Halil Dalkılıç: Berxwedana Kobanê: Mîlada netewbûna Kurdan

KurdiYazarlar

7ê cotmeha 2014an R.T.Erdogan di gera xwe ya yekê ya piştî hilbijartina wî ya wek serokkomarê Tirkiyê de li Dîlokê di derbarê şerê li Kobanê, ne tenê ji penaberên Sûriyeyî, herwiha bi hemû mirovahiyê re dilxwaziya xwe bi coşeke mezin wiha qîriyabû; “Kobanê aniha ket, ê aniha bikeve!..”

Wekî ku pê li birîneke ku Kurdan giştan diêşîne bike û pê kêfxweş bibe!..

Wan rojan ne tenê li çar parçeyên Kurdistanê, li seranserê cîhanê çav, guh û ruhê Kurdan li ser pêşketinên li Kobanê bû. Ne tenê Kurd, mirovahî jî li benda xeberekî xweş ji berxwedana Kurdan a li dijî terorîstên hov ên Dewleta Îslamî (DAÎŞ) bû.

Wekî ku mirovahî li hemberî hovîtiyê û tarîkirina jiyan û cîhanê ji xewê rabe û xwe bi hêviyekê ve bişedîne…

Him Kurdan û him jî mirovahî bi hev re ji 17ê îlona 2014an heta 19ê çileya 2015an berxwedana bêhempa ya li Kobanê temaşe kirin. Herkes êşiya, kete diltengiyê û di dawiyê de serkeftina li dijî hovên DAÎŞê bi coşeke mezin pêşwazî kirin. 

Di rojên berxwedana Kobanê de li seranserê cîhanê çalakiyên piştgiriyê hatin lidarxistin. Kurd hatin naskirin. Dîplomasî û çapemeniya cîhanî qala qehremaniya Kurdan kir. Bergên kovar û rojnameyên cîhanî bi wêneyên jinên Kurd ên berxwedêr hatin xemilandin. 

Li hinda vê yekê, bi bang û hewldana Noam Chomsky, Adolfa Peres Esquivel û Desmond Tutu yên xwedî xelata Noelê ya aştiyê jî di nav de, bi sedan rewşenbîrên bi navûdeng ên cîhanî, roja 1ê mijdarê wekî  ‘Roja Kobanê ya Cîhanî’ hate îlan kirin û ew bi çalakiyên piştgiriyê hate pêşwazîkirin…

Çawa ku berxwedana Stalîngrad (Volgograd) a Rûsyayê ya dema Sowyetan (1942-1943) bûbû qonaxa destpêka têkçûna Naziyan, herwiha berxwedana Kobanê jî bi heman rengî bû qonaxa destpêkê ya têkçûna hovên hevdem ên DAÎŞî . Berxwedana Kobanê ji tevahiya mirovahiyê re bû sembola bixwebaweriya li dijî hovîtiyê û parastina nirxên mirovî…

Beriya berxwedana Rojava belkî piraniya Kurdan navê Kobanê nebihîstî bû û şûna wê li xerîtayê nedizanî. Lê ev bajarokê biçûk bi berxwedaneke bêhempa û bedelmezin him Kurd bi hevdu û him jî nav û rastiya Kurdan bi cîhanê da nasandin. 

Berxwedana li Rojava, bi taybetî jî berxwedan û serkeftina Kobanê berî her tiştî ji bo Kurdan bûyereke dîrokî ye û meriv dikane wê wekî mîladekî netewî jî binav bike. Kobanê bi her awayî, hest û pratîkî kemilandina netewîbûna Kurdan e.

Wer tê gotin; ku ji bo netewbûnê yekbûna zimên, dîrok, kultur, tore, hest û armancê divê. Helbet Kurd berê jî xwedî heman ziman, kultur û toreyan bûn. Lê jiber parçeyîmayîna bi dehan an sedan salan di hiş, hest û helwestê wan de cûdahî peyda bûbûn û her kes di hişê xwe de li ser Kurdistaneke gorî xwe difikirî.

Lê bi berxwedana li Rojava, bi taybetî jî bi berxwedana Kobanê re piraniya Kurdan bi helwesteke giştî, bi heman hestan û ji bo heman armancê helwest nîşan dan. Bi hevdu re rabûn ser piya û bi hev du re meşiyan.

Alên di destê hemû hêzên Kurdî yên ku bi hevdu re opozîsyonî jî dikirin, hevdu re qelibîn. Deng û rengên Kurdan bi ahengî û wek sîmfoniyeke netewî azadiya Rojava û Kurdistanê qîriyan. 

Hest û armanca Kurdan bû yek; bi serkeftina Kobanê re dilşa bûn û bi dagirkirina Efrîn û Girê Spî re xemgîn bûn.

Îro jî her hêzên Kurd, li dijî siyasetên hevdu bi dijwarî opozîsyoniyê û rexneyên hişk li hev bikin jî, mijara Rojavayê wekî destkeftineke netewî hiltînin dest. 

Êdî Kurd ji her çax û demê zêdetir hevdu nas dikin, bi hevdu re elaqedar in, wek neteweyekê bi heman serkeftinê dilşa dibin û bi heman binkeftinê diêşin. Berxwedan û serkeftina Kobanê wekî mîladekî netewî Kurd di hest û armancê de kirin yek. Û mafê tu hêzeke Kurdî ya siyasî tune ye ku zirarê bide vê yekê… 

Ji bîranîna Arîn Mîrxanan û ya tevahiya şehîdên berxwedana Kobanê re rêzdarî…

İlginizi Çekebilir

Hasbey Köksal: Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmancîyê de Cotepeyv-Ş                                                                   
Halil Dalkılıç: Hilbijartina Amerîkayê û Kurd

Öne Çıkanlar