Halil Dalkılıç: Cardin 15ê Tebaxê: Bo siyaset, dîplomasî û kulturê…

KurdiYazarlar

Zaroktiya me di serdema ku li Tirkiye û bakurê Kurdistanê cûntaya leşkerî ya 12ê îlonê (1980) wekî ewreke reş xwe avêtibû ser her qadê jiyanê û jiyan fetisandîbû de derbas bû. Jixwe heta wê çaxê piraniya dînamîkên Kurdbûn, Kurdî û kurdewariyê ji holê hatibûn rakirin û ên mayî jî hatibûn lewazkirin û bêbandorkirin… 

Di rojên beriya derbeya leşkerî de li Dîlokê, pîrka min Xanê, kaset û kitêbên bavê min ên li ser Kurdan û sosyalîzmê hatibûn nivîsandin, dibir û di nava genimê di depoyê kargeha savarê ya merivekî me ya nêzî malê de vedişart. Jiber ku wê çaxê li gundên me hê dewlet tune bû, li wan deran kasetên Kurdî bêtirs dihatin guhdarîkirin. 

Wê çaxê me wer difikirî, ku dewlet tenê dewleta gundên cîran ên Tirk û dewleta bajaran bû. Jixwe muxtarî nedida gundên me ên li her du hêlên sînora Bazarcix û Dîlokê belavbûyî û ew bi gundên Tirkan ve girêda bû.

Di wan rojan de dema me ew kasetên Kurdî guhdarî dikir, heyecanekê bi me digirt. Dema em di kîtêb, rojname an tiştekî din ê nivîskî de rastî gotineke wekî ‘Kurd’ û ‘Kurdistan‘ê dihatin, ji heyecanê dilên me kutekut dikir…

Dewletê di rojên cûntaya leşkerî de him bi hişmendî û him jî bi pratîkê, xwe bi gund û gundiyên me re baş da naskirin. Wekî Kurdên li herêmên din, gundiyên me yên nepolîtîk û tenê bi pezê xwe ve mijûl dibûn jî rastî heqaret, lêdan û êşkenceyê hatin, hatin girtin û simbêlên wan hatin rûçikandin…

Helbet hemû kaset û kitêbên ku di kadinan di nava kayê de dihaten veşartin ji hêla leşkeran ve nehatin dîtin. Lê dewletê bi zordestiyê tirseke wer xistibû dilan, ku gundiyan ew kasetên veşartîmayî bi xwe şewitandin…

Dewletê pê hesiyabû; ku ew agir hê venemiriye. Qirkirinên li Koçgirî, Amed, Agirî û Dêrsimê têrî vemirandina agirê Kurdayetiyê nebûne. Ew rastiya Kurdiyê ya ku hatibû binaxkirin û serbibetonkirin hê jî xwedî potansiyela jinûve şînbûnê ye.

Jiber vê yekê jî dewletê bi hemû hêza xwe ya zordestiyê hewlda ku pêşiya hişyarbûna Kurdan û nasnameya Kurdî bigire û ew agirê di hiş û dilê Kurdan de zindî mayî, vemirîne…

Yanî rewş û rastiyeke wiha li dar bû: “Di bin desthilatdariya dagirker de pêşeroja civak û netewa me di talûkeyê de ye. Tê xwestin ku koletî bibe qedera gelê me. Pêşîgirtina vî pêvajoyî berî her tiştî pêywireke însanî ye…“(*)


Û dewleta Tirk bi her cûreyên zilm û hovîtiyê li ser Kurdan re çû û ew zilm di Kurdan de bû sebebê vê fikrê: “Li dijî şer û qirkirinên dagirkeriya faşîst ji bo gelê me xeynî hilgirtina çekê û destpêkirina şerê çekdarî tu rêyên din nemane…“(*)

Û Kurdan ew tekane rêya mayî bikar anî… Ew gava dîrokî ya ku sosyolog Îsmaîl Beşîkçî wekî “fîşenga yekê“ binav dike, hate avêtin û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di 15ê Tebaxa 1984an de li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, dest bi şerê çekdarî kir. 

Fermandarê Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) Mahsum Korkmaz (Egîd) piştî çalakiya ku bi 30 hevalên xwe, li Dihê (Eruh) ya Sêrtê pêk anî wiha nivîsîye: “piştî vê çalakiyê êdî herkes ê navê Dihê bibihîse û li seranserê cîhanê herkes ê bahsa Kurdan bike…“

Îro, yanî 36 sal şûnde wekî ku fermandar Egîd wê çaxê nîşan dabû; êdî Kurd ji hêla mirovahiyê û hemû cîhanê ve tên zanîn, tên naskirin û bahsa qehremaniya wan tê kirin. Piştî serdemeke tije qehremanî, êş, bedel û pakrewanî êdî îro rê û rebazên têkoşîn, berxwedan û azadiyê jî pir bûne.

Helbet Kurd li sifra guran bêyî parastinê nabin, ê xwe biparêzin û ji bo wê yekê jî ê xwedî hêzên leşkerî bin. Lê li gel vê yekê, ew teqez pêwîstî pêngavên civakî, siyasî, dîplomatîk û kulturî ne jî. Êdî ‘Egîd’î ne tenê li qadê şer, herwiha li her qadên jiyanê ji Kurdan re lazim e… 

(*) : Danezana damezrandinê ya Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK)

İlginizi Çekebilir

Hasbey Köksal: Di zimanê kurdî, zaravayê Kurmancîyê de Cotepeyv- N-
Mela Mihyedîn: Pirbûn Xurtbûn e

Öne Çıkanlar