Firat Ceweri: Reaksiyon

KurdiYazarlar

Kî hindik bin, kî bindest bin, mafên kê werin binpêkirin, ew serî hildidin. Bi serîhildanê re xwe yê qenctir, biesiltir û bingehtir dibînin.

Gava em behsa zaravayên kurdî dikin, em bi taybetî behsa sê zaravayên sereke; kurmancî, soranî û zazakî dikin. Ji ber ku îro desthilatdarî di destên kurmanc û soranan de ye, ji aliyê nifûsê ji zazayan bêtir in û herweha zaravayên wan jî nêzîktirî hev in, loma gelek caran zaza mîna zarokên dêmariyê ji derve dimînin. Di civîn, semîner û konferansan de zaravayên kurmancî û soranî tên bikaranîn, di kanalên televizyonan de wek zimanê nûçeyan ev herdu zarava li pêş in. Loma, mirov gelek caran ji zazan dibihîze ku koka kurdan zaza bûye, zaravayê zazakî ji zaravayên kurdî yên din bêtir nêzîktirî zimanê Îraniya kevin bûye û hejmara gotinên hevbeş yên di zazakî û zimanê Avestayî de ji yên zaravayên din bêtir in. Ew xwe kok û bingeha kurdayetiyê dibînin. Dibe wilo be, lê ya gelek kesan reaksiyon e û herweha dibe ku reaksiyoneke di cih de be jî.

Mirov eynî reaksiyonê li ba kurdên êzîdî jî dibîne. Îro, li gora statîstîkên ne fermî ji % 5ê kurdan êzîdî ne. Lê em dizanin, di destpêkê de ne wilo bûye, hejmareke mezin ji kurdan êzîdî bûne. Di pêvajoya dîrokê de, ji ber sebebên diyar wan dîn guhertine û loma her çûye êzîdî kêmtir bûne. Herweha em dizanin ku êzîdiyan di pêvajoya dîrokê de gelek tade û neheqî dîtine. Ew bêsebeb hatine kuştin, ji ber baweriyên xwe ji cih û warên xwe hatine bidûrxistin; heta di hin demên dîrokê de û li hin deveran ne wek mirovan hatine dîtin. Vê tevger û helwesta mirovên ne êzîdî kiriye ku êzîdî xwe bikişînin qalikên xwe, xwe îzole bikin û nikaribin fikra xwe eşkere bibêjin. Loma, ew ji civatê bi dûr ketine û baweriya wan nema bi civatê hatiye. Lê wan jî xwe ji baweriyên mîtolojîk rizgar nekirine û loma baweriya wan jî bi civetê ecêb hatiye.

Gava ew mafê gotinê bi dest dixin, li xwe hayê dibin û xwe bi êzîdîbûna xwe serbilind dibînin, hingî dikarin hemû kurdên misilman bidin ber xwe, bibêjin ew di riya şaş de ne, dînê kurdan yê destpêkê êzîdîtî bûye û loma kurdên ne êzîdî bin li ser riya şaş in, dijminê qewmê xwe ne. Ew xwe esil, bingeh û li ser riya rast dibînin. Yên din şaş û jirêderketî dihesibînin. Dibe jî weha be…

Heke em vê reaksiyonê ji dîn û zaravayên kurdî derxin û hebekî gelemperî bikin, em ê bibînin ku ev li ba hemû kategoriyên ku tên pelçiqandin, an jî ji wekheviyê bêpar in, heye. Ev reaksiyona nîvê ku tê pelçiqandin e. Em dizanin ku jin nîvê civatê ne, nîvê nifûsa mirovan in. Jin hem nîvê nifûsa mirovan in, hem jî nîvê girîng in. Ya ku avis dibe û dizê, jin e. Ya ku jin û mêran tîne dinyayê dîsa jin e. Ne ji jinê be jiyan dixetime, berdewamî namîne. Lê digel vê jî, di piraniya kultur û dînan de jin bindest in, jin kategoriyeke ji gelek mafên xwe bêpar in û hertim ço li ser serên wan hatine hejandin. Di gelek dînan de ew hatine ricimandin, di alaviyên êgir de hatine şewitandin, an jî bi keviran hatine kuştin.

Ew wek cinsek ji cinsê Şeytên hatine dîtin û loma bindest hatine hiştin. Vêca gelek tevgerên femînîst yên ku li dû bidestxistina mafê jinan in, li hemberî mêran eniya şer vedikin û neyartiyê li hemberî mêran îlan dikin. Bi ya wan, hemû xerabî ji mêran dertê, di civatê de ew çavkaniyên hemû pîsîtiyan in. Ew dest davêjin jinan, tecawizî wan dikin, li wan dixin, nahêlin ew di pêlika jiyanê de gavekê ber bi jor ve bavêjin, ew di riya azadî û serbixwebûna wan de kelemên mezin in. Loma, jin ji mêran qenctir in û mêr benderuhên neqenc in. Bi ya hin tevgerên jinan divê mêr nemînin, koka wan were qelandin. Heta, hin tevgerên feminîst ewqasî bi pêş de diçin ku, rasterast dibijên, hemû mêr ji cinsê heywên in.

Bala xwe bidin reaksiyona bejinkurtan ya li hemberî bejindirêjan. Gelek ji bejinkurtan ji bejindirêjan aciz in, ji jêr ve li wan dinêrin. Bêguman yên bejindirêj jî yên kin pelçiqandine, ew bi gotinên wek “qama wî bihustek e”, “qama wî di nav gûyê wî de ye” hertim dîskrîmîne kirine. Loma, yên kin, ji bo baweriya xwe bi xwe bînin û xwe xurt û qewîn his bikin, an xebatên mezin kirine, an jî li dijî dirêjan gotinên dirêj gotine. Pêşî xwe pesinandine, helbest û stiran avêtine ser xwe, gotin li ser xwe çêkirine, xwe di civatê de girîng dîtine. “Ez Xelef im, Xelef im, ez Xelefê kinik im, xwediyê şûrê bi şirik im…” yek ji nimûneya folklora kurdî ya berbiçav e. Yanî kinik e, lê mêrxas e, li ber xwe dide, zora yê hemberî xwe dibe.

An jî “zêr jî hûrik e” yanî yên kin wek zêr in, hûrik in, lê bi qîmet in. Li dijî dirêjan jî gotine: “Dirêj e, lê aqilê wî di conga wî de ye.” Yanî dirêj e, lê kêmaqil e, ya girîng ne dirêjbûn, lê aqil e.

Esmeran jî xwe li hemberî yên gewr parastine. Digel ku li welatê me hejmara esmeran zêde ye jî, lê li ba kurdan rasîzmeke navxweyî heye. Yên gewr û spî ji esmer û reşan biqîmettir in, xwe bi qîmettir dibînin. Bêguman kurd vê yekê ne wek rasîzmeke organîzekirî dikin, lê spontane dikin. Ew dikarin raste rast bidin rûyê mirov û esmertiya

mirov di bîra mirov de bînin. Yên ku di çavên spiyan de esmer û reşikên bêmirêz in, li ba esmeran dibin esmerên xwînşêrîn û xweşik. “Esmeran bi gewran nadim, esmer ji gewran çêtir in, xuya wan şêrîntir in…” di bîra we hemûyan de ye. Esmer xwe bi gewran nadin, xwe ji wan şêrîntir û xweşiktir dihesibînin. Rengê gewran wek rengê miriyan bi lêv dikin.

Nimûneyên bi vî awayî yên siyasî, civakî, cografî, psîkolojî û hwd. gelek in, ez ê wê ji we re bihêlim û qîma xwe bi nimûneyên jor bînim, da dirêjbûna nivîsa min jî nebe armanca reaksiyona we…

/Nupel/

İlginizi Çekebilir

Halil Dalkılıç: Erdogan ê here ku?
Osman Aytar:  Çima geşbîn im li pey hilbijartinên 31ê Adarê?

Öne Çıkanlar