Halil Dalkılıç: Afganîstan, Kurdistan û mesaja Egîdan…

Yazarlar

Ji hêlekê ve karesatên xwezayî û ji hêla din ve karesatên siyasî… Însan nizane serê xwe bi kîjan pirsgirêkê ve biêşîne û neçar dikeve bin bandora van pirsgirêkan. Lêhî, germahî, nexweşiyên pandemîk, şer, zordestî, penaberî  û hwd. Di serdema îroyîn a dîjîtalîzasyonê de krîzeke mirovî tê jiyîn. Mirovahî ji ber encamên pratîka xwe ya heta îro kaos û krîzeke mezin dijî û bo dahatûyê xwedî pêşbînîyek û hêviyeke zelal jî nîne…

Van rojan qeda û karesatên xwezayî bi karesatên siyasî ve tevlî hev bûne. Tansiyona siyaset û dîplomasiyê jî van rojan hê bilindtir bû. Li Afganîstanê rêxistina cîhadîst Talîbanê seranserê vî welatî xiste destê xwe. Dema ev nivîs dihate nivîsîn, Talîbanê paytext Kabûl dorpêçkiribû û berdevkên hikûmeta heyî a ku ji hêla raya giştî ya cîhanî ve tê nasîn, didin xuyandin, ku ew ê erkên xwe dewrî hikûmeteke demî bikin.

Amerîkaya ku jiber siyaseta xwe ya li dijî Sowyetan di salên 1980an de pêşiya îslama polîtîk a cîhadîst û hişmendiya Talîbanê li wê herêmê (Pêş Asya) bi destê xwe ava kiribû, bi hêzên xwe yên leşkerî ve jî ji sala 2001ê vir de li Afganîstanê ye, piştî 20 salan desthilatdariya Afganîstanê ji Talîbanê re hişt. Her çiqas di daxuyaniyên ji raya giştî re de rexne li Talîbanê bê kirin jî, ji pratîkê meriv wer fam dike ku tiyatroyeke siyasî û dîplomatîk li dar e. Ev demeke dirêje ku Amerîka û Yekîtiya Ewropayê him di qadê dîplomatîk de Talîbanê meşrû dikin û him jî ji wan re zemînê desthilatdariyê amade dikin.  

Peywirkarekî Wezareta Karên Hundirîn ê Afganîstanê Farhad Khuramî di hevpeyvîna ku rojnamevan Îrfan Aktan pê re kiriye de rewşa welatê xwe wiha şîrove dike:  “A rastî ev e; ku Amerîkayê bi xwe şer gur kir û piştre jî derket. Eger Amerîkayê bixwesta Talîbanê  tune bike, ev ji wan re ne karekî zehmet bû. Talîban ne pir bihêz bû, lê hate bihêzkirin. Ku eger Pakîstanê piştgirî nedaba Talîbanê û Îranê jî herwiha piştgirî nedaba Pakîstanê, emrê vî şerî tenê du hefte ye û ev rêxistin dikane were belavkirin. Amerîkayê tiştê ku anîbû serê Tacîk û Ozbekên Afganî, dikanî bianiya serê Talîbanê jî. Li hêla din; ev şer ne şerê Talîban û hikûmeta Afganîstanê ye; ev şerê Amerîka, Rûsya, Çîn, Îran, Pakîstan û Hîndîstanê ye. Ev dewletên mezin, wekî ku li Sûriyê dikin, niha jî li Afganîstanê şerekî wekaletî yanî bervêderî dikin… Ji ber hesabên Amerîka, Pakîstan û hêzên din ên navnetewî xelkê me wek qurban hatiye hilbijartin, welata me kirin wek dojehê…”  (bi tirkî: https://birartibir.org/cehennem-kelimesi-ozet/)

Û îro bi sed hezaran Afgan ji wê ‘dojeh’ê direvin û bo jiyaneke aram, berê xwe dane Tirkiyê û Ewropayê.

Farhad Khuramî di hevpeyvînê de herwiha balê dikişîne ser ve yekê, ku bêyî vîna xelkê Afganîstanê û helwesta Afganîstaniyan, bi tenê libendemayîna helwesta hêzên derveyî  tu aramî û çareserî li  Afganîstanê pêk nayê: “Amerîka vekişî, Pakîstan piştgiriyê dide Talîbanê, lê a herî girîng ev e ku ev pirsgirêka xelkê Afganîstanê ye. Ên ku vê meseleyê çareser bikin, em bi xwe ne…

Pêşketinên li Afganîstanê pêk tên, nîşan dide, ku siyaset û dîplomasiya navnetewî jî êdî bi argumentên klasîk nameşe û di wî warî de ji hêla hêzên serdest ên cîhanî (Amerîka, Rûsya, Çîn, Yekîtiya Ewropa û hwd.)ve lêgerîn û testên nû ên siyasî û dîplomatîk li dar in.

Rewşa Afganîstanê bo Kurdan tijî ders û mesaj e. Helbet Kurd divê teqez têkîliyên xwe bi aktorên siyasî ên navnetewî re bi pêş bixin û giraniyeke pir mezin bidin siyaset û dîplomasiyê. Lê eger bi vîn û rêxistinîbûna xwe xurt nebin, yanî bi siyasî, rêxistinî, kulturî, aborî û civakî bi hêz nebin, nikanin dîplomasiyê jî bi pêş bixin û herwiha nikanin xwe biparêzin jî. Jixwe Egîdên nemir jî mesaja vê yekê dabûn… 

 

İlginizi Çekebilir

Suna Arev: Yunanistan izlenimleri…
Sami Certel: Beyaz

Öne Çıkanlar