Di van rojên dawî yên 2020an de meriv xwe wer hîs dike ku sala nû zû were ku kaos û stresê tê jiyîn bidawî be û jiyan vegere asanî û aramiyê. 2020 ji bo tevahiya mirovahiyê sala pandemiya koronayê (covîd19) bû.
Nexweşiya koronayê ji destpêka salê heta îro wekî sereke mijara rojevê mirovahî mijûl kir. Heta niha li seranserê cîhanê 80 mîlyon însan bi vê nexweşiyê ketiye û ji wana 1,8 mîlyon kesî jî canê xwe ji dest daye. Her çiqas dermanê vî derdî hatibe dîtin jî, ji bo tevahiya mirovahiyê tabloyekî erjenk û tirsnak li dar e…
Di rewşeke giştî ya wer neasayî ya 2020an de dîsa jî ji bo hinekan mijîlbûna tenê bi zehmetiyên koronayê rewşeke ‘baştir û bişenstir’ bû. Hinek xelkên mîna Kurdan wekî herkesî ‘bişens’ nebûn û him bi pandemiya koronayê û him jî bi neçarî bi derd û kulên xwe yên daîmî ve jî mijûl bûn…
Sê parçeyên Kurdistanê (bakur, başûr, rojava) sala 2020an di bin êrîş, bombekirin û dagirkirina Tirkiyê de derbas kir. Li rojhilatê Kurdistanê jî darvekirina çalakvanan û kuştina kolberan tim bû rojeva Kurdan…
Li Bakur di 2020an de çalakiyên leşkerî wekî salên berê dernekitibin pêş jî, dewleta Tirk jiyana rojane ji Kurdan re kir wek dojehê. Bi hezaran çalakvan hatin zindanîkirin, nirx, kultur, reng û dengê Kurdî di bin êrîşên rojane yên dewletê de man.
Him li bajarên Kurdan û him jî li bajarên Tirkiyê Kurdan rehetiyek nedîtin û bi rojane bûn hedefa nijadperestiya fermî û ya sivîl a Tirkî.
Lê li Bakur digel ewqas êrîş, zordestî û tundiyê dînamîzma Kurdî ya civakî û siyasî bi giştî nehate vemirandin. Belkî gorî berê hinekî lewaztir e, lê li Tirkiyê Kurd û siyaseta Kurdî hê ji dînamîkên herî bibandor in. Siyaset û dîplomasiya Tirkiyê bi rojane gorî reflkesên Kurdan bertekê nîşan dide…
Başûr û rojavayê Kurdistanê di sala 2020an de dewleta Tirk hê baştir naskirin. Tirkiyê êrîşên li dijî Kurdan ji Bakur ber bi van her du parçeyên Kurdistanê ve firehtir kir. Ji bo jiholêrakirina vîn û destkeftiyên Kurdên Rojava û fetisandina jiyana civakî ya li wir, Tirkiyê bi alîkariya Rûsyayê û bi piştgiriya bi bêdengmayîna dewletên serdest, êrîşên rojane pêk anî û ew hê jî dewam dikin.
Eger meriv rewşê gorî destpêka salê binirxîne; rêveberiya xweser a Rojava di sala 2020an de bi siyaset û dîplomasiya xwe destkeftiyên xwe parast û meriv dikane rewşa wan wek stabîl û serkeftî binirxîne…
Tirkiye di 2020an de belkî zirara herî mezin li Başûr da Kurdan. Rêveberiya başûrê Kurdistanê di bin êrîşên leşkerî û hewldanên dîplomatîk ên Tirkiyê de dîmeneke hê lewaztir, kaotîk û belaveleyî raxist ber çavan. Ji ber ku rêveberiya herêmê ji destpêka salên 1990î vir de pergaleke yekgirtî û demokratîk saz nekiriye; tim bi êrîşên Tirkiye, Îran û Iraqê re rû bi rû dimîne û di her hemleya wan de hê lewaztir dibe.
Tirkiye di 2020an de li Başûr ji sînorê Rojava heta sînora Îranê dagir kir, hejmara baregeh û leşkerên xwe yên li vî parçeyî hê zêdetir kir. Ji hêla siyasî ve jî rêveberiya Başûr hê zêdetir ket bin bandora Tirkiyê…
Di sala 2020an de cîhan bi koronayê ve mijûl bû û di heman demê de çav li ser hilbijartina serokatiyê ya Amerîkayê bûn. Lê ne koronayê û ne jî hilbijartina Amerîkayê têrî guhertina rojeva sereke ya Kurdan kir. Tirkiyê û hevkarên wê tim êrîşî Kurdan kirin û Kurdan jî li hemberî êrîşên wan li ber xwe dan.
Kurd pir êşiyan, diêşin, civaka Kurdî beleveleyî û nûnertiya siyasî jî belkî ne rêk û pêk e, lê Kurd û Kurdistan wek dînamîkên zindî li herêma xwe bandorê li tevahiya siyaset, dîplomasî û jiyana civakî dikin…
Di sala 2020an de Kurdan hebûn, nirx û heta radeyekê destkeftiyên xwe parastin. Kurd wenda nakin. Him motîvasyon û dînamîzma Kurdan û him jî ji her hêlan ve rewşa herêmê bi giştî potansîyelekî mezin dihundirîne ku sala 2021an ji bo Kurdan bibe sala ‘statû’yekî siyasî. Ma çima wer nebe?..