xwe bihesim.
Loma, min di sala 1978an de bi du hevalên xwe re berê xwe da Stilîlê da ku em herin seredana Musa Anter. Musa Anterê ku di dema xwe de ji bo şiîreke bi sernava ”Qimil” bûbû hedefa rexneyên nivîskar û rojnamevanên tirkên nasyonalîst. Ji ber wê şiîrê hinan dixwestin wî biavêjin zîndanê, hinan jî îdama wî dixwestin.
Gava rojek ji rojên havînê me li deriyê Musa Anter xist û wî bi rûyê xwe ê geş em keremî hundir kirin, misqala neqenciyê di rûyê wî de tunebû. Musa Anterê ku bi du-sê temenan ji me mezintir bû, mîna ku hevalê me be, bi me re ket sohbetê. Lixwekirina wî, tevgera wî, rabûn û rûniştina wî jî ne zêde dûrî ya me bû. Lê bi her awayê xwe ji me bi tecrubetir û ji me bêtir dinyadîtî bû. Ji gundekî derketibû, di rêwîtiyeke jiyanê ya piralî re bihurî bû, gelek kitêb xwendibûn, ji ber xwendina wan kitêban serê wî ketibû belayê; di zîndanan de mabû, li Stenbolê bi maqûlên kurdan re rabûbû û rûniştibû, bi xwe maqûl bû; hînî jiyana bajarvaniyê bûbû û bi wan hemû tecrubeyan li gund vegeriyabû. Dixwest dema xwe ya dawî, li gundê xwe, li cih û deverên ku bîranînên wî ên zaroktî û xortaniyê lê bihurîbûn bidomîne.
Bi sohbeta dirêj ya li hundir wî di nav re ji me re xwarin jî çêdikir. Piştî ku xwarina wê pijiya, wî ew xwarin, li baxçeyê xwe, li ser masê raxist. Te digot qey em ji herêmê pengizîbûn û li hewşeke Stenbolê an jî li maleke Ewrûpayê bi cih bûbûn. Me bi kêr û çetelan hem xwarina xwe dixwar, hem jî sohbet dikir. Baxçeyê wî bi dar û gulên rengîn xemilandîbû. Cihokên avê ên ku li hev dizîvirîn û bi masiyên cûr bi cûr rengekî taybetî dida baxçe. Musa Anter wek alim û fîlozofekî bi me re ketibû sohbeteke kûr.
Gava bihîst ku ez bi kurdî dinivîsîm, pir kêfa wî hat, lê gunehê xwe jî bi min anî. Wî ji tecrubeyên xwe dizanîbû ku ji ber belaya kurdî dikare çi were serê min. Lê gava min got ez haziriya xwe dikim ku terka welêt bikim, hingî rûyê wî geş bû. Wî ji min re behsa Swêdê kir. Jina wî û zarokên wî hemû li Swêdê bi cih bûbûn lê wî terka welêt nekiribû. Ez dibêjim cara pêşî min navê vî welatê ku min sih û heft salên xwe lê bihurandine ji devê Musa Anter bihîstibû. Wî got, heke tu ê biçî, here Swêdê. Tu ê bikaribî li wir zimanê xwe bi pêş de bixî û bi hêsanî binivîsînî.
Min berî hatina cûntaya 1980 bi çend mehan xwe di ser Sûrî, Almanya û Norvecê re gihand Swêdê. Piştî neh salan, di sala 1989an de ez seriyekî çûm welêt. Welat di nav agirekî din de dişewitî. Musa Anter hê li Stilîlê bû. Gava min xwest ez biçim seredana wî, birayê min ez şîret kirim ku li wir esker dikarin min bigirin û min wenda bikin. Loma, me otomobîl şand dû Musa Anter û ew keremî malê kir. Çend naşiyên cîran û xortên der û dorê Musa Anter dan ber rexneyan, nav û dûvik pê vekirin û li dijî hatina wî rawestiyan. Lê min guh neda wan û ez bi heyecan li benda vî rîspîyê welêt rawestiyam.
Musa Anter hat, bi xwe re kêf û şahiyek jî anî. Wî, wê rojê mala me şên kir. Piştî firavînê min xwest ez pê re hevpeyvînekê bikim û vî dengê demekê li welêt gur, lê hatibû tefandin, dîsa bidim bihîstin. Min bi sernava “Hevpeyvîn bi xortekî 75 salî re” sohbetek pê re kir. Danê êvarî, piştî ku me Musa Anter bi rê kir, ji bo ku ji cihekî belayek neyê serê min, min jî tavilê xwe da alî. Min paşê ew hevpeyvîn di rojanmeya Kurdistan Presê de da weşand û gihand xwendevanan.
Ez piştî bi salekê zewicîm. Musa Anter jî êdî li ser erda xwe nesitirîbû û dîsa koçî Stenbolê kiribû. Ez û xanima xwe em li Stenbolê hefteyekê bûn mêvanên Musa Anter. Min hejmareke Kurdistan Presê jî bi xwe re biribû û jê re bi deng xwend. Ew mîna zarokekî pê dilşa bû, dikira ji kêfan bifiriya. Min hingî planên derxistina kovara Nûdemê jî dikir û bingehê wê avêtibû. Min ji Musa Anter re jî behsa projeya xwe kir. Wî ê di her hejmarê de binivîsanda. Gava di bihara 1992an de hejmara Nûdemê ya yekê derket, Musa Anter bi nivîseke li ser Nisêbînê beşdarî li hejmara yekê kir. Ji bo hejmara duduyan pê re negihand, lê wê nivîsa xwe bigihanda hejmara sisiyan.
Min di hejmara sisiyan de nûçeya kuştina wî belav kir. Gava min nûçeya kuştina wî bihîst hejmar di çapê de bû, lê min ji Stockholmê lê xist û xwe bi bayê bezê gihand Uppsalayê da ez nûçeyê bigihînim ser hejmara di çapê de. Mehmed Emîn Bozarslan jî kitêbên xwe li eynî çapxanê didan çapkirin û carê min û Seyda li wir firsenda sohbetê didît. Min carê bi Mehmed Emin Bozarsaln re xweş dikir û hertim bi kêf û enerjîk bûm. Lê vê carê, gava ez bi lez di deriyê çapxanê re derbasî hundir bûm û pêrgî Bozarslan hatim, hema bêje min silav nedayê û di ber re bihurîm.
Seydayê Bozarslan ez dam rawestandin, li zerbûna rûyê min hay bû û meraq kir, ”Xêr e, Firat, çi bûye?” got. Lêva min a jêr lerizî, min bi zorê xwe girt û bi dengekî lerzokî got: ”Musa Anter hatiye kuştin…”
Bi wê nûçeyê wek ez xencereke ko di dilê Mehmed Emîn Bozarslan de biçikînim. Ew pêşî di cihê xwe de sar bû, dûre gêj bû û heke ez neketama bin milê wî, wî ê bigota tep û li erdê biketa.
Mehmed Emin Bozarslanê ku jiyana xwe li ser rohnîkirina dîroka ziman û edebiyata kurdî kiriye û çil salên xwe li xerîbiyê bihurandine, niha bi hesreta warê xwe, salên xwe ên dawî dijî.
Herçî Musa Anter e ew di dilê me de dijî…