Gunay Aslan: Divê Kurdên Îranê Meclîs û Hikûmeteke Herêmî Ava Bikin
🔴BİELEFELD-Rojnameger Gunay Aslan diyar kir ku di vê serdemê de ku Îran pêvajoyeke veguhastinê ya bi pevçûn derbas dike, divê Kurd ji bo her cure senaryoyan amade bin; hêzên xwe bikin yek û Meclîs û Hikûmeteke herêmî ya ku rengên siyasî û çandî yên Rojhilat nîşan dide, ava bikin.
Aslan got: “Divê Kurdên Rojhilat ala ku Qazî Mihemmed wek mîrat hiştiye careke din hildin, çarenûsa xwe bi destê xwe diyar bikin û hemû amûrên siyasî, leşkerî û hwd. yên ku mafê çarenûsê pêk tînin, bi lez biafirînin. Divê hemû Kurdên li welat û li dîasporayê dijîn jî piştgiriya vê vînê bikin.”
Rojnameger Gunay Aslan, îro li bajarê Bielefeld ê Almanyayê, di bin banê FEDA’yê de li Dergeha Elewiyan derbarê “Rojhilata Navîn û Kurd” de konferansek da.
Aslan wiha axivî:
“Piştî êrîşa Hemasê ya li ser Îsraîlê di 7’ê Cotmeha 2023’yan de, dihat hêvîkirin ku pêvajoya pevçûnan a li Filistîn, Libnan û Sûriyeyê piştî re bigihêje ber deriyê Tehranê û fînal li Îranê bibe. Dihat payîn ku bask û perên Îranê werin şikandin û neçarî teslîmiyetê were kirin; wisa jî bû. Îrana kevin hatiye perçiqandin û ji hevkêşeya herêmî hatiye derxistin.

Bêguman rejîma Îranê ya dijminê mirovahiyê heqê vê ditiye. Bi wê barbariya ku li gelê xwe kiriye, bi xwe ev encam hilbijartiye. Ji ber vê yekê, xemgînî ji bo Îranê û girî ji bo rejîma hov bêwate ye. Em nikarin bibêjin ‘ev ne şerê me ye’, em nikarin bikevin xefleteke wiha. Ev şerê me ye jî. Rejîma ku hêza me têra wê nedikir, niha yên ji wê bihêztir derban lê didin; bi gotineke din, heqê dîn-îmanê ji yê bédîn derdixin.”
Aslan destnîşan kir ku piştî kuştina Xamaneyî, îhtîmala dirêjbûna şer ji holê rabiye û got: “Piştî pevçûnên dijwar ên kurtedemî, dibe ku guherîna rejîmê li Îranê bikeve rojevê.”
Rojnameger Aslan bal kişand ser xetereya ku Serokê Amerîkayê Trump mîna li Sûriyeyê, li Îranê jî piştgirî bide dîktatorekî nû yê ku pê re bixebite û wiha berdewam kir:
“Ji ber vê yekê, beriya ku rejîmeke nû ava bibe yan jî rejîmeke alîgirê DY-Îsraîl-Rojava li Îranê were avakirin, divê Kurd bi lez bikevin nava liv û tevgerê. Ji bo ku xetereyên li ser xwe pûç bikin divê hemû hêzên xwe bikin yek, ji bo di avakirina siyasî de bibin xwedî statû û di qada navneteweyî de werin naskirin, divê Parlementoyekê ava bikin. Ji nava wê parlementoyê jî divê Hikûmeteke Herêmî ya Kurdistanê ya ku vîna Kurdên Rojhilat nîşan dide, derxin.
Kurd divê van gavan bêyî derengketin biavêjin; li hemberî her cure senaryoyê amadekariyên xwe bikin û bi rêya hikûmeta Kurd re bi cîhana şaristanî re têkiliyan deynin. Rêya yekane ya xwedîderketina li mîrata Qazî Mihemmed û hildana ala wî ev e… Divê em hemû bi hev re ji vir bimeşin û çarenûsa xwe diyar bikin.”
/Nûpel/












