Di dem û çaxên zor û zehmetiyê de hiş û hestên berdewamkirina jiyana asane xwe didin der. Hêviyên bo rojên xweştir û baştir ji hiş derdikevin û planên li ser rojên aramtir têne betalkirin.
Meriv dikeve xema jiyana xwe ya rojane û wer difikire ku qe nebe şert û zirûfên heyî biparêze.
Wekî rewşa îro, ji ber ku pirsgirêk an jî mereza li seranserê cîhanê belavbûyî, tu dîn û etnîsîteyê nas nake, bandorê li her kesî dike û bêhenekî herkesî bi mirinê de rû bi rû dihêle, hestê însanî jî ji nûve xwe dide der.
Kesên rewşê analîz dikin, li ser diaxivin û dinivîsin, ji bo rojên ku em têde ne, dibêjin; “em tev di keştiyekê de ne!” Em; yanî mirovahî tev; çi serdest û çi bindest, çi zengîn û çi feqîr, çi karker û çi karsaz, çi bawermend û çi bêdîn; herkes…
Dema wer bahsa ‘keştiya mirovahiyê’ tê kirin; hevparî, piştgirî û rêwîtiyeke bidil û aram tê hişê mirov.
A rastî; dema bahsa keştî an jî gemiyan tê kirin; fîlmên korsanî tên bîra min. Korsan an keleşên zordest bi muretebateke hov zilmê li însanan dikin, dikujin, dizî û talanê dikin.
Rêwî jî hêsîr, girtî û kesên neçar in. Mixabin ‘keştiya mirovahiyê’ ya ku bahsa wê tê kirin û îro em tev tê de ne, dişibe keştiyeke wisa…
însanên xwedî heman hestan, heman exlaq û heman hişmendiyê, ên heman hiqûqê nas dikin û ji hev razî, dikanin di heman keştiyê de bi hev re rêwîtiyeke aram bikin.
“Em tev di keştiyekê de ne!” gotineke jidil e, lê di heman demê de naîftiyeke ku xirabiyê û sûcên xiraban ji ber çavan dûr dixe û vedişêre ye.
Rojeva mirovahiyê mereza koronayê ye, lê ya Kurdan?
Çi rojên asayî û çi ên karesatî; rojeva Kurdan naguhere: Zilmekî bêrawest. Zilmekî ku carinan tu ziman têrê nake ku wî îfade bike. Mirov nikane li hemberî bertekekê jî nîşan bide û lal dibe. Belkî jî Kurd lalên vê gemiyê ne…
“Dozgeriya Tirk, cenazeyê gerîla Agît Îpek ê ku di 23yê Gulana 2017yan de li Dêrsimê ji hela arteşa Tirk ve hatiye kuştin, di paketekê de bi rêya postê ji malbata wî ya li Amedê re şand…”
Di wêneya ku ajansan bi nûçeyê re belav kirine de; dayik Halîse Aksoy paketa hestiyên lawê wê têde ne, daye ser çokê xwe û wer bimitale rûniştiye. Wekî ku di nava şokê de nizane çi bêje, çi bertekê nîşan bide!..
Hikûmeta Tirk qanûnan çêdike ku kujer û dizan serbest berde, lê rojnamevan û siyasetmedarên Kurd bêdarazî di zindanan de bi koronayê û mirinê re rû bi rû tên hiştin.
“Tirkiye û çeteyên selefîst ava tesîsa Elokê birrîne û ji ber vê yekê mîlyonek însanên li Rojava di van rojên koronayê de bi tîbûn û nexweşiyê re rû bi rû man. Hevserokê Meclîsa Kantona Hasekê Semar Ebdullah bang li Yekîtiya Neteweyan kir ku ew ‘Tirkiyê hişyar bikin’…
Û helbet ne tenê li Bakur û Rojava, li seranserê Kurdistanê rewş heman e.
“Li Îranê girtiyê Kurd Mistefa Salîmî yê ku 17 sal in di zindanê de ye, ji hêla rejîma îslamî ve hate darvekirin!” Korona, merezî, qiyamet tiştek nabe astengê li ber zilma li Kurdan tê kirin…
Li Başûrê Kurdistanê ambargoya li ser Kampa Mexmûrê dewam dike, xelk li hemberî nexweşiyê bêderman tê hiştin…
Di van rojên karesatê de Kurd jî wekî herkesî bi hestdarî helwestê nîşan didin. Pirsgirêkê wekî ya tevahiya mirovahiyê dibînin û bi hiş û hestên însanî û piştgiriyê tevdigerin û ji ber vê yekê jî wekî herkesî, dikevin bendewariya kiryarên însanî.
Lê zilma rejîma Tirk, a îslamî ya Îranê û ên din tu koronayê, tu bolelat û merezê nas nakin…