Halil Dalkılıç : AABF û Kurdên Elewî

KurdiYazarlar

Federasyona Komaleyên Elewiyan ên Demokratîk a Almanyayê (AABF) 30. salvegera damezrandina xwe bi şahiyeke mezin pîroz kir. Pîrozbahî di 28ê Rezberê de li Lanxes Arena a bajarê Koelnê pêk hat.

Deh hezarî zêdetir temaşevanan bernameyeke zengîn a ji hêla bi sedan tembûrvan û hunermendan hate pêşkeşkirin, bi coşeke mezin temaşe kirin. Slogana pîrozbahiyê ‘Rê yek, rêgeh hezar û yek e!” bû û mesajên wekhevî, pirrengî û pirdengiyê a baweriya Elewîtiyê hate dayîn.

Dewleta Almanyayê jî elaqeyeke mezin nîşanî pîrozbahiyê da. Şaredarê bajarê Koelnê Elfi Scho-Antwerpes û Wezîrê Integrasyonê ê Eyaleta Ren a Bakurê Westfalyayê (NRW) Joachim Stamp tevlî pîrozbahiyê bûn û pesna Elewiyan, Elewîtiyê û AABFê dan ku ew ji bo jiyaneke ahengî a li Almanyayê rolekî pir mezin û erênî dilîzin… 

 AABF rêxistina herî mezin a Elewiyan a li Ewropayê ye û di bin banê wê de 160 komal û dergeh hene. AABF baskê herî mezin ê Konfederasyona Yekitiyên Elewiyan a Ewropayê (AABK) ye. Li Ewropayê bi giştî ji 250yî zêdetir komeleyên Elewiyan ên girêdayî AABKê hene…

AABF û AABK, li gel rêxistina Tevgera Azadiyê a Kurd,rêxistina herî mezin a muhalîf a li dijî polîtîkayên dijdemokrasî û nijadperest ên hikûmeta Tirk –AKPê ne. Di siyaseta AABFê de nêzikbûneke bi Partiya Komarê a Gel – CHPê re xwe bide der jî, di hilbijartinên 2015an de bi Partiya Demokratîk a Gelan – HDPê re hevkarî hate çêkirin û serokê AABFê ê wê demê Turgut Oker wek parlamenter hatibû hilbijartin.

AABF li hember tundî û zordestiya hikûmeta Tirk a li dijî Kurdan û HDPê car caran bertek û piştgiriyê nîşan dide. Di pîrozbahiya 30. salvegerê de jî Serokê AABFê Huseyîn Mat polîtîkayên dewleta Tirk ên ku Kurdan diêşînin bi tundî rexne kir. 

Lê a rastî di siyaset, rêxistinîbûn û çalakiyên AABFê de dengê Kurdî nayê bîhistin, rengê Kurdî tê paşguhkirin û ew xwe wek rêxistineke Tirk derdixin pêş. Endam û çalakvanên wê piranî Kurd bin jî, zimanê rêxistinê Tirkî û Almanî ye. Saziyên Almanyayê jî AABFê wek ‘rêxistineke Tirk û a Tirkan’ hildigirin dest. Her wekî; nûnerên saziyên Alman ên ku di pîrozbahiyê de axivîn, bi Tirkî, wekî “merhaba” an “iyi akşamlar” xelkê hatibû pîrozbahiyê silav kirin. 

AABF û rêxistinên Elewiyan piranî li ser pişta Kurdên Elewî xwe didin jiyandin. Endam û çalakvanên wan piranî Kurd in. Meriv dikane bi dilrehetî bêje, ku Elewiyên li Ewropayê ji hêla etnîkî ve kêm zêde ji sedî 80yî zêdetir Kurd in. Ji Dersim, Erzingan, Koçgirî, Mereş, Meletiyê, Semsûr, Mûş, Erzirom û ji Kayserî yê ne. 

Derketina derveyî welat a Kurdên Elewî di salên 1970yî de, bi taybetî jî piştî komkujiya li dijî Kurdên Elewî ên li Mereşê (1978) dest pê kiriyê û hê jî ev ‘rev’ dewam dike. Meriv dikane bêje îro hejmara Kurdên Elewî ên ji Dersim, Mereş û Koçgiriyê ên li Ewropayê ji hejmara ên li welat li van bajaran mane, zêdetir e. 

Komaleyên Elewî ên ku nasnameya xwe a Kurdî bi aşkereyî ifade dikin û li gel asîmîlasyona bawerîyê bahsa asîmîlasyona ziman û nirxên Kurdî dikin, ên wekî Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) jî hene, lê hem hejmar û hem jî bandora wan gorî a AABFê pir kêm û lewaz e. 

AABF di siyaseta xwe a li dijî siyaseta AKPê de tim bahsa asîmîlasyona Elewîtiyê dike, lê tu car bahsa asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî nekiriye. Di çalakiyên komaleyên girêdayî AABFê de jiyandin û pêşxistina zimanê Kurdî tu caran nebûye rojev. AABF vê mijarê ji xwe re nake derd. Eger mirov bi vî çavî li meseleyê mêzeke, pir aşkereyî dikane bibîne ku Kurd di nava rêxistinên wekî AABFê de jî bi asîmîlasyoneke din re rû bi rû dimînin. Kurd nirxên xwe yên kulturî û zimanê xwe di nava çalakiyên rêxistinên wisa de jî wenda dikin.

AABF wek rêxistineke laîk, demokratîk û li dijî asîmîlasyonê, dikane ji bo pêşîgirtina asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî û çareseriya pirsgirêka Kurd jî hem li Almanya û hem jî li Tirkiyê rolekî mezin bilîze. Qasî ku ez dizanim; civakên Elewî ê ji bo hewildanên bi vî rengî piştgiriyê bidin AABFê. Belkî jî daxwazên Elewiyên Kurd ê AABFê neçar bihêlin ku gavên bi rengî biavêje…

İlginizi Çekebilir

Osman Özçelik : Endîşeya Pêxember
Osman Aytar : DDKD dildarîyeke delal a me zarokên welatê rojê û agir e…

Öne Çıkanlar